Amadekariya Mîtînga Azadiyê bi meşê dest pê kir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi def û belavokan dest bi amadekariya Mitînga Azadiyê kir. Li gelek navçeyên Stenbolê bi girseyî meşiyan û belavok belav kirin.

1 deqe xwendin
Amadekariya Mîtînga Azadiyê bi meşê dest pê kir.

DEM Partî dê di 27ê hezîranê de li Wan û Mersînê, 28ê Hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mitînga Azadiyê li dar bixe. Li Stenbolê amadekariyên mitîngê dest pê kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo gel vexwendîne mitîngê li navçeya Fatîhê, Kagithane, Kadikoy û Baxcilarê meşên girseyî li dar xist. Li taxa Gultepeyê ya navçeya Kagithaneyê û Bazara Findikzadeyê ya navçeya Fatîhê belavok hatin belavkirin. Li navçeya Kadikoyê stand hate danîn û li taxên Fatîh û Yenîmahalleyê yên navçeya Baxcilarê bi erbane, cil û bergên Kurdî belavok hatin belavkirin.