Amedspor 7 gol avêt Adana Demîrsporê

Amedspor û Adana Demirsporê di hefteya 23yemîn a Lîga 1emîn de hatin hemberî hev û Amedspor bi 7-0 bi ser ket û di lîgê de cihê xwe di rêza yekemîn de parast.

1 deqe xwendin
Amedspor 7 gol avêt Adana Demîrsporê

Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Adana Demîrspor di hefteya 23yemîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.

Alîgiran berxwedana Rojava silav kir 

Bi hezaran alîgir jî di trîbunan de cihê xwe girt û bênavber dirûşmên wek, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Kîn em? Kurd in em’ û ‘Yek e Yek e Yek e gelê kurd yek e’ berz kirin.

Futbolîst bi pankarta ‘Em aşiqî futbolê ne, li dijî çêra ne’ derketin sehê û hatina futbolîstên Amedsporê ji aliyê alîgiran ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Di beşa ewil a maçê de Amedsporê 3 gol avêtin Adana Demîrsporê. Di beşa duyemîn de jî Amedsporê 4 gol avêtin û maç bi 7-0 bi dawî bû.

Gola ewil Mbaye Diagne di deqîqeya 22yemîn de avêt û piştre jî Sînan Kurt (dk 44), Florent Hasanî (dk 45+1), Andre Poko (dk 52), Florent Hasanî (dk 60), Çekdar Orhan (dk 77) û Tarkan Serbest (dk 77) gol avêtin Adana Demîrsporê.

Her gol avêtinek Amedsporê ji aliyê alîgiran ve coşek mezin hate pîrozkirin û lîlandin û fîkandin û dengê kêfxweşiyê li stadê olan da.

Amedspor 3 puan wergirt û di rêza lîgê de bi 46 puanan di rêza yekemîn de cihê xwe parast.