Amedspor: Jin jiyan azad

Di maça Amedspor û Adana Demirsporê de alîgirên Amedsporê flamaya ‘Jin jiyan azadî’ vekirin. Polîsan mudaxileyî flamayê kir.

1 deqe xwendin
Amedspor: Jin jiyan azad

Amedspor û Adana Demîrspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedsporê hatin hemberî hev. Alîgirên Amedsporê li trîbuna rojava a stadê flamaya “Jin jiyan azadî” vekir. Polîsan mudaxileyî flamayê kir. Di navbera alîgiran û polîsan de rakêşî qewimî. Polîsan flamayê desteser kir û birin.

Ev desteserkirina flamayê bû sedema nerazîbûna alîgiran û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.