ANKA-DER ji bo roja ziman pirtûk dan îmzekirin

ANKA-DERê di çerçoveya bernameyên 21ê Sibatê de ji bo nivîskarê Sadik Varli bernameya îmzekirina pirtûke li dar xist.

1 deqe xwendin
ANKA-DER ji bo roja ziman pirtûk dan îmzekirin

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), di çerçoveya bernameyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de ji bo zimanzan û nivîskarê Kurd Sadik Varli bernameya îmzekirina pirtûke li dar xist. ANKA-DERê bername li avahiya xwe navçeya Çankaya ya Enqereyê lidarxistin. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta li ser, “Statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî” vêkirin. Nivîskar û Zimanzan Sadik Varli di bernameyê de pirtûkên xwe yên bi navê, “Xelata Tevkujiyê Delaloya Dîn”, “Reşoyê Silo û Zeynê”, “Destana Huso û Nazê”, “Geliyê Zilan Cebanî”, “Jana Ji Tevkujiya Pêrtaxê Diherike”, “Şêx Şabedîn”, “Mele Heyder Varli”, “Ebdullah M. Varli: Bi Dîtin û Şahidiya Min” ji bo xwînerên xwe Îmze kir.

Bername bi gotûbêja li ser pirtûk, wêje û ziman bi dawî bû.