Antolojîyeke kêmnas
Antolojî, bi kurt û kurmancî navê wê berhevoka edebî ye ku ji metinên bijare yên helbest, çîrok û hwd hatiye pê.

Antolojî, bi kurt û kurmancî navê wê berhevoka edebî ye ku ji metinên bijare yên helbest, çîrok û hwd hatiye pê. Çend bergindên wê yên kurdî yên ku di Ferhenga WQ’yê de cih digirin, wiha ne: “Gulbijêrk, berhevok, danhevok, kom, deste, destegul” û hwd. Ji ber mehrûmiya kurdî ya ji dîrokeke tekûz a edebî û ji ber pirbûna zarava û emelpêkirina kurdan a bi alfabeyine nejihev, weke gelek çeşnên dîtir, mirov bi rehetî naşê wêneyê bîbliyografiya antolojiyên kurdî jî bigire. Ji nav bergindên antolojiyê yên ku min li jorê bi xêra ferhenga WQ’yê rêz kirin, “gulbijêrk, guldeste” -û ‘destegul’a ku bi her duyan re hevwate ye- bi însên estetîtiktir xuya dikin. Weke negirtina me ya bi rehetî ya wêneyê bîbliyografiya antolojiyên kurdî, em ê bi rehetî nikaribin bê ka cara ewil kê bi van “gul”an bergindek bo bêjeya antolojiyê dariştiye; lê gava ku mirov bi serê bêvilan awirekê di dîroka antolojiyê vedide, dibîne ku têkiliya van bergindên gulgulî bi berhema antolojiyê ya ewil re heye.
Edebîyata yewnanî,bo van kitêbên ku mirov bi xwendina wan gelek metin û nivîskarên rengorengo keşif dike, maktî kiriye. Stephanosa Meleagrosê Gadarayî û Fîlîpposê makedonyayî ku di destpêka sedsala 1’mîn a B.Z’yê de hatiye berhevkirin, weke antolojiya ewil tê hesibandin. Tevî helbestên Platon, Arkîlokos, Sîmonîdes û Safo, 37 helbestkaran di Stephanosê de cih girtiye. Pirtûk, bi helbesteke ku her 37 helbestkar tê de tên danasîn dest pê dike û helbestkarên ku tê de cih digirin, li gorî herfa pêşîn a risteyên ewil ên helbestên xwe bi awayekî alfabetîk hatine rêzkirin û her 37 nav jî bi kulîlkeke ku li kesayetê tê, hatiye sembolîzekirin. Stephanos, bi kurdî tê maneya “qewze” yan jî ‘tacegul’ê. Herweha gava ku mirov li etîmolojiya bêjeya antolojiyê jî dinêre, ku ji peyva “anthos” (kulîlk) û ji lêkera “legein” (berhevkirin)ê pêk hatiye; dibîne yên ku cara ewilî bi van “gul”an ev bergindên estetîk dariştine, serwext û beledê çîroka kitêba ewil a antolojiyê bûye ku mirov bi xwendina wan, ji ‘xwendin’ekê pirtir


