Îsal Cejna Pîrşalyar nayê pîrozkirin
Her sal bi hatina çarşema yekem a meha sibatê re, di serî de li Hewreman, li herêmên rojhilatê Kurdistan û çend bajarên başûrê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar, tê pîrozkirin. Lê îsal wek piştgiriyek ji bo rewşa rojhilat û rojavayê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar nehat pîrozkirin.

Rêveberiya Merasîmên Cejna Pîrşalyar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew îsal, ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên xwepêşandanên li Rojhilat û şerê li Rojava, wek hevsozî û hexwemiya li gel malbatên şehîdan, ew merasîm û çalakiyên ji bo Cejna Pîrşalyar li Hewraman lidarnaxin.
Cejna Pîrşalyar li rojhilatê Kurdistanê di çarşema yekem a meha Sibatê de tê pîrozkirin û 3 rojan didome. Ev cejin li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 pîrên nav û deng ên Zerdeştiyane. Di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin.


