Mihrîcana Şano di roja dawî de didome
Di roja 11emîn a Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika “The Letter” derket ser dikê. Piştî lîstikê xelat diyarî lîstikvan Paolo Nanî kirin.

11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di roja dawî de berdewam kir. Di roja dawî ya mihrîcanê de lîstika ku Paolo Nanî dilîze û Nullo Facchînî derhêneriya wê kiriye, li Salona Şanoyê ya M. Emîn Yalçinkaya hat nîşandan. Ev lîstik bi şêweyê “Performans” bêpeyv hat lîstin. Piştî listikê hunermendê Kurd Hudbettin Sadiki ji bo xelat dayînê derket ser dikê û xelat da Paola Nanî.
Bi vê lîstikê re bernameya roja fînalê ya mihrîcanê dest pê kir.


