'Aqilê komploger ê 15ê sibatê û îro heman hêz û aqil e'

Siyasetmedar Veysî Aktaş ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê girtî ma, di civîna gel a li Îzmirê de got: “Rêbertiyê ev êriş wekî ‘komploya duyemîn’ pênase kir. Hêz heman hêz in, aqil heman aqil e. Xwediyê vê sîstemî Îngiliz in.”

1 deqe xwendin
'Aqilê komploger ê 15ê sibatê û îro heman hêz û aqil e'

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmirê, li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê bi şîara “Di pevajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de civînên bi gel re” bernameyek li dar xist. Veysî Aktaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm tayînî şûna wê kirine, di civînê de axivîn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane dest pê kir. Di destpêka civînê de Gulistan Sonuk bal kişand ser girîngiya civînên gel ên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de û got: “Hêza ku dê vê pêvajoyê mayînde bike û bimeşîne, gel bi xwe ye. Ji bo çareseriya kêşeya Kurd û Kurdistanê em her gav di nav gel de ne û nêrînên wan digirin. Wekî Tevgera Jinên Azad, em xwe wekî pêşeng û pêkhateyeke vê pevajoyê dibînin û di vê çarçoveyê de me nexşerêya xwe xêz kiriye û me dest bi xebatê kiriye.”

Veysî Aktaş jî axivî û destnîşan kir ku di vê serdema dawî de li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîş hene û got: “Dema êrîşî Efrînê kirin, deng ji cîhanê derneket. Îro jî li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê deng dernaxin. Lewma Rêbertiyê ev êriş wekî ‘komploya duyemîn’ pênase kir. Hêz heman hêz in, aqil heman aqil e. Xwediyê vê sîstemî Îngiliz in. Yek ji bingeha vê sîstemê ew bû ku Kurdan birîndar bihêlin.”  

Veysî Aktaş diyar kir ku sedema êrîşên li ser Serokatiyê ji ber sekna wî ye û got: “Serokatiyê li ser bingeha sosyalîzma demokratîk Kurd ji nû ve bi rêxistin kir. Îngilizan ‘Kurdên birîndar’ winda kirin û berjewendiyên wan zirar dîtin. Ji ber vê yekê tevdîran digirin. Serokatiyê tesbît kir ku êdî hêzên herêmê mecbûr in bi Kurdan re tifaqê bikin. Lewma Serokatiyê got: ‘Ez dixwazim pirsgirêkê bi Tirkiyeyê re çareser bikim, ne bi hêzên din re’. Nêzîkatiya rast ev e. Tirkiyeyeke demokratîk dê ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê bibe model.”

Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.