Artêşa Iraqê kete tana Newrozê ya Kerkûkê û êşkence li mirovan dikin
Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê kurd in. Hate gotin ku êşkence li hin mirovan hatiye kirin û gef li kurdan hatiye xwarin ku malên wan dagir bikin.

Zextên artêşa Iraqê yên li ser runiştvanên taxa Newroz ya Kerkûkê ku kurd in, berdewam e. Artêş dixwaze bi darê zorê runiştvanên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan.
Li gor dîmenên ku hatine parvekirin, vê sibehê hêzek girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxê de girtiye û êşkence li çend kesan dikin.
Li gor agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine ku ger ji malên xwe derkevin, wê dest bi ser malên wande bigrin.
Hat zanîn ku heta niha jî leşker li nava taxê de mane û hêzên xwe yên li nav taxê zêdetir dikin û rê bi hatûçona welatiyan nadin.
Ji duh êvarî ve hêzên Iraqê dor li taxa Newroz girtine, bi armanca valakirina taxê zextên tûnd li ser runiştvanên taxê dikin.
Hêjayî gotinê ye ji piştî rûxîna rejîma Baas ve welatiyên kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne û ev 23 salin li wê taxê dijîn. Lê ev du salin artêşa Iraqê hewl dide taxê dagir bike. Beriya niha jî xelkê taxê gelek caran çalakiyên cûda lidarxistine û diyarkirine ku ewê ji malên xwe dernekevin.


