Astengiya li pêşiya 'mafê hêviyê' dewlet e

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren têkildarî mafê hêviyê anî ziman ku ji bo biryara DMMEyê têkeve meriyetê tu astengî li pêş hikûmeta Tirkiyeyê tune û got: “Ti astengî li pêşiya hikûmet û meclisê tune ye. Hikûmet û meclis bixwazin dikarin niha pêk bînin. Astengî hikûmet û dewlet bixwe ne.”

1 deqe xwendin
Astengiya li pêşiya 'mafê hêviyê' dewlet e

DMMEyê di sala 2014an de biryar da ku Tirkiye der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Mafê Hêviyê pêk bîne. Piştî 10 salan di îlona 2024an de dîsa Konseya Ewropayê kom bû û salek dem da Tirkiyeyê ku mafê hêviyê pêk bîne. Lê dîsa Tirkiyeyê gav neavêt. Herî dawî di îlona 2025an de dîsa Konseya Ewropayê kom bû û 9 mehên din dem da Tirkiyeyê û xwest mafê heviyê têxin meriyetê. Di ser biryara DMMEyê re 12 sal borîn, lê hikûmeta AKP-MHPê heta niha ji bo vê biryarê pêk bîne ti gav neavêtine. Ji ber ku Tirkiye zagonên xwe naguherîne û Mafê Hêviyê nas nake, li Tirkiyeyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 4 hezar girtiyên siyasî nikarin ji vî mafê xwe sûdê werbigirin.

Parlamenterê DEM Partiyê û parêzer Serhat Eren têkildarî mafê hêviyê nirxandin kir û got: “Di sala 2014an de DMMEyê ji bo Birêz Ocalan biryara pêkanina mafê hêviyê da. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku kesek bê girtin û ceza lê bê birîn, divê bizanibe ku dê kengî bê berdan. Lê li Tirkiyeyê kesên bên girtin û cezayê muebeta giran li wan bê birîn, heta ku jiyana xwe ji dest didin di girtîgehê de têne hiştin. DMME diyar dike ku ev îşkence ye. Divê heviya her girtiyî hebe ku bizanibe dê kengî ji girtîgehê derkeve. Di zagonên Tirkiyeyê de ev yek tune ye. DMME der barê Tirkiyeyê de biryar da ku li gorî biryara mafê hêviyê zagonên xwe sererast bike. DMMEyê di sala 2014an de biryara mafê hêviyê da. Lê heta niha Tirkiyeyê di zagonên xwe de ti guhertin pêk neanîne.”

Heta niha ti gav nehatine avêtin

Serhat Eren da zanîn ku di îlona 2025an de komîteya wezîran der barê Tirkiyeyê de dîsa biryarek da û xwest hem komîsyona li meclisê hatiye avakirin, hem jî parlamento ji bo vê zagonê derxe. Ji bo wê 9 meh dem da Tirkiyeyê. Lê heta niha ji bo mafê hêviyê gavek şênber neavêtiye. Niha di bin banê meclisê de komîsyona çareseriyê hatiye avakirin. Ev mijar di rojeva komîsyonê de ye. Komîsyon dê di hefteya pêş de rapora xwe eşkere bike. Em li bendê ne ku komîsyon di rapora hevpar de cih bide xala mafê hêviyê jî. Lê hîn di mijara mafê hêviyê de hevpariyek çênebûye. Niha hevalên me yên zêdetirî 30 sal in girtî ne, nayên berdan. Mekanîzmaya hatiye avakirin, li ruxmê hevalên me zêdetirî 30 sal in girtîne jî wan serbest bernadin. Hinek ji wan 4 sal dirêj kirine. Divê di zagonan de her tişt eşkere û zelal be. Divê li gorî mafên mirovan mafê heviyê bê derxistin. Ji bo pêvajo bigihîje encamekê divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo azadiyê mafê hêviyê tenê têr nake. Divê her tişt teslîmî însafa pergalê neyê kirin. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve, divê Birêz Ocalan azad bibe û di şertên azad de kar bike.”

Mafê 4 hezar girtiyan tê xwarin

Serhat Eren bal kişand ser mafê 4 hezar girtiyên din jî û wiha pêde çû: “Derdê dewletê Birêz Ocalan e. Ji bo Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûdê wernegire û azad nebe, neheqiyê li 4 hezar girtiyên din jî dikin. 4 hezar hevalên me neheq girtî ne. DMME mafê hêviyê ji bo Birêz Ocalan da. Lê di kesayeta wî de divê hemû girtî ji vî mafî sûdê werbigirin. Birêz Ocalan ne tenê kesek e. Serokê gelê kurd e. Muxatabê pirsgirêka kurdî ye. Dewlet rewşa Birêz Ocalan û mafên mirovan ji bo xwe dikin mijara bazarê.”

Serhat Eren bal kişand ser gotinên Dewlet Bahçelî ya “mafê hêviyê” û wiha berdewam kir: “Sal û nîvek berê qala mafê hêviyê kir. Lê gotin û kiryarên Dewlet Bahçelî ne yek in. Ji ber vê yekê êdî baweriya kesî pê nayê. Dewlet Bahçelî 12 sal in şirîk û mejiyê desthilatdar e. Her tişt di destê wan de ye. Dikarin sibê jî mafê hêviyê derbixin û dikarin sibê jî şert û mercên Birêz Ocalan baş bikin. Her tişt di destê wan de ye. Lê 1,5 sal in bi hincetên cuda dirêj dikin. Gotin û pratîk li dijî hev in. Ew wekî meseleya çareserî, sulh û aramiyê lê nanerin. Eger niyeta wan a çareseriyê heye, heta niha kê bi destê wan girtiye. Ti astengî li pêş wan tune. Astengî ew bi xwe ne. Eger dixwazin endamên PKKê vegerin, divê zagonan derxin û werin Tirkiyeyê. Li pêşiya hikûmeta AKP-MHPê tu astengî tune. Dikarin ji bo mafê hêviyê zagonên taybet derxin. Dewlet dibêje bila hemû PKKyî bên teslîm bibin û wan têxe girtîgehê.”

DMME berjewendiyên dewletan esas digire

Serhat Eren destnîşan kir ku berê dema DMMEyê biryarek dida, biryara xwe dişopand û got: “Li dijî îhlalan car caran der barê kesên biryar pêk nedianî zext dikir û ceza dida. Ji komîsyonê derdixist. Lê 12 sal in hîn der barê Tirkiyeyê de ti nedaye. Berê mafên mirovan ji bo wan mijarên sereke bûn. Lê niha berjewendiyên nav dewletan ji bo wan bûne mijara sereke. Berjewendiyên nav dewletan esas digirin. Bi awayekî şeklî dişopîne, Lê di esasê de naşopîne.”

Serhat Eren, herî dawî bi bîr xist ku wekî DEM Partiyê her tim mafê hêviyê dixin rojeva meclisê û mijara wan a sereke Mafê Hêviyê ye.