Ferman û koçberî
‘’Ya şems, ya serê siba ezîz, derge dîwanê Şêx Adî, tu herî hewariya heftê du miletan, hewariya rêwiyên riyan, nefsên tengiyan, serê li ser balgiyan, paşê jî bêyî hewariya me.
‘’Ya şems, ya serê siba ezîz, derge dîwanê Şêx Adî, tu herî hewariya heftê du miletan, hewariya rêwiyên riyan, nefsên tengiyan, serê li ser balgiyan, paşê jî bêyî hewariya me.

Li Qizilquleyê ciwan pir kêm in, dengê zaran hatiye birandin. Kal û pîr xemgîn in ji vê bêdengiyê. Xwaziliya xwe bi salê berîn tînin. Cihên wêran, nabin hêlîna tu kesan
…

Gundê Yemençayîrê ango Emançayîrê, girêdayî navçeya Dîgora Qersê ye. 35 kîlometreyan dûrî Qersê û 20 kîlometreyan jî, dûrî Dîgorê ye. Bi heft gundan re cîrantiyê dike.
Hemdûna; di welatê Xaldiyan de yek ji wan gundên herî kewnar e. Ji Êlihê pêncî û ji Qûbînê jî sî û du kîlometreyan dûr e. Di dema xwe ya biro biro de gund şên bûye.

Rojhilata Navîn dergûşa mirovahî û şaristaniyê ye. Ev ax çavkaniya gelek bawerî, ol û mezhebên pîroz e. Ji wan olên herî kewnar yek jî êzdiyatî ye.

Awîskê, girêdayî navçeya Qubînê ye. Ji Qubînê heft û ji Êlihê bîst û heft kîlometreyan dûr e. Di navenda Awîskê de 3 hezar 500 kes dijîn.

Zivistana Qersê hêdî hedî rûyê xwe nîşan da. Belekiyên berfê daketine çiyan. Zivistan niha jî tivdarekê gund û bajaran dike. Lê gundî û bajariyan ji bo pêşwaziyê tivdarekên wê qedandine.
Her çiqas zor û zehmet be jî de zivistan gotî; hewce ye ku bi ba û bager be. Berf ku têra xwe nebare, mirov di qepeçê de nemîne, xêra wê çi ye.

Qaz û Qers bawer bikin, navên wan bêyî hev bên hildan kêmasiyeke mezin dê çêbibe. Serpêhatiya Qaza Qersê çîrokeke efsûnî ye.
Hin rojên şahiyan hene ku di roja me ya îroyîn de êdî nayên pîrozkirin. Sedem her çiqas veguherîna civakê be jî, hin caran jî qewimîna hin bûyeran e.

Vê hefteyê Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî ye. Ev cejn her çiqas ji aliyê gelek gel û baweriyên cuda ve jî tê pîrozkirin lê wateya wê ji bo êzidiyan cuda ye.

“Newroza SiltanîToqmaqê xwe hilda hanîBihar û zivistan ji hev deranaşayê Apê min wiha dest bi çîroka Newrozên Berê kir. Heya sala 1954’an di Bazarcixa Dîgorê de Newroz bi eşq û şên tê pîroz kirin.

Mem û Tajdîn, Siyabend û Qedê, birader in, bi bext in; tevan ji belayê re ferman xwendine. Sed sal berê Seyîdxan û Elîcan jî bi heman awayî, serî dane heman rêyê, birader in û bext in.

Dilo jaro bi Yado re xeberde,

Lo Axayo weleh nabe bileh nabe

Dayê Sêvê, Sêva Biro li herêma Wêranşarê, ji gundê Gede jiyaye. Jineke hekîm, zana û jêhati bûye. Mixabin ez negihiştimê. Dayê Sêvê di sala 1986’an de koça xwe ya dawîn kiribû.

Malbata Birikê binemala dengbêjiyê ye. Serdarê kalikê wan, herdu kurên wî Biro û Emer, çawa jî Şeroyê kurê Biro bi wisa jî Fariz û Hemîdê kurên Emer jî dengbêj in.
![Ferzê; Şahê Dengbêjan[1]](https://api.azadyawelat.com/uploads/dengbej.jpg)
Ferzê di serê salên 1900î de li gundê Xelêya Kopê ji dayik bûye. Kurê Başê Beşîr e.[2] Xwedan dengekî zirav û bilind bûye. Hemsalê Dengbêj Reso, Mistefayê Xelê Heyran, Siloyê Gulê ye.

Navê Malakan ji şîr tê. Peyva malakan bi zimanê rûsî ji peyva Molokan tê ku ev jî bi kurdî tê wateya şîr. Di dawiya sedsala 19’emîn de çarê rûs ew mişextî Serhedê kirine.

Arix dibên li gundê Saran

Çîroka Şahmaranê ya bi efsûnî, di bîra gelên herêmê de bi şaxên cûr bi cûr tê ziman.

Bi ya min Şahmaran dijî. Ji ber ku di her gundekî de çîrokeke wê û di her malekê de resmeke wê heye. Lê di mala me de, du resmên wê hebûn; yek ser şûşê hatibû çêkirin, bavê min ji bajêr stendibû.

Çîroka Hesamê Axê û Lelîxanê çîroka evîn û bext e. Çend şaxên çîrokê hene, hema di her şaxekê de ya/ê ku bebextiyê dike cûda ye.