Gundê Hemdûnayê

Hemdûna; di welatê Xaldiyan de yek ji wan gundên herî kewnar e. Ji Êlihê pêncî û ji Qûbînê jî sî û du kîlometreyan dûr e. Di dema xwe ya biro biro de gund şên bûye.

1 deqe xwendin

Hemdûna; di welatê Xaldiyan de yek ji wan gundên herî kewnar e. Ji Êlihê pêncî û ji Qûbînê jî sî û du kîlometreyan dûr e. Di dema xwe ya biro biro de gund şên bûye. Lê mixabin roja îroyîn, di gund de bi tenê pênc malbat dijîn. Ew ji eşîra denayî ne; ji wan malbatan yek ji Şengalî ye. Ji feqîrî, zor, zext û zilmê êzdî ji cih û warên wan kirine. Ji bê hedûriyê ji welêt derketine, lê tirsa wan ew e ku li cihên hedûrî lê heye, civak ê ji çanda xwe dûr bikeve.

Di sedsala 19’an de Dewleta Osmaniyê bi şerên Rûsya û Îranê û di serhildanên Balkan û Misirê de şerpeze dibe û xwînê winda dike. Desthilatdariya wî ye li ser mîrektiyan jî sist dibe. Ji bo vê zexm bike Mistefa Reşît Paşa wek walî dişîne Amedê. Ev Reşît paşa li ser êzdî û ermenan komkujiyan pek tîne.

Serekê Xaldiyan Mîrzikê Zaza, ji ser vê zilm û zextê, ji serleşkerê rûsan ê Kafkasan, general Koms Paskêvîç re tekîliyan çêdike û dixwaze ku ji civaka xwe re rêyekê peyda bike. Jê re çend nameyan dişîne.

Di nameya xwe ya gulana 1830’yî de behsa razîbûna xwe ya hatina rûsan a Panosê dike. Name bi ermenîkî hatiye nivîsîn. ‘Ji aliyê qûlê Xwedê, Mîrza axayê Ridwanê, gelek silav û kilavên dostaniyê ji leşkerê Îsayî altindar û xweşmêr, birêz Paskêvîç re …1500 siyar û 5000 hezar leşkerên min yên peya hene…wê salê dema leşkerên te ketine Panosê … ez bi welatê xwe; hemû xelqên êzdî û Xaçparêz bi hatina te pir kêfxweş bûn, 22 Gulana 1830’yan'. Heta di dawiya vê nameya xwe de ji ber ku çavê kurê wî kul bûye, ji bo çavê wî derman dixwaze.

Di navenda gundê Hemdûnayê de kaniyek bi kevirên zer û bi antîke hatiye çêkirin heye. Nivîsa li ser kaniyê balkêş e; ‘Ev kanî ji bo bîranîna zanyarê îngilîz ê ku di sala 1849’an de gelê vî gundî zîyaret kiriye, Rêzdar Henry Layard hatiye çêkirin.’

Aûstîn Hênry Layard dîplomat û arkologekî îngilîz e. Di sala 1849'an da dema ku bi tevî komek zanyarên îngilîz ji bo lêkolînê tê herêmê, li gundê cîran Ridwanê giran nexweş dikeve. Hevalên wî hêviya xwe jê dibirin û diçin, lê hekîmên êzdiyan bi tecrûbe û dermanên xwe sê mehan wisa lê mêze dikin ku camêr silamet dibe. Dema vedigere Îngilîstanê bîranînên xwe yên der barê êzdiyan de wek pirtûk diweşîne. Ridwan wê gavê di destê malbata Mîrzikê Zaza de ye. Badoyê birê Mîrzik hemsalê Aûstîn e.

Ji nifşê çaremîn nebiyê Aûstîn, Johannês Dûchtîng di serê salên 1980’an de der barê gundê Ridwan û Hemdûnayê de, di rojnamekê de xeberekê dixwîne. Neheqiyek hatibûye serê êzdiyên li vê derê, dilê wî dişewite, 132 salan ji pey hatina kalikê xwe, tê gundê Ridwanê. Lêli wir êzdî nemabûne, ji wir jî tê gundê Hemdûnayê.

John Gest di salên 1987, 88 û 89'an de dîsa tê gundê Hemdûnayê. Wek kalikê xwe dibe mêvanê êzdiyan. Dixwaze ji bo xatirê kalikê xwe û nîşaneya minnetdariyê qenciyekê ji gund re bike. Dema ku pir israr dike gundî jî behsa pirsgirêka avê dikin û John bi perê xwe ji gundê cîran Beşpinarê avê tîne Hemdûnayê û kaniyê dide çêkirin. Ew jî wek kalikê xwe der barê êzdiyan de du pirtûkan diweşîne.

Li ba êzdiyan zewaca ji dervayî civaka êzdiyan qedexe ye. Ji ber wê ye ku ji Şengalê jî bûk tênê gundê Bişêriyê. Meta Sara jî bi salan berê ji Başûr bi zewacê hatibûye Hemdûnayê. Bêdengiya gund herî zêde bi jinan zor tê. Ji ber ku mêr carina diçin dervayî gund lê jin tim li gund in û di bêdengiyêde ne; bi xeyalên zar û zêç û cîranên koçber re dijîn û xweziliya xwe bi wextên berê dikin.

Ji Hemdûnayiyên li Evropayê dijîn, di van salên dawîn de, ji ber wasiyetên wan, miriyên xwe ji Evropayê tînin û li gund dispêrin axê. Di nav goristana gundê Hemdûnayê de ziyareta Xafûrê Rêyan heye. Bi heman navî ziyaret li başûr jî hene. Ev Ziyaret wek qubbekê û çar goşe hatiye çêkirin. Di demên berê de çûyîn û hatin pir zor û zehmet bûye. Bi Xefûrê rêyan, wek parastvanê rêyan hatiye bawerkirin û rêzgirtin. Dema ku hinek rêwî bin, malbat û heskiriyên wan dibêjin ku ‘Xefûrê Rêyan, bi we re be, bi xêr û silametî herin û vegerin.’ Ger ku hebe parî xweliya ziyareta Xefûrê Rêyan jî didin destê kesên rêwî, xwelî tune be jî ji pey rêwiyan av tê rijandin. Rêwî jî biduaya;

Banga min xwedê û Xefûrê rê ye

Riya heqî riya Xefûrê rê ye

Heke çiya ye û heke berî ye

Şêx Adî û Melek Şêxsinê Adiya

Em bi saxî û silametî ji van çiya

biçine wan çiya.

[accordions]

[accordion title="Çavkanî;" load="show"]Dîroka Êzdiyan: John S Guest

Ezîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş: Eskerê Boyik

Hin Gotarên Kemal Tolan û Orhan Basî[/accordion]

[/accordions]