Qelemşorên tirsonek

Ev nivîskarên tirk ên ku îro li ser marksîzmê dersan didin, li welatekî ku kurd lê tên çewsandin, zimanê wan tê qedexekirin û her roj polîtîkayên qirkirinê li ser wan tên meşandin, tu carî nebûn xwedî helwesteke radîkal a çînî û neteweyî.

1 deqe xwendin
Qelemşorên tirsonek

Li ser medya dîjîtal nivîsekê bal kişand ser xwe. Sernavê wê "Aqilmendê Ocalan ê Amerîkî" bû. Ev nivîs a Soner Yalçîn e ku bi nezanîn û faşîstiya xwe tê naskirin. Ev nivîs, ne tenê analîzeke çewt û kêm e; di heman demê de mînaka herî berçav a şovonîzma fetişîst a dewletparêz e û nîşaneya kesên di qalibê zîhniyeta fermî ya Tirk de asê mane ye. Ên ku heta duh xulamtiya şablonên Stalînîst dikirin û îro jî di bin sîwana pergala Komara Tirk a faşîst de teoriyên pûç belav dikin, qasî serê derziyê jî ji şoreşa civakî fêm nekirine.

Ev nivîskarên tirk ên ku îro li ser marksîzmê dersan didin, li welatekî ku kurd lê tên çewsandin, zimanê wan tê qedexekirin û her roj polîtîkayên qirkirinê li ser wan tên meşandin, tu carî nebûn xwedî helwesteke radîkal a çînî û neteweyî. Çepgiriya ku li Tirkiyeyê nikaribû xwe ji bin bandora kemalîzmê rizgar bike, her gav netewe-dewleta tirk wekî pûtekî parast. Îro rabûna wan a bi zimanekî kîndar û tawanbarkirina Rêber Apo, ne ji xemxuriya wan a ji bo marksîzmê ye; tirs û xofbûna wan a ji hilweşîna pûtê wan ê pîroz, anku ji hilweşîna Netewe-Dewletê ye.

Rêber Apo ne wekî wan rewşenbîrên salonan e ku li ser maseyên qehwexaneyên Enqere û Stenbolê ronane deh teoriyan çêdikin. Ew lîderê şoreşekê ye ku bi mîlyonan mirov li ser piyan hiştiye. Şermeke mezin e ku kesên di jiyana xwe de nebûne perçeyekî koma herî biçûk a civakê û di pratîka xwe de tu carî nekarîne serketinekê bi dest bixin, rabin û pîvanên şoreşgeriyê bidin Rêber Apo.

Qelemşorê tirsok îdîa dike ku Rêber Apo nakokiya ked û sermayeyê avêtiye paşve. Ev nîşaneya korbûna îdeolojîk e. Kesê ku di jiyana xwe de pirtûkek Rêber Apo nexwendibe û teoriyên wî yên derbarê pergala kapîtalîst a ku civak xistiye nava lepên xwe de nizanibe, ne mumkun e ku bikaribe tespîteke di cî de bike. Lê mixabin nezaniya van kesan îro li Tirkiyeyê rûmetê dibîne. Ji ber ku ji naveroka nivîsan zêdetir armanca wan a reşkirinê derdikeve pêş; yanî di nivîsê de rastî çi ne, ne xema kesî ye. Lê di vê nivîsê de gelek şaşiyên cidî yên ku wekî rastî hatine nîşandan, di xema min de ne.

Rêber Apo tespîteke pir radîkal dike: Kapîtalîzm ne tenê sîstemeke aborî ye, sîstema herî pêşketî ya talankirina civakê ye ku xwe dispêre netewe-dewletê. Hûn nikarin bi girtina kargehan û avakirina dewleteke totalîter dawî li dagirkerî û talanê bînin. Heta ku dewlet hebe, çîna burokrat a nû wê hîn bêhtir keda karker û kedkaran bixwe û wan înkar bike. Rêber Apo bi parastina ekolojî û azadiya Jinê, pênaseya şoreşê berfireh dike. Ên ku hîn jî şoreşê tenê wekî desteserkirina qesran û avahiyên dewletê dibînin, di sedsala 19an de asê mane. Paradîgmaya Rêber Apo, sîstema kapîtalîst ji koka wê hildiweşîne.

Zimandirêjên ku dibêjin "Ev model tenê li ser kaxezê ye" bila li derdora xwe binêrin. Li Bakurê Kurdistanê, êrişên qeyûman ên dewleta faşîst a AKP-MHPê bixwe îsbata tirsbûna sîstemê ya ji modela Rêber Apo ye. Dewlet ne ji şaredariyên asayî, ji sîstema Hevserokatiyê û ji tora meclîsên gel ditirse ku desthilatdariya navendî parçe dike. Nivîskarê ku vê hovîtiya dewletê wekî kêmasiya DEM Partiyê nîşan dide, bi vî zimanî rewabûnê dide polîtîkayên qeyûman û rûyê xwe yê nîjadperest aşkere dike.

Ev cure nivîsên ku li over navê çepgiriyê tên weşandin, tenê xizmetê ji şerê psîkolojîk ê dewleta tirk re dikin. Kesên ku li hemberî Tecrîda Îmraliyê ya ku 25 sal in bi hovîtî tê meşandin dengê xwe dernaxin, mafê wan nîne ku li ser azadî û marksîzmê peyvan bafirînin.

Rêber Abdullah Ocalan, bi felsefeya xwe ya ku sînorên netewe-dewletan parçe kiriye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest û çepên rastî yên cîhanê bûye rênîşander. Ên ku zimandirêjiyê lê dikin, wê di nava rûpelên reş ên dîrokê de wekî parêzvanên modernîteya kapîtalîst û nîjadperestiya veşartî werin darizandin!