Meseleya kurdan di çarçoveya derûnnasiya polîtîk de
Berî her tiştî, pêwîst e em fêm bikin ka mirov nasnameya xwe çawa ava dikin û ev nasname çawa dibe sedema nêzîkbûn an jî dûrbûna ji mirovên din. Nasnameya civakî ya mirovek, dikare nêrîna wî ya li hemberî cîhanê bi temamî biguherîne. Heger mirov xwe di nav komeke xurt û serdest de bibîne, carinan dikare mafên komên din biçûk bibîne yan jî êşên wan fêm neke.

Meseleya kurdan, yek ji mijarên herî kûr û hesas e. Gelek caran, dema ev mijar tê nîqaşkirin, mirov tenê qala siyasetê, sînoran, şer an jî aboriyê dike. Lê belê, zanyarên derûnnasiya polîtîk dibêjin ku ev mesele bi tevahî pirsgirêkeke derûnî û civakî ye jî. Yanî ev pirsgirêk ne tenê li ser axê ye, ew di mêjî, hest û têkiliyên mirovan de jî cih digire. Gelo kurd û tirk çawa li hev dinihêrin? Çima mirov ji hevdu dûr dikevin an jî pêşdaraziyên wan li hemberî hev çêdibin? Dema em li van pirsan dinihêrin, em dibînin ku çareserî tenê bi îmzeyên siyasetmedaran çênabe; divê em dîwarên di navbera dil û mêjiyê mirovan de jî hilweşînin.
Berî her tiştî, pêwîst e em fêm bikin ka mirov nasnameya xwe çawa ava dikin û ev nasname çawa dibe sedema nêzîkbûn an jî dûrbûna ji mirovên din. Nasnameya civakî ya mirovek, dikare nêrîna wî ya li hemberî cîhanê bi temamî biguherîne. Heger mirov xwe di nav komeke xurt û serdest de bibîne, carinan dikare mafên komên din biçûk bibîne yan jî êşên wan fêm neke. Lê heger mirov êşa komên din wekî êşa xwe bibîne, ev yek dikare derî li ber aştiyeke mayînde veke.
Dema ku di navbera du aliyan de pirsgirêkek an jî pevçûnek hebe, her alî li gorî xwe li wê pirsgirêkê dinihêre û xwe mafdar dibîne. Di derûnnasiya polîtîk de ev rewş bi têgiha 'vegotinên pevçûnê' tê pênasekirin. Di sala 2024an de li ser vê yekê lêkolîneke pir balkêş hatiye kirin. Li gorî vê lêkolînê, di nav civakê de li ser meseleya kurdan du 'rabêj' an jî vegotinên sereke hene. Vegotina yekem; 'pirsgirêka serxwebûn û zextê' ye. Ev vegotin bi piranî ji aliyê kurdan ve tê qebûlkirin. Ew dibêjin ku bingeha meseleyê ew e ku mafên wan ên çandî û nasnameya wan hatine înkarkirin û zext li wan tê kirin. Vegotina duyem jî; 'pirsgirêka terorê' ye. Ev nêrîn jî bi piranî ji aliyê tirkan ve tê qebûlkirin. Ew difikirin ku pirsgirêka bingehîn ne nasname ye, ew bûyerên tundiyê û destwerdana hêzên derve ye. Derûnnasî li vir rastiyeke girîng nîşanî me dide: Dema ku mirovekî tirk pir zêde bi nasnameya xwe ya etnîkî ve bê girêdan, ew zêdetir baweriya xwe bi 'vegotina terorê' tîne. Ji ber vê yekê, piştgiriya wî ya ji bo mafên kurdan kêm dibe, lewra naxwaze vegotina kurdan bibihîse û ya xwe derdixîne pêş. Lê belê, di lêkolînê de tiştekî gelekî hêvîdar jî derketiye holê. Dema mirov êşa komên bindest fêm dikin û bi wan re dibin yek (hevgirtin), ev hest mîna pêlekê belav dibe. Yanî kesê ku ji bo mafê kurdan hevgirtinê nîşan bide, sibe dikare ji bo komên din ên mexdûr, wekî mînak ji bo elewiyan jî, heman hevgirtinê nîşan bide. Ev yek di derûnnasiyê de wekî 'bandora veguhastina duyeman e' tê zanîn û nîşan dide ku başî, empatî û hevgirtin dikare di nav civakê de belav bibe û sînorên nasnameyan derbas bike. Ev bandor nîşan dide ku hevgirtina mirovî ne tenê ji bo komekê ye, ew ji bo hemû civakê derman e. Heger em fêr bibin ku ji êşa cîranê xwe re nebêjin ‘ji min re çi’, em dikarin bingeha civakeke nû û adil biafirînin.
Ji bilî çîrokên ku di mêjiyê mirovan de hatine avakirin, têkiliyên rûbirû jî di çareseriya vê meseleyê de xwedî roleke pir mezin in. Mirov bi gelemperî ji tiştên ku nas nakin ditirsin û wan wekî xetereyekê dibînin. Heger tirkek û kurdek di jiyana xwe ya rojane de qet danûstandinê nekin, ew ê li gorî nûçeyên televîzyonan, medyaya civakî yan jî gotinên siyasetmedaran li hev binihêrin. Ev dûrbûn, dibe sedema pêşdaraziyên pir kûr. Lê dîsa jî di derûnnasiya polîtîk de dermanê vê yekê heye û ji vê re 'teoriya temasa navbera koman' tê gotin. Di lêkolîneke ku di sala 2019an de hatiye weşandin, ev rewş bi awayekî pratîkî hatiye tecrûbekirin. Ji bo vê yekê, çûne nav wargehên xwendekaran û li xwendekarên kurd û tirk ên ku bi tesadufî ketine heman odeyê nirxandine. Gelo dema van xwendekaran dest pê kir û li heman odeyê man, çi qewimî? Dema ku xwendekarên kurd û tirk bi hev re nan dixwin, sînemayê temaşe dikin, dema ku nexweş dikevin alîkariya hev dikin û heta derengiya şevê sohbet dikin, ew pêşdaraziyên ku bi salan di mêjiyê wan de hatine avakirin, dihelin û winda dibin. Li şûna ku xwendekar ji hevalên xwe re bibêjin 'ev kurd e' an jî 'ev tirk e', êdî dibêjin 'ew mirovek dirust e', 'ew hevalek dilpak e' an jî 'ew gelekî henekçî ye'. Yanî nasnameyên siyasî winda dibin û taybetmendiyên mirovî derdikevin pêş. Xwendekar diyar dikin ku ew di van têkiliyan de wek xwe hatine qebûlkirin hîs dikin û cudakerî di nav wan de tune dibe. Ev lêkolîn bi awayekî zelal îspat dike ku dermanê dijminatiyê, naskirina hevdu û têkiliya jiyana rojane ye. Heger em mekanên hevpar biafirînin, mirov dê hevdu wekî mirov bibînin, ne wekî dijmin. Têkiliyên mirovî yên rasterast, dikarin dîwarên herî stûr ên siyasetê jî hilweşînin û nîşanî me bidin ku em hemû di xwezaya xwe de mirov in û daxwaza me ya sereke jiyaneke bi aştî ye.
Mijareke din a girîng ku derûnnasiya polîtîk li ser disekine, hesta bêdadperweriyê û çalakiyên nav kolanan e. Çima hinek mirov ji bo mafên xwe derdikevin kolanan, çalakiyan dikin, dikevin nav talûkeyan, lê hinekên din deng nakin û li malên xwe rûdinin? Di sala 2017an de li ser bersiva vê pirsê xebatek hatiye kirin. Ev lêkolîn nîşan dide ku sedema bingehîn a derketina kolanan û çalakiyên mirovan, 'nebûna edaletê' ye. Heger mirov hîs bikin ku li hemberî wan neheqiyeke mezin heye û mafên wan tên xwarin, ew zêdetir hewl didin ku dengê xwe bilind bikin. Di lêkolînê de tê dîtin ku kesên xwe bi taybetî wekî 'aktîvîstên kurd' pênase dikin, ji ber di civakê de xwe mexdûr û bêdadperwer dibînin, amade ne ku tevlî her cure çalakiyên mafxwaziyê bibin. Armanca wan a sereke ew e ku vê sîstema ku ew wekî neheq dibînin, biguherînin û edaletê pêk bînin. Li aliyê din, mirovên ku xwe tenê wekî 'xwendekar', 'hawirdorparêz' an jî bi nasnameyên 'muhafezekar' pênase dikin, ji çalakiyên ku xetereyên qanûnî di nav de hene, direvin û xwe jê dûr digirin. Ji ber ku ew hesta bêdadperweriyê ewqasî kûr hîs nakin an jî naxwazin aramiya xwe û jiyana xwe ya rojane xera bikin. Ev xebat nîşanî me dide ku heger em bixwazin civakek bêpevçûn û biaştî ava bikin, divê dewlet û sîstem hesta edaletê di dilê hemû welatiyan de xurt bike. Heta ku mirov xwe bindest hîs bikin û bawer bikin ku edalet tune ye, derûniya berxwedanê û daxwaza guhertinê dê berdewam bike. Edalet, stûna bingehîn a her civakekê ye. Heger stûn xera bibe, avahî jî dê hilweşe. Ji bo ku ev avahî li ser piyan bimîne, divê mafên her kesî, bêyî ku li ziman û nasnameya wan bê nêrîn, bi qanûnan bê parastin.
Dema em bi çavê derûnnasiya polîtîk li meseleya kurdan dinihêrin, em fêm dikin ku ev mesele qet ne tenê bi siyasetê, sînoran an jî daxuyaniyên fermî ve girêdayî ye. Ew rasterast têkoşîna hest, têgihîştin, êş, trawma û pêşdaraziyan e. Heger rojekê li ser vê xakê aştî, aramî û jiyaneke birûmet ava bibe; divê em destpêkê guh bidin çîrokên hevdu û êşên hevdu fêm bikin. Pêwîst e em ji qalikê xwe derkevin û hev nas bikin da ku pêşdaraziyên me ji holê rabin. Û ya herî girîng, divê di her qada jiyanê de edalet hebe da ku ti kes xwe wekî hemwelatiyê duyem hîs neke. Aştî, berî her tiştî di mêjî û dilê mirovan de dest pê dike û bi hevgirtina civakî mezin dibe. Heta em dilê hevdu fêm nekin, îmzeyên li ser kaxizan dê ti carê têra aştiyê nekin.
Çavkanî
Kaçmaz, T., Türnüklü, A., & Karazor, V. (2019). Gruplararası Temas: Farklı Sosyal Kimliklere Sahip Üniversite Öğrencilerinin, Aynı Yurt Odasında Yaşadıkları Gruplararası Temasın İncelenmesi. Eğitimde Nitel Araştırmalar Dergisi, 7(2), 688-709. https://izlik.org/JA26DG28BA
Kaya, O., & Mamatoğlu, N. (2017). Relationships between social identity, perceived social justice and attitude towards participation in collective action. International Journal of Social Sciences and Education Research, 3(5 S), 1670-1682. https://doi.org/10.24289/ijsser.330198
Uluğ, Ö. M. (2024). “Dayanışma Ezilenlerin İnceliğidir”: Etnik Kimlikle Özdeşimin ve Çatışma Söylemlerinin Farklı Gruplarla Dayanışmadaki Rolü. Türk Psikoloji Dergisi, 39(Özel Sayı Kasım 2024), 61-82. https://doi.org/10.31828/turkpsikoloji.1542538


