Gotinên pêşiyan û gotinên xweş

Gotinên pêşiyan gotinên kurt in ku zanyariya gel nîşan didin; gotinên xweş jî gotinên watedar in ku bi ramana kesan pêk tên lê di jiyana rojane de pirî caran her du têgih tên tevlihevkirin

1 deqe xwendin
Gotinên pêşiyan û gotinên xweş

Li seranserê dîroka mirovahiyê, ezmûn, zanîn, çavdêrî û raman bi rêya ziman, ji nifşên pêşerojê re hatine veguhastin. Du amûrên herî bihêz ên vê veguhastinê gotinên pêşiyan û gotinên xweş (aforîzma) in. Têkiliyeke berbiçav di navbera asta pêşketina civakan û çanda wan a devkî de heye. Di civakên ku xwedî mîrateyeke çandî ya xurt in de, gotinên pêşiyan û gotinên xweş (aforîzma) beşek girîng ên ji jiyana rojane ne.

Gotinên pêşiyan gotinên kurt in ku zanyariya gel nîşan didin, belê gotinên xweş gotinên watedar in ku bi ramana kesan pêk tên. Her çendî ku her du jî derbirînên kurt û bibandor in jî, di bingeh, avakirin, armanc û wateya xwe de ji hev pir cuda ne. Belê , ev her du têgih di jiyana rojane de pirî caran têne tevlihevkirin. Têgihîştina cudahiya navbera gotinên pêşiyan û gotinên xweş tenê ne ji bo baştirkirina behreyên ziman, her wiha ji bo têgihîştina teşedana çand û ramanê girîng e.

Gotinên pêşiyan, ku ji zanyarî û hişmendiya  gel hatine parzinandin,  bi sedsalan hebûna xwe parastine. Gotinên pêşiyan, wekî gotinên damezrandî ne ku ji hêla mezinan ve ji ezmûnên demdirêj ên civakekê pêk tên û ji nifşekî ji bo nifşê din têne veguhastin. Gotina pêşiyan jî yekem car ji hêla kesekî/ê ve hatiye gotin; belê ji ber ku ew gotin bi demê re hatiye jibîrkirin gotin dibe milkê hevpar ê gel. Gotinên pêşiyan, gotinên kurt û bibandor ên çavdêrî û ezmûnên têkildarî aliyên cuda yên jiyanê ne. Ew ji têkiliyên mirovan bigirin û heta kar sebir, rastgoyî, xweza û aboriyê li ser gelek mijaran wekî pend û şîretan hatine pêşkêşkirin. Mînak, gotina "Çê kiro, bi xwe kiro; xirab kiro, bi xwe kiro." girîngiya qenciyê nîşan dide, lê gotina pêşiyan a "Tu çi di beroşê de daynî, tu yê wî bixwî" teqez dike ku mirov neçarî kiryarên xwe bin. 

Hêza van gotinan tenê ne wateyê, di heman demê de ceribandinên demê jî di xwe de dihewînin. Her gotineke pêşiyan bingeha ezmûneke hevpar a bi sedan, heta bi hezaran kesan e. Ji ber vê yekê, ew bîra kolektîf (hevbeş) a civakê temsîl dikin. Ji ber ku ew li ser çavdêriyên demdirêj ên mirovan hatine damezrandin, pirî caran daxuyaniyên diyarker jî di xwe de dihewînin.  Tiştên ku ew dibêjin ji nîqaşê re ne vekirî ne; bele dîsa jî ew her gav wekî rastiyên giştî yên jiyanê têne pejirandin.  Di vî warî de jî her tim xwedî taybetmendiyeke rêber in

Aforîzma, gotinên watedar û kurt in ku ji hêla ramanwer, hunermend, zanyar, an kesekî/e girîng ve têne vegotin.  Gotinên xweş (wecîze), formeke komkirî ya ramana takekesî ne. Berevajî gotinên pêşiyan, aforîzma nivîskarekî/ê wan ên naskirî heye. Mînak, gotina "Kurdno, malxirabno, an nebêjin em kurd in, an jî bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin” ya Celadet Elî Bedirxan e. Bi heman awayî, gotina helbestvanê alman Gothe, "Ziman nîvê neteweyekê ye” aforîzmayek e ku ji bi navê nivîskar re tê vegotin. 

Aforîzma, derbirîneke kurt û bibandor e ku ramana takekesî, ezmûna jiyanê yan perspektîfa felsefî ango nihêrîna kesekî/ê ya cîhanê nîşan dide. Ji ber vê yekê, di aforîzmayan de orîjînalîte (resenî) û perspektîfa kesane pir girîng in. Aforîzma ne hewce ye ku ramana hevpar a civakê temsîl bike. Bi rastî, ji ber ku li dijî ramanên heyî ye, ew carinan dikare bergeheke (perspektîfeke) nû jî pêşkêş bike. Lewra çavkaniya aforîzmayan ne ezmûna hevpar a mirovan e; hilberîna derûnî ya takekesî ye.

Taybetmendiya herî cuda ku gotinên pêşiyan ji gotinên xweş (aforîzma) cuda dike nivîskar e. Di gotinên pêşiyan de, axaftvan nayê zanîn. Gotin wekî berhemeke hevpar a gel tê hesibandin. Belê, di gotinên pêşiyan de nivîskar tê zanîn û bi gelemperî li ser navê nivîskar tê vegotin. 

Çavkanî û pêvajoyên avakirina wan cuda ne. Gotinên pêşiyan di demek dirêj de têne çêkirin. Ew teşe digirin, digihîjin û ji nifşekî bo nifşekî din têne yekgirtin (standardkirin). Bi awayekî, civak wan diceribîne, diparêze û zindî dihêle. Ji hêla din ve, gotinên pêşiyan pirî caran ji nişka ve derdikevin. Di dema axaftina ramanwerekî/ê, di xebata nivîskarekî/ê de, an jî di axaftina rêberekî/ê de pêk tên. Gava ku ew gotin bandorker têne dîtin, berbelav û mayînde dibin. Ji ber vê yekê, her çendî ku gotinên pêşiyan afirandineke hevbeş bin jî ew berhema ramanên takekesî ne û pir caran jixweber pêk tên. Ji ber ku demildest nehatine nivîsandin xwediyê/a wan nediyar e. Li nav gel belav dibin û dibin aidî gel. 

Armanca gotinên pêşiyan û gotinên xweş ji hev cuda ne. Armanca sereke ya gotinên pêşiyan pend û şîretan pêşkêş dikin û ezmûnên jiyanê vedibêjin. Wekî nimûne, gotina pêşiyan "Destê bi tenê deng jê nayê”, tê wê wateyê ku destek bi tenê deng dernaxe lê du dest bi hev re dengek derdixin ku hevkariyê şîret dike. Ji ber vê yekê, her çendî ku gotinên pêşiyan bi giranî rêberiyê dikin jî, gotinên xweş asoya ramanê fireh dikin. Gotinên pêşiyan bi gelemperî zimanekî hêsan bi kar tînin ku ji hêla mirovên asayî ve bi hêsanî tên fêmkirin. Ji ber ku ew gotin ji nav gel dederketine holê  her wiha di nav gel de belav dibin û tên bikaranîn. Belê, di gotinên xweş de, asta perwerdeya axaftvan, paşxaneya çandî û pêvajoya ramanê aşkera dibe. Ji ber vê yekê, carinan wekî derbirîneke bêhtir xaze, razber/nedîtbar, felsefî, an edebî têne dîtin. Her çend gotinên pêşiyan bi zimanê axaftinê yê gel ve girêdayî bin jî, gotinên xweş, gotinên bedewkar ên ramana takekesî ne.

Gotinên pêşiyan hilgirên çandê ne. Ew nîşan didin ka civak an neteweyek çawa li cîhanê dinihêre, çi nirxan diparêze û çi ezmûn derbas kiriye. Ji aliyê din ve, gotinên xweşhilgirên ramanê ne. Ew nihêrînên ramanwer, zanyar û hunermendên mezin nîşan didin ku dîroka rewşenbîriya mirovahiyê dişêwînin. Ji ber vê yekê, gotinên pêşiyan neynikên mîrata çandî ne û gotinên xweş jî şopên mîrateya rewşenbîriyê ne. Mirov dikare bi lêkolîna gotinên pêşiyan ên civakekê re, têbigihîje ku xisletê/karakterê wê civakê çawa ye. Bi lêkolîna gotinên xweş ên ramanwerekî/ê re, mirov dikare fêm bike ka ew takekes cîhanê çawa şîrove dike.

Her çiqas di serdema nûjen de gihîştina agahiyan hêsantir bûbe jî, mirovahî hê jî nirxê xwe yê şaristaniyê diparêze. Gotinên pêşiyan şarezahiya jiyanê ya ku ji hêla nifşên berê ve hatiye berhevkirin pêşkêşî me dikin. Ji hêla din ve, aforîzma (gotinên xweş) deriyên nû yên ramanê li ber me vedikin. Gotinên pêşiyan kokên/eslê me tînin bîra me; aforîzma jî asoyên me fireh dikin. Gotinên pêşiyan dengê ezmûnê ne. Aforîzma dengê ramanê ne. Gotinên pêşiyan, mîna çemekî ne ku ji rabirdûyê ve diherikin. Aforîzma jî ronahiya aqil, pêjn û pêhesîna takekesî ne. 

Mirov nikarin tenê bi agahiyên rabirdûyê bijîn; lewra ew di heman demê de hewceyê ramanên nû û nûjen in jî. Gel van gotinan tenê ne ji bo derbirîn û xemilandina axaftinên xwe, ji bo xurtkirina argumanên xwe jî bi kar tînin. Ji ber vê yekê, gotinên pêşiyan û aforîzma ne alternatîfên hev in, temamkerên hev in.