
Gotinbêjî
Divê em ji bîr nekin ku mirov tenê ne bi qasî ku difikire heye; bi qasî ku dikare xwe îfade jî bike heye. Û peyv, heke rast were bikaranîn, yek ji amûrên herî hêzdar ên mirovan e.


Divê em ji bîr nekin ku mirov tenê ne bi qasî ku difikire heye; bi qasî ku dikare xwe îfade jî bike heye. Û peyv, heke rast were bikaranîn, yek ji amûrên herî hêzdar ên mirovan e.

Ziman yek ji amûrên herî bingehîn ên hebûna mirov e. Belê, ziman tenê ne amûrekî ragihandinê yê bêalî ye; di heman demê de bingehek xurt e ya ramanê dişêwîne, hestan bi rê ve dibe û rastiya civakî ava dike. Her wiha mirov dikare bêje ku hunera axaftina xweş ango Xweşpeyivîn, wekî bikaranîna axaftina herî parzinandî, bibandor û safî ya ziman e.

Her çendî ku têgiha ‘makeziman’ û ‘zimanê dayikê’, di zimannasiyê de pir caran bi heman awayî tên bikaranîn jî, bi rastî ji hêla wate û erkê ve cudahiyên girîng di xwe de dihewînin.

Roman ji hêla perspektîfeke civakî ve deng dide mirovên ku di vegotinên fermî yên dîrokê de nayên dîtin. Xizan, jin, koçber û komên marjînalîzekirî di wêjeyê de bi riya romanê têne temsîlkirin. Mînakî, Les Misérables ne tenê çîrokeke rizgariya takekesî ye; ew di heman demê de rexneyek li ser rêzikeke civakî ya neheq e.

Dîroka mirovahiyê ne tenê dîroka şer û dahênanên domdar e; di heman demê de dîroka vegotin, çîrokbêjî û lêgerîna wateyê ye jî. Wêje ji bo têgihîştina civakê neynika bedew a hewldana mirovahiyê ye

Çîrvanok di nav kevneşopiya wêjeya devkî de wekî vegotina kêfxweşiyê, ji nifşekê ji bo nifşeke din hatiye veguhastin û bûye hilgira nasnameya çandî, nirxa exlaqî û hişmendiya hevpar.

Wisa hatiye qebûlkirin ku “candarê biaqil tenê mirov e”.

Destpêka hemû danûstandin û têkiliyên navbera mirovan a rû bi rû axaftin e. Axaftin hem pêdiviya têkiliyên rojane û hem jî alava derbirîna fikr û boçûnên mirov e.

Sedema gelek gengeşî, arîşe û lêkdanên civakî yek jê wateya şaş û ya din jî vegotina şaş a der barê têgihan de ye. Heta ku vegotineke rast pêk neyê, têgihiştineke rast pêk nayê.

Di vegotinê de; çi bêje an jî gotina ku ji devê mirov derdikeve, peyamekê dide kesê/a ku guhê wî/wê li ser gotin û vegotinê ye.

Gelek kesên zana û pispor li ser mafê zarokan û perwerdehiya wan serê xwe diêşînin û derbarê perwerdehiya wan de angaştên balkêş derdixin pêş û fikr û boçûnên xwe derdibin.

Beriya niha bi hezaran sal mirovan di ser xwe re bi timtêl û meraq li roj, heyv, stêrk û gerstêrkên asîman ên ku liv û tevgerên gerdûnê nîşan didin, nihêrîne.

Her dem û serdema nû ya ku têkiliyên navbera mirovan û ragihandina wan hêsantir û xurtir dike, bi heman awayî gelek pirsgirêk û arîşeyên demê jî bi xwe re tîne.

Îro ro em dibînin û dibihîzin ku gelek mirov dixwazin bibin xwediyê tiştên ku ew bi xwe ne xwediyê wan in. Hest, helwest û baweriyeke wisa her kesî ber bi fikar û bêewlehiyê ve dike.

Tiştê ku mirov dike mirov yek jê beden û ya din jî derûnî ye. Mirov tenê ne hebûneke daringî ye; hebûneke arişî ye jî. Li gel aliyê bedenî aliyê wî/wê yê derûnî jî heye.

Di gerdûna biserûber de hemû tişt û hêmanên ku hene xwezayî ne. Li ser rûyê erdê jî du hêmanên bingehîn hene; hêmanên xwezayî û hêmanên çêkirî.

Ji roja ku mirov bi mirovbûna xwe hay bûye û heta îro bêhejmar mirov hatine ser rûyê dinyayê û çûne. Belê tu dem, serdem û dewranên mirovahiyê nîn in ku bê şer, pêvçûn û lêkdan derbas bûbin.

Mirov, wekî hemû heyînên candar hebûneke xwezayî ya ku bê haya xwe tê ser rûyê dinyayê. Xweza jî li gor rêzik û rêgezên gerdûnê yên tevayî tev digere.

Ji navê peyvê jî baş diyar e ku aştî rasterê tê wateya aşbûn, hêminî, hêwirî û aramiya mirov a derûnî. Wekî din jî; tê wateya lihevkirin, lihevhatin û rihetiya mirovan û hevahengiya civakê.

Hêz û behreya ku mirov ber bi kar û kiryarên baş, encam û serketinê ve dike, vîn û viyana (îradeya) mirov e. Biserketina karekî baş, fêdedar û birêvebirina jiyaneke birûmet têkildarî vîneke xurt e.

Pewrwerdehiya zarokan a sereke bi perwerdehiya dayikê dest pê dike. Belê berî perwerdehiya zarok, pêdivî perwerdekirina dayikê heye.

Derûnnasiya perwerdehiyê şaxekî zanistê ye ku li ser tevgerên mirov û heywanan lêkolînê dike û cudahiyên di navbera mirovan de jî destnîşan dike.

Têgihîştin û têgihên hevpar ên pênaseyên perwerdehiyê bêsînor in.

Gelek pêwendî, reftar û tevgerên mirov ên ku di çarçoveya têgînî ya exlaqî de tên pirsiyarkirin û bi gelek awayan tên şîrovekirin, hene.