Çîrvanok

Çîrvanok di nav kevneşopiya wêjeya devkî de wekî vegotina kêfxweşiyê, ji nifşekê ji bo nifşeke din hatiye veguhastin û bûye hilgira nasnameya çandî, nirxa exlaqî û hişmendiya hevpar.

1 deqe xwendin
Çîrvanok

Dîroka mirovahiyê tenê ne dîroka şer, dahênan û veguherînên siyasî ye; ew dîroka vegotin, çîrok, roman, helbest û çîrvanokan e jî. 

Çîrvanok ji bo fêmkirina mirov civak û xwezayê, şêweya vegotina kevintirîn û bibandortirîn a mirovahiyê ye. Çîrvanok di nav kevneşopiya wêjeya devkî de pêk hatiye û wekî vegotina kêfxweşiyê, ji nifşekê ji bo nifşeke din hatiye veguhastin û bûye hilgira nasnameya çandî, nirxa exlaqî û hişmendiya hevpar. Her çendî ku bi demê re derbasî wêjeya nivîskî bûbe û veguherînên fermî jiyabe jî, çîrvanokê bi piranî erka xwe ya çandî parastiye.

Em dixwazin di vê gotarê de bandora çîrvanokê ya li ser jiyana çandî; ji koka wê ya di wêjeya devkî de bigire heta rapêşkirina wê ya di wêjeya nivîskî de bînin zimên. Jêderka çîrvanokê û cihê wê yê di wêjeya devkî de xwe dispêre serdemên dîrokî yên kevnar; ango xwe dispêre dema berî dahênana nivîsandinê ya ku mirov hê nû dest bi axaftinê û avakirina ziman kiriye. Di civakên destpêkê de çîrvanok, ji bo ravekirina diyardeyên xwezayî, kêmkirina tirsê, fêrkirina qaîdeyên civakî û zindîkirina bîra kolektîf hatiye vegotin. Çîrvanokên ku li dora agirê civînê dihatin vegotin, tenê ne celebeke ragihandinê ya di navbera çîrokbêj û guhdaran de bûn; di heman demê de diyalogek rojane ya civakî bû jî. Çîrvanokên ku li dora êgir, di şevên dirêj ên zivistanê de, an jî di nav karên rojane de dihatin vegotin, dem û mirov nêzîkî hev dikirin.

Di wêjeya devkî de, çîrvanok nerm û guherbar in. Her vebêjer çîrvanokê bi ezmûn, ziman û paşxana xwe ya çandî ji nû ve ava dike. Ev yek jî piştrast dike ku çîrvanok tenê ne xwediyê guhertoyeke "resen" e; ew her dem zindî û pêşketî bûye. Ev nermbûn ji bo berdewamiya jiyana çandî û civakî çîrvanokê dike yek ji amûra herî bihêz 

Çîrvanok bîra çandî ye; çîrvanok şêweya herî girîng a vegotinê ye ku bîra çandî ya civakê dewlemend dike. Tirs, hêvî, nirx û nihêrîna cîhanê ya civatekê bi riya daweran/sembolan cihê xwe di çîrvanokê de dibînin. Ejdeha/zîha, dêw, hût û perî, ajal an jî  mirovên jîr her yek ji wan wateyeke civakî ya taybet û daweriyekê temsîl dike.

Çîrvanok nîşana nimûneya dadmendiya civakî ye. Bo nimûne, motîfa "qencî’yê di dawiyê de bi ser dikeve, ku pirî caran xwe di şexsê çîrvanokyan de jî dide der. Qehremanên jîr berxwedana li dijî neheqiyê temsîl dikin, her wiha serwer an cinawirên hov sembola desthilatdarî û xerabiyê ne. Di vî warî de, çîrvanok rê didin nirxên exlaqî û bi awayekî aşkere dozînekê pêşkêş dikin. 

Çîrvanok nemaze ji bo zarokan, yek ji amûrên perwerdehî û hîndekariyê yên pêşîn e. Belê di çîrvanokê de erka perwerdehî û hîndekariyê tenê bi zarokan nayê sînordarkirin; mezin jî bi rêya çîrvanokan normên civakî, zehmetiyên jiyanê û tevliheviya têkiliyên mirovan fêr dibin. Aliyê çîrvanokê yê hînker, rasterast wekî pend û şîretekê xuya nake; berevajî wê, ew bi rêya vegotina nerasterast û bi awayekî sembolîk derdikeve pêş. Ev yek çîrvanokê ne bi qaîdeyên exlaqî yên hişk; bi vegotineke nerm e ku ramanê teşwîq dike. Lewra têgiha "exlaqê çîrokê" bingeha hêza perwerdehî ya çîrvanokê pêk tîne. Çîrvanok di avakirina nasnameyên takekesî û civakî de roleke girîng dilîze. Dema ku zarokek bi çîrvanokên çanda ku tê de mezin dibe re rû bi rû dimîne, ew nirx, ziman û xeyala wê çandê fêm dike. Ev yek çîrokê tenê nake cûreyeke wêjeyî, her wiha dike amûrek ji bo veguhastina nasnameyê jî. 

Çîrvanok di avakirina nasnameya neteweyî û civakî de jî roleke sereke dilîze. Çîrvanokên gelêrî nîşan didin bê ka civatek rewşa xwe, jiyana xwe û cîhana ku tê de dijî çawa dibîne. Ji ber vê yekê, çîrvanokên gelêrî jî elementek girîng a berxwedan û berdewamiya çandî ye. Civakên di bin zilmê de mîrateya xwe ya parastina çandî û rewşa ku tê de jiyane bi rêya çîrvanokan ji bo nifşên pêşerojê veguhastine. Bi dahênan û belavbûna nivîsandinê re, çîrvanok ji vegotin û kevneşopiya devkî derbasî vegotin û kevneşopiya  nivîskî bûye. Ev veguherîn di avahî û fonksiyona çîrvanokê de bûye sedema hin guhertinan. Çîrvanokên nivîskî li gor çîrvanokên devkî formeke westar bi dest xistiye û beşdariya takekesî ya vebêjer sînordar kiriye. Belê, vê yekê bandora çîrvanokê qet kêm nekiriye; berevajî wê, kiriye ku çîrvanok bigihîje erdnîgarî û nifşên cuda jî. Berhevkar û nivîskarên wekî  Ezopê yewnanî, La Fontainê fransî û Hans Cristion Andersenê danînmarkî, bi vegotinên xwe çîrvanok kirine beşek ji wêjeya gerdûnî. Di vê pêvajoyê de, çîrvanok ji vegotinên herêmî veguheriye mîrateyek çandî ya gerdûnî.

Wêjeya nûjen, hem ji hêla fermî ve û hem jî ji hêla mijarî ve, ji çîrvanokan peyam wergirtiye. Nîgar nexş û nimûşên çîrvanokan bi gelemperî di roman, çîrokên kurt û cureyên helbestê de têne dîtin. Realîzma efsûnî, wêjeya xeyalî û vegotinên alegorîk refleksên hemdem ên  çîrvanokyan in. Di wêjeya nivîskî de, çîrvanokvan êdî çîrvanokê tenê ne wekî cureyeke ji bo zarokan; her wiha li vegotineke kûr a ku ji bo mezinan jî tê nivîsandin, dadigerîne. Hêmanên çîrvanokan ji bo mirovên nûjen dibe rêyek bibandor da ku xerîbî, fikarên hebûnî û rexneyên derbirînê didomîne. Ji destpêka mirovahiyê ve, mirov tenê ne pêdiviya jiyanê, pêdiviya wan a vegotina serpêhatiyên xwe di şiklê çîrvanokan de nîşan dane. Çîrvanok yek ji kevintirîn û dilsoztirînên formên ziman in ku tevahiya mirovahiyê û cîhanê bi hev ve girê dide. Çîrvanok û çîrvanokvan berî nivîsandinê berî kaxizê, berî pirtûkan, heta berî ku peyv wateyên niha hebûn, hebûye. Ji ber ku çîrvanok ne tenê ji peyvan pêk tên; ew bi bîr, xeyal, tirs û hêviyê têne xurtkirin û xwedîkirin. Divê meriv çîrvanokan tenê wekî çîrokên xeyalî yên ku ji zarokan re têne gotin nebîne. Li şûna wê, çîrvanok binhişê civakekê ne; ew derbirîna dawerî  ya tirs, xwestek û nimûneyên tepeserkirî ne. Ji ber vê yekê, çîrvanok ne bêlayen in; ew di nav jiyana çandî û civakî de çêkerên wateyê yên bihêz in.

Îro, çîrvanok tenê ne di rûpelên pirtûkan de, bi rêya sînema, şano, anîmasyon û lîstikên dîjîtal jî berdewam dike. Çîrokbêjiya çîrvanokê bi veguherandina forma xwe maye, lê fonksiyona xwe ya bingehîn û afirandina wateyê û girêdana mirovan a bi hev re, parastiye.  Di çanda populer de, çîrvanok ji nû ve tên şîrovekirin û vegotinên klasîk bi pirsgirêkên hemdem re tên tevlihevkirin. Ev jî nîşan dide ku çîrvanok ne şêwazek westar û statîk e; vegotineke dînamîk û veguherîner e. Tevî leza cîhana nûjen çîrvanok, ji bo  ku bersiva lêgerîna mirovahiyê bi kûrahî bide, hebûna xwe diparêze.

Di rêwîtiya xwe ya ji wêjeya devkî ber bi wêjeya nivîskî ve çîrvanok tenê ne wekî cureyek wêjeyê maye; ew bûye yek ji bingehên jiyana çandî jî. Bandora çîrvanokê di gelek waran de; wek veguhastina nirxên civakî, parastina bîra çandî, avakirina nasnameyê û pêşketina takekesî bi awayekî zelal xuya dike. Çîrvanok, tevî guherîna dem û şêwaza jiyanê, ji bo ku bala mirovan ber bi lêgerîna wateyê ve bike, nirx û girîngiya xwe diparêze. Di vî warî de, çîrvanok bermahiyek ji rabirdûyê ye; ew hebûna xwe wekî hêmayek zindî û veguherîner a jiyana çandî didomîne.