Têkoşîna ji bo muzakereyan didome

Ji bo ku destê sermuzakerevanê pêvajoyê bihêztir bibe divê lêgerîna tifaqên nû, hewldanên dîplomatîk ên di asta cîhanê de bên xurtkirin. Em tifaqên nû bi pêş bixin.

1 deqe xwendin
Têkoşîna ji bo muzakereyan didome

Di rêveçûna pêvajoyê de pirsgirêk heye. Ji ber xitimandina heyî ya di siyaseta dewletê de, çareserî bi pêş nakeve. Helbet ji gotin û kiryarên rayedarên dewletê jî tê fêmkirin ku ji bo paqijkirina rêya çareseriyê, ti xebat ango proje li holê tune ye. Ya rast di vê mijarê de gotin, faktora herî berbiçav e ku pê bê. Hikûmet ji lûgata ku çareseriyê biafirîne, ji hizrandina wê dûr disekine. Kaosê, wateya peyvê daqurtandiye. Girîng e ku di demeke zûtirîn de siyaseta înkarê were terikandin. Di warê hiqûqî de sererastkirin bê kirin ku rê li ber pêvajoyê were vekirin. Divê di zihniyeta navendî ya ku kakilê netewe-dewletê ye, sererast bibe ku di çarçoveya muzakereyê de çareserî pêk were. Hişmendiya ku xwe wek navenda her tiştî dibîne, li pêş çareseriyê astengiyek mezin ava dike. Mişextiya siyaseta demokratîk û ew statuya ku ji bo kurdan rewa tê dîtin, bi dawî bibe. Feraseta neteweya demokratîk, weke mozaîka gelan a xwecih qebûl bike… 

Avakirina civaka demokratîk xebata herî girîng a vê serdemê ye ku em xwe û civaka xwe birêxistin bikin. Li hêla din meseleya aştiyê, bêguman dê bi dewletê re pêk were. Ji bo tevlêbûn û lihevhatin/aştiyê  edaleta civakî divê. Rêxistina civaka kurd, ew ê bi hêza siyaseta demokratîk pergala xwe ji nû ve ava bike. Berî her tiştî, di avakirina aştiyê de bi beşdariya tevahî pêkhate, saziyên civakê re ku bi empatiya hemû aliyan hevgirtinê çêbike aktîf bibe. Ji bo muzakereyan têkoşîn divê, ji bo têkoşînê jî bêguman pêdîvî bi hêza xwebirêxistinkirineke xurt heye. Di meşa pêşdebirina vê pêvajoya diyalogê de ev du şêwazên girîng in ku yek bêyî ya din nameşe. Ev bi dewlemendiya rêbazên têkoşînê misoger dibe. Helbet ew ê têkoşîn li pêşiyê muzakereyan bimeşe ku yek ji karektera herî esasî ya vê qonaxa diyalogê ye! Yanî têkoşîn, çalakî û muzakere di nav hev de ne; yek ya din karîger dike…

Du têgihên bingehîn ên vê demê: ku hêla xwe ya herî esasî avakirina siyaseta demokratîk serwer bike… Ji bo avakirinê jî têkoşîn divê. Li aliyê din pêşdebirina qevzên hiqûqî yên ji hêla dewletê ve ne ku tên paşguhkirin û di vê wateyê de bên şopandin. Di qonaxa heyî û xitimandinê de bêşik zêdetir divê rêbaza têkoşînê esas bê wergirtin, ku ev yek ji bingeha girîng a bipêşxistina rêgeza muzakereyê ye. Di vê qonaxa jinûveavakirinê de meşa li pey têkoşînê, yan jî xwe li benda dewletê hiştin, em bizanin ku li dijî karekterê vê serdema jinûveavakirinê ye. Pêvajo, li hember lawaziyê arastekirina têkoşînê ye. Niha dema gurkirina hêza fikirandinê ye. Ji bo muzakereyan, têkoşîneke piralî divê. Hêvî, di avakirina civaka demokratîk, komunal û xebatên wê de ye ku bê bipêşxistin. Helbet binemaliya wê têkoşîn e. Di wateya ku civaka demokratîk, dikare xwe bi xwe birêxistin bike û gavên ewil biavêje. Qezenca herî mezin a vê pêvajoyê, birêxistinkirina civakê ya demokratîk e. 

Ji bo ku destê sermuzakerevanê pêvajoyê bihêztir bibe divê lêgerîna tifaqên nû, hewldanên dîplomatîk ên di asta cîhanê de bên xurtkirin. Em tifaqên nû bi pêş bixin. Astengiyên li pêş fikrandina tifaqên nû, bila werin rakirin. Girîngiya xwe heye ku têkoşînek piralî ya bipêşxistina avakirina civaka demokratîk, ji her demê zêdetir îro bê dayîn. Lê ne bi mantelîtaya şêwazên berê ku hatine ceribandin. Pêşvebirana vê qevzê, wê li gel civakê hêviya ji bo demokrasî û aştiyê serwer bike. Têkilî, tifaq, çalakî, têkoşîn û xistina meriyetê ya vê destwerdanê ji çend şaxên sereke yên vê serdemê ne ku tevgerkirina veguhertinê li seransere welêt encam bide. Zor û lawaziyên vê demê em dikarin bi xîret, hevparkirin û têkoşînê derbas bikin. Herkesê/a ku dibêjê ‘ez li dijî şer aştiyê dixwazim’ dikare bi qasî pêkhateyek serbixwe ji vê demê re pêşengiya lihevkirina civakî bike ku edalet û aştî pêk werin…

Her wiha yê ku li pêşiya beşveçûna vê qonaxê astengî derdixe dîsa ew zihniyeta navêndî ya netewe-dewletê ye ku naxwaze meseleya ziman û nasnameya kurdî bi rêyên diyalog/muzakereyê çareser bike. Îcar ji çareseriyê wêdetir, ji rêya çareseriyê derketin heye. Îktidar ji muzakereyên bi nûnerên kurdan re direve… Pêşiya siyaseta demokratîk kilît dike. Ji bo kurdan ev serdema pêşvebirina têkoşînê ye ku ev erka me hemûyan e. Di hêla anîna ser zimên a daxwaziyan de xwedubarekirin heye ku wê ev bi xwe re xeteriyan bîne. Helbet nûnerên kurdan ew ê daxwazên civaka xwe bi awayekî vekirî bînin ziman; di vê babetê de kêmasî tune ye. Li şûna dubarekirina meseleyê, mirov dikare ji rêzkirina daxwaziyan zêdetir, têkoşînê xurt bike ku di destê me de sedemên vê gelek in. Bi têkoşînê zextê li desthilatê bikin ku dest bi pêvajoya muzakereyê bike. Ev daxwaz tim di rojeva siyasetê de bê hiştin, ku encam bide. 

Dewlet di çareserkirina meseleya kurdî de, teknîkî nêzîk dibe! Ji çareseriyê rev heye. Erdogan, niyeta xwe vekirî nabêje, li dora meselê dizîvire. Bila niyeta xwe aşkere bike ku ka di ajandaya wan de çi heye. Bi vê siyasetê pirsgirek çareser nabe. Dewlet di gotina ‘terorê’ de israr dike… 

Ji bo azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, meşandina têkoşînê ji her demê zêdetir niha pêdivî bi pêkanîna çalakiya vê heye. Çalakkirina vê ji xebatên rêxistinkirinê yên civaka demokratîk ne qut e. Her wiha kar û barên ji bo yekîtiyê li bakurê Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên sazî û partiyên siyasî berdewam in. Şanazî ye ku îro li gel hemû rengên xwe em yekîtiya demokratîk muzakere bikin. Civakîkirina vê bêguman erka siyasetê ye. Divê gotin ji bo çareserî û afirandina fikran be; wateyek xwe hebe. Civak ji rêveçûna rengê pêvajoyê, bê xeber nabe. Ji rêxistinkirina civakê re, piratîk-polîtîkayek xurt divê. Pêkan e ku civak; ji bo xwe bi rêvebirinê di vê hêlê û ji gelek aliyan ve xwe amade bike...