Ji bo pêkanîna yekîtiyê
Astengiyek din a li pêşiya vê yekîtiya di navbera kurdan de, nêzîkatî û perspektîfa siyasî ya serdest a mêran e. Ji ber ku her partî û rêxistin îdeolojiya xwe ji daxwazên neteweyî bilindtir dibîne, yekîtî pêk nayê û pirsgirêk çareser nabe. Bi perspektîfeke cuda ev yek dikare were derbaskirin. Ev jî dê bi rêbaz û helwestên jinan pêk bê.

Yekîtî ji bo hebûna her neteweyekê pir girîng e. Dema ku em li dewlet û neteweyên cîhanê dinihêrin, em dibînin ku ew bi xwedîlêderketin û bi bidestxistina yekîtiya xwe li ser piyan dimînin. Siyaseta giştî ya dewletan bi pêkanîna hin xal û prensîbên bingehîn bi pêş dikeve. Yek ji van jî yekîtiya wan a neteweyî ye. Hemû partiyên siyasî yên welatekî li gor rêzikname û bernameyên xwe tevdigerin. Her çend nêrînên wan ên cuda û dijber hebin jî, dema ku berjewendiyên welatê wan di xetereyê de bin, ew li ser mijarên neteweyî dibin yek. Mînakên herî berbiçav partî, rêxistin, sazî û dezgehên li Tirkiyeyê ne. Di meseleya kurdî de hemû cudahiyên xwe didin aliyekî û li ser berjewendiyên gelê xwe dibin yek!
Yekîtî tê wateya hevgirtin, hevgirtin û yekparebûnê; tê wateya yekbûna ji bo armanceke hevpar. Her neteweyek xwedî nirxên xwe yên hevpar e; wek ziman, çand û dîrokê. Li gorî van nirxan bihevrebûn û parastina wan berpirsyariyeke bingehîn e. Yekîtiya demokratîk divê berfireh be û hemû beşên civakê bigire nav xwe. Wekî din, civak dê her tim rastî zilm, şer û pevçûnan bê.
Hêzên hegemonîk ên ku sed sal berê axa Kurdistanê di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dabeş kir, îro careke din ew xistiye navenda armancên xwe û veguherandiye qada şer û êrişan. Wan ji bo planên xwe pêk bînin, pêşî Iraq û Sûriyeyê û niha jî Îran kirine hedefa destwerdanên xwe. Kengî dor dê were Tirkiyeyê jî, herkes dişopîne. Kurd bi vê dabeşkirinê bêstatu hatin hêştin û di bin desthilatdariya van dewletan de rastî her cure zordariyê hatin. Lê belê, kurdan ji wê demê ve ev rewşa bêstatubûnê qebûl nekiriye, li ber xwe daye û heta ku ew daxwaza wan neyê qebûlkirin, dê li ber xwe bidin. Aşkere ye ku bêstatuhiştin û piştguhkirina kurdan, ku yek ji gelên herî kevnar ên Rojhilata Navîn e, dê aştî û aramiyê neyne herêmê. Ji ber vê yekê, aştî û aramiya herêmê, tenê bi avakirina jiyaneke demokratîk û azad, çareserkirina pirsgirêka kurdî di çarçoveyek demokratîk de û bidestxistina statuyek siyasî ya mayînde ji bo kurdan dikare bibe bersiv û bi ser bikeve.
Di vê rewşa aloz û krîtîk a li Rojhilata Navîn û li dewletên ku kurd lê dijîn de, gelê kurd bi têkoşîna xwe ya ku bedelên giran hatiye dayîn, sînorên ku erdnîgariya wan parçe dikin û li ser wan hatine ferzkirin, bêwate kirine û bi rastî jî zemîna avakirina yekîtiya neteweyî di astek bingehîn de amade kirine. Divê pêkhateyên siyasî yên ku di vî warî de ev bi salan e bi ser neketine û têk çûne, niha li gorî vê rastiyê tevbigerin.
Wekî ku em dizanin, yekîtiyê di dîroka kurdan de her tim cihê xwe yê sereke parastiye. Di hemû pêvajoyên aloz de rêber û pêşengên kurdan li ser girîngiya yekîtiyê nêrînên xwe gotine û xwestine ku kurd bibin yek. Mixabin, negihîştina vê armancê bûye sedem ku serdest û dagirker polîtîkayên xwe yên tunehesibandin, zilm û zordariyê li ser wan bidomînin. Ji bo wê jî tê gotin ku gelek astengiyan rê li ber bidestxistina vê yekîtiyê girtiye. Parçebûn jî yek ji wan e. Her malbat, eşîr, takekes, partî û rêxistin bi awayekî serbixwe tevgeriyaye û li gor pîvanên netewebûnê tevnegeriyaye û yên heyî jî terikandine. Gava ku berjewendiyên netewetiyê dernekevin pêş, ev meseleya bi sedan salan nayê çareserkirin.
Di her rewşa xetere de kurdan pêwîstî bi yekîtiya neteweyî dîtiye û gava ku li gor demê pêk anîne jî bi ser ketine. Bo nimûne, bidestxistina statuyê li başûrê Kurdistanê di sala 2002yan de û yekbûna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê salek berê, bandora gelê kurd li ser hikûmetên van welatan xurt kir. Lê belê, hemû hewldanên din ji ber destwerdanên derve dereng man û nedomdar bûn. Di vê serdema dawî de, ji ber rewşa li Îranê, partiyên kurdî yên li rojhilatê Kurdistanê jî berjewendiyên xwe yên partî û rêxistinî danîn aliyekî û hevpeymaniyên xwe ava kirin.
Li Bakur jî, hêviya gelê kurd a ji partiyên siyasî, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Bi rastî, partî û rêxistinên li Bakur di her axaftin û çalakiyên xwe de behsa yekîtiyê dikin, lê ev yek bi têra xwe li gorî bendewariyên gel nîn e. Hewldanên wan bê encam in ji ber ku ew bi gotinên neyînî, buxtankar û dijber nêzîkî hev dibin. Ev rewş di navbera wan de dibe sedema bêbaweriyê û ji bo mezinbûn û bêçaresermayîna pirsgirêkan hincetan peyda dike. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî fedakariyên hevbeş û parastina mafên hevbeş hewce dike. Dema ku ev pêk were, bawerî ava dibe û dengê wan digihîje hev. Li vir armanca yekîtiyê ne avakirina serdestiyê ye, lê avakirina hevsengiyê û bipêşxistina demokrasiyê ye.
Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, gelek xwezayî ye ku partî û rêxistin dema ku li hev dicivin xwedî bername û ramanên cuda bin. Ev cudahî ne çavkaniya nakokî û dabeşbûnê ye, lê belê pîvanên bingehîn ên çanda demokratîk in. Ji bo wê jî tenê yekîtî û hevgirtina kurdan a demokratîk dê rê li ber bingeha prensîbên bername û ramanên cuda qebûl dikin, vebike. Ev bingeha pirensîbên hevpar yek ji pêdiviyên herî girîng e ku di çareserkirina pirsgirêka kurdî de heta niha nehatiye kirin. Yekîtiya prensîbî ya partî û rêxistinên kurd bi hev re, dê veguhere sazîbûnekê ku ew tê de bi aşkere û bi dengekî bilind daxwazên xwe bînin ziman.
Dema ku em rewşê ji hêla perspektîfa hêzên serdest ve jî binirxînin, tişta herî girîng ku heta niha xizmeta berjewendiyên wan kiriye û hiştiye ku ew li ser nebûna çareseriyê israr bikin, nepêkanîna yekîtiya kurdan e.
Li ser vê bingehê, divê hemû partî û rêxistinên kurdî pêşî demokrasî, aştî û yekîtiya navxweyî ava bikin da ku bikaribin li dijî dagirkeran daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vê yekê, heke kurd çareserî û statuyekê dixwazin, divê ew pêşî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin û bi hestek yekîtiya neteweyî aştiya navxweyî pêk bînin. Bi vî rengî, hêzên derve dê neçar bimînin ku pirsgirêka kurdî çareser bikin.
Astengiyek din a li pêşiya vê yekîtiya di navbera kurdan de, nêzîkatî û perspektîfa siyasî ya serdest a mêran e. Ji ber ku her partî û rêxistin îdeolojiya xwe ji daxwazên neteweyî bilindtir dibîne, yekîtî pêk nayê û pirsgirêk çareser nabe. Bi perspektîfeke cuda ev yek dikare were derbaskirin. Ev jî dê bi rêbaz û helwestên jinan pêk bê. Tê zanîn ku jinên kurd, ku li Rojhilata Navîn û heta li tevahiya cîhanê xwedî hêza jinan a herî rêxistinkirî ne, her gav ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşin. Nimûneya herî berbiçav jî du konferansên jinan ên neteweyî ne ku wan di panzdeh salên dawî de, tevî hemû astengî û zehmetiyan, li dar xistine. Ji ber vê yekê em dibêjin ku ger kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, ew ê li ser wendahiyên sedsalên borî bi ser bikevin û vê sedsalê bikin ya xwe.


