Stratejiya mijûlkirinê

Ji bo ku pêvajoyek bi ser bikeve, divê civakî bibe. Dema em dibêjin civakî bibe, em behsa xwebirêxistinkirina civakê dikin ku ev bi rêya sazûmaniya demokratîk çêdibe. Siyaseta demokratîk divê ku civakê bi rêxistin bike, araste bike, bike xwedan înîsiyatîfa guhertin û veguhertinê.

1 deqe xwendin
Stratejiya mijûlkirinê

Di nav herikîna siyaseta Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de, pirsa kurdî her dem wekî mifteyekê li ber demokratîzekirinê radiweste. Lê dema em li dînamîkên dawî dinihêrin, em dibînin ku ev mesele êdî ji çarçoveya "mafên bingehîn" derketiye û veguheriye têkoşîneke stratejîk a pergalê. Di bingeha vê têkoşînê de pirsyarek sereke heye: Gelo aktorên dewletê amade ne ku ji bo aştiyê gavên rastîn biavêjin? An çareserî tenê amûrek e ji bo parastina îktîdarê?

Dema em li pêvajoyên diyalogê dinihêrin, em dibînin ku ji aliyê kurdan ve, bi taybetî ji Îmraliyê ji aliyê Rêber Apo ve, gavên ku ti kes nediwêrî lê bifikire hatin avêtin û tên avêtin. Ev gav ji bo vekirina rêya aştiyê û kêmkirina aloziyan derfetên zêrîn pêşkêş dikin. Lê belê, di aliyê dewletê de em rûbirûyê "stratejiya mijûlkirinê" dibin.

Îktîdar, her gava ku ji bo aştiyê tê avêtin, bi rêya medya û amûrên dewletê pêşî manîpule dike, paşê ji rojevê derdixe. Lê weke ku Rêber Apo jî destnîşan kiriye; serdem ne ew serdem e ku bi hesabên biçûk nêzîkatî li pêvajoyê bê kirin. AKP niha vê dike. Hesabên wê mayîna li ser postê desthilatê ye. Lê li aliyê din dewleta norm heye ku dibe pê re encam were bidestxistin. Ev her du nêzîkatî dibin sedem ku pêvajo ne wekî "çareseriyek mayînde", lê wekî "birêvebirina krîzê" bimeşe.

Yek ji xeletiyên herî mezin ên muxalefet û îktîdarê ev e ku kurdan wekî hêzeke "mecbûr" dibînin. Lê, rastiya siyasî nîşan dide ku kurd ne mecbûrî AKPê ne û ne jî mecbûrî muxalefeteke wisa ne ku nasnameya wan nas neke. Ev helwest ango helwesta kurdan weke xeta sêyemîn tê binavkirin ku heqeten wisa ye. Gelê kurd bi siyaxeta xwe ya demokratîk êdî aktorekî sereke ye ku bêyî li ber çavan bê girtin siyaset nayê kirin. Heta di hilbijartinan de ruşta xwe jî îspat kiriye. Di hilbijartinên van salên dawîn de kurdan nîşan da ku dikarin hesaban serûbin bikin. 

Îcar tevî vê hêza xwe ya mezin jî di mijara pêvajoya gavên qanûnî de ku dewlet lazim e biavêje; helwest û zimanê bendewariyê li hev nakin. Ji ber ku hemû pêvajoyan li cîhanê meşiyane, nîşan daye ku dewlet û îktîdar bi serê xwe û bi dilxwazî gavan navêjin. Ya ku bi wan gavan dide avêtin gel û helwesta gel, çalakgerî û tevgera gel e. Yanî ya esas helwesta gel e. Te dî pêşiyên me gotine; av rabû sikur belav bû. Ti hêzeke li ber hêza gel a rêxistinkirî bisekine tune ye.

Ji bo ku pêvajoyek bi ser bikeve, divê civakî bibe. Dema em dibêjin civakî bibe, em behsa xwebirêxistinkirina civakê dikin ku ev bi rêya sazûmaniya demokratîk çêdibe. Siyaseta demokratîk divê ku civakê bi rêxistin bike, araste bike, bike xwedan înîsiyatîfa guhertin û veguhertinê. Rêber Apo got; civaka demokratîk. Ev civak, civakeke exlaqî û polîtîk e. Encax bi vî awayî pêvajo dê bigihîje encamê. Hingê wê desthilat û dewlet jî ne bi kêfa xwe lê wê ji mecbûryetê gavan biavêjin.

Kurd û tirk, hezaran sal in li ser vê axê bi hev re dijîn. Dîrok nîşan dide ku gava ev her du gel bi hev re bin, herêm bi temamî bi hêz dibe. Lê eger dewlet bi aqilekî rasyonel tevnegere û kurdan ji sîstemê dûr bixe, ev ê bibe sedema karesatên nû. Di encamê de, statuya Rêber Apo û mîsyona wî ya muzakereyê, ji bo aştiya Tirkiyeyê ne bijarteyek e, mecbûriyetek e. Kurd êdî xwedî hişmendiyeke wisa ne ku dikarin her du eniyên heyî jî neçarî guherînê bikin. Siyaseta ku kurdan "bê alternatîf" dibîne, di rastiyê de ew siyaset e ku li ber wendakirinê ye.