Klîmatên siyasî li Tirkiyeyê sos e
Rêber Abdullah Ocalan, bi banga 27ê Sibata 2025an a “Aştî û Civaka Demokratîk”, deriyek vekir û xwest ku birînên sedsalî derman bike. Rêber Apo destnîşan kir ku ”aqil”, ji bo dewletan, ji bo civakan jî yek e.

Dîrok, tenê bi belgeyan kifş nabe û nayê xwendin. Dîrok, di pratîka desthilatdaran, karên sazî dezgehan û di wêjeyê de veşartî ye. Karakterê wêjeyê pîroz e û li dijî karakterê siyaseta qirêj têkoşînê bike. Mixabin em vê rastiyê di çîroka dewleta Enqereyê û wêjeya tirk de nabînin.
Mijara çîroka dewleta Enqereyê sed sal in; “Em ê mirov û gelê tirk çawa av bikin” e. Bingeha vê çîrokê ji aliyê Ziya Gokalp ve hate danîn. Bi Haraketa Kadro, meşrewetên entellektuelên Kubbealti de reng standiye. Ev siyaset, di pratîka Kulliyeya Cumhur a ku xwe navenda cîhanê û xwediyê şaristaniya umran dibînê dewam dike. Kesên Kadro;Yakup Kadri Karaosmanoglu, Şevket Sureyya Aydemir, Vedat Nedim Tor, Burhan Asaf Belge, Îsmaîl Husrev Tokin in û bi derxistina kovara KADRO dest bi kar kirin. Demekê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bi rêve birin.
Piştre bûne muxbir, hevalên xwe Şefik Husnu û Hîkmet Kivilcimli dane girtin. Diruşmeya kesên kadro; veraset nine, Hakan û başbux heye; dunyevî tirkîtî, uhrevî tirkîtî. Divê em her gotin û wateya gotinê, bi muhteve-naveroka destpêka mirovahiyê, li gorî neteweya tirk bihunun û “ûlûhiyetek”ê ava bikin.
Entellekuelên Kubbealti; Mehmet Kaplan, Ergun Goze, Cemîl Merîç, Mustafa Kafali, Ekrem Hakki Ayverdî, Necmettîn Haciemînoglu, Kerîm Sadî, Şûkrû Elçîn, Ahmet Kabakli, Ercument Kuran, Omer Faruk Akûn, Erol Gungor, Recep Doksat, Îbrahîm Kafesoglu. Ercument Kuran, Emel Esîn, Faruk Kadri Tîmurtaş, Mehmet Eroz û hwd. Diruşmeye wan jî; “Em di nava Îslamê de netewperest in”, “Meşreba me Turkîtî ye”, “Em ê pêşî mirov û gel ava bikin, piştre dest bavêjin karsazî karbidestiyê.”
Kesên Kadro jî, entellektuelên Kubbealti jî, xwedî komplekseke biyografîk in, ji diyalektîka sosyolojîk û demokrasî dûr in. Hajê wan ji cîhanê heye, gelên li Anatolya, bi taybetî gelê kurd, hêja kurd, wêjeya kurd nas dikin. Ji bo vê jî, biryarên wan û berhemên wan “mudafaname” ne. Bi vî rengî mirovên bi papyon-krawat derxistin holê.
Ev jî tê wateya ku di entellektuelî û wêjeyê de teror pêş xistin. Di meşweretên Kubbealti da koordînatên Osmani hatin desnîşankirin. Bi destê kadro û qelemşoran, weke xerca “turkî”tiya sabik û sapik lanse kirin.
Kompleksa biyografîk, bi rayedarên dewleta Enqerê re hebû, weke mêjiyekê parçekirî bû. Erger van kesan, ev mêjiyê parçekirî pîne nekiribane, kiryarên qirêj, nekrofîlî meşrû nekiriba ne, ewî di refên dikanên li “çarçiya sahafan”de toz bigire. Lê wan kujer-qatîl di bazara cîhan û hundir de parastin.
Yek ji pêşeng û îdeologan Şevket Sûreyya Aydemîr e: Ew ji Balkanan e. Bi kina li Balkanan mezin dibe, ew kîn jî, li dijî gelê kurd, rum, ermenî û suryanî verîşiya. Di berhemên, Yekemîn Zilam, Duyemîn Zilam û Adnan Menderes de, qirkirina gelan meşrû dike û parêzeriya Turk-î Turan dike.
Kujerên weka Talat Paşa, Enwer Paşa, Kazim Karabekîr, Cemal Paşa, Fewzî Paşa, Îsmet Paşa û mutasarrifê Enqerê Newzat Tandogan weke lehengên efsaneyî nîşan dide…
Yakup Kadrî Karaosmanoglu, Kiptiyekî Misirê ye; Reşat Nurî Gultekîn, kurê eskerekî dewşîrme ye, di atmosfera pençîkên dewşirme de mezin bûye, piştre bûye zewatê li dora paşayên Îttîhat û Terakkî!
Alev Alatli jî, dewşîrmeyên Rumelî ye û qelemşoreke alperenî ye! Bêguman gelek kesên din jî hene ku mirov behsa wan bike. Lê kesên dixwaze, kullîyeya qelemşorên bi îdeolojiya fermî ya Turk-î Turan haraket dikin nas bike; dive pirtûka Dr. Can Şen, “Di Romana Tirkiyê de Kibris” (1955-2015) bixwîn. Hingî wê helwesta van kesên Machîavelîst, bi “kut û başbux” haraket dikin baş nas bike: Wê bibîne ku “niyeta ahlakê” wan û “encama ahlakê” wan dibin sifirê de ye Wê bibîne ku, berhemên weke “mudafanemayan” hatine nivîsandin, bûne bingeha çîroka çêkirina mirovan û gel, rewşe dewleta ji dewletên klasîk cûda baş fêhm bikin.
Dema em vê dîrokê zanibin, em ê helwesta dewleta Enqerê û detshilatdariya AKP ya îro, ku li hemberî pêvejoya “Aştî û Çareseriya Demokratîk” nîşan didin fêhm bikin. Em ê bibînin ku siyaseta tê meşandin, ne tesadufî ye û siyaseta xapandinê ya paşayên Îttîhat û Terakkî ye. Paşayên îttîhat û Teraakî sîstemek felc ava kirin, gelê tirk jî di nav de, hemû gelên li Tirkiyeyê kirin dojehek servekirî.
Ji bo vê jî, deweleta Enqerê, desthilatdariya AKP, ketiye duriyanek dîrokî, weke Nietsche dibêje; “şecereya ahlak” jî winda kiriye!
Rêber Abdullah Ocalan, bi banga 27ê Sibata 2025an a “Aştî û Civaka Demokratîk”, deriyek vekir û xwest ku birînên sedsalî derman bike. Rêber Apo destnîşan kir ku ”aqil”, ji bo dewletan, ji bo civakan jî yek e. Divê rayedarên dewleta Enqereyê, zanibin ku bi înkar û tunekirin gelê kurd û gelên din, nabin “fatihên cîhanê.” Vê yekê da xuyakirin ku siyaseta sefîl û rezîl ya oryantalîst bi dawî bûye, kurd êdî nayên lîstikên protîpên şarqe!
Dewleta Enqerê, bi dexaleta xwe, Rêber Abdullah Ocalan weke muxatabê sereke yê pirsa kurd qebûl kir. Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, bi sazî û dezgehên xwe tevlî pêvejoyê bûn û destnîşan kirin ku ew li pey Rêber Apo ne. Pêvejoyê destek dikin û gavên dîrokî jî avêtin! Kurdan da xuyakirin ku “paşaîzm-hitlerîzm-turkîzm”, “kutîzm-başbuxîzm-hakanîzm” çare nin e. Bi tu rengî, “dogma”yên nijadperestî, tecrîd, anarşî û terora dewletê, kiryarên mazoşîstî û tunekirinê qebûl nakin…
Ji bilî demokrasî, azadî, hiquq, edalet, wekhevî, statuyek-rêveberiyek bi kanunan misogerkirî tu riyên din qebûl nakin.
Di ser pêvejiyê re, sal û nîv derbas bû; rayedarênd ewleta Enqerê, bi “otobiyografiya kompleksî” haraket kirin, axaftinên bi polemîk kirin. Bi mêjiyên parçekirî axivîn. Her çiqasî anatomî yek xuya bike jî, mêjî û ziman, kiryar û hewldan ji hev cûda ne! Ji aliyekî ve ayetên pirtûkên pîroz dixwênin, li aliyê din, îdeolojiya anarşîst, teror û anomiyê dikine pratîkê (1)
Li dijî diyalektîka herka dîrokê tevgeriyan û dixwazin bidin xuyakirin ku dinava kurdan de tevlîheviyek, dijberiyek, nakokî, şîkestîk û belabûnek heye. Ev vegera tarîtiya salên 1919-20 û 23an e, îxaneta li dijî gelan e!
Gel, siyaset û enetellektueliya kurd, Tevgera Azadiya Kurd, helwesta desthilatdari û dewleta Enqerê zû fêhm kir: li Rojava, li Başûr û Bakur civînên yekrêzî çêkirin û dane xuyakirin ku kurd, bi nasnameya xwe ya nû, bi hişmendî û îdeolojiya yekgirtî, di xeta 3mîn de yek in, pêvejoya destek dikin, pêwiste dewlet û desthilatdarî jî demildest karên dikevê sere milên xwe bike.
Kurd, di her firsetê de axivin û dane e xuyakirin ku desthilatdarî û dewletê sozên dane nanîne cih; bi metodên berê, bi mêjiyekî parçe, bi zimanên cûda pêvejoyê li demê bela dikin, dixwaze gelê kurd bixapînin. Ev helwest xeta agir e. Divê serûwenên efsûnî û hîlebazî bêne terk kirin.
Rêber Apo, Herî dawî bi riya şandeya Îmraliyê ya DEM Partî, got; “Demokrasî, yekane riya bihêzkirina komarê ye”. Piştre, bal kişand ser pêşketinên li Iranê û got; Pêşketinên li Iranê, careke din mafdariya pêvejoyê daniye hole.”
Gotinên Rêber Apo, şiyarkirinek ciddî ne û dibêje; Divê dewlet û desthilatdarî, ne bi “mucizeyên pifdayî”, bi aql-i selîm tevbigerin. Mînaka mucîzeyên pifdayî, serdema dawî ya Osmaniyan e, dewleta Enqerê jî sed sal in serê xwe daniye ser heman balîfê. Desthilatdariya AKPê, bi sîstema totalîter, bi reçeteyên Muaviye û hileyên Aşîl encamê bidestneyêxê. Dewleta Enqerê di duriyanekê de ye, klîmatên siaysî jî SOS lêdidin.
Yek; divê demildest Rêber Apo azad bikin. Dudu; divê demildest deriyên girtîgehan vekin. Sisê, divê kanunên demokratîk, desturnameya demokratîk amade bikin. Ev 3 xalên ku dikarin bibin bersiva SOS in û kîlîda komara demokratîk in!...
………
1-Anomî; Bêhivîtî, tevlîheviya civakî, anarşî û tunekirina armancê…


