Girîngiya romanê di wêjeya cîhanê de
Roman ji hêla perspektîfeke civakî ve deng dide mirovên ku di vegotinên fermî yên dîrokê de nayên dîtin. Xizan, jin, koçber û komên marjînalîzekirî di wêjeyê de bi riya romanê têne temsîlkirin. Mînakî, Les Misérables ne tenê çîrokeke rizgariya takekesî ye; ew di heman demê de rexneyek li ser rêzikeke civakî ya neheq e.

Ji bo hewldana famkirina takekes a civak û cîhanê ya serdema nû yek ji awayên herî berfireh ên derbirînê roman e. Geşedana romanê di wêjeya cîhanê de bi pêkanîna civaka nûjen re rastênhev e; girîngiya takekesî, bajarvanî, cûdahiyên çînî û nakokiyên bîrdozî mijarên navendî yên romanê ne.
Roman tenê ne cûreyeke wêjeya cîhanê ye; ew hem wekî ezmûnek takekesî û hem jî wekî bîra kolektîf roleke gring dilîze. Hêza romanê ne ew e ku di pêşkêşkirina gelek rastiyan de tenê rastiyekê ferz bike. Di romanê de, xwîner li gel ku bûyeran dişopîne, heman demê şahidiya karakterên romanê jî dike. Di vî warî de tevî ku hinekî bi derengî pêşketibe jî, li dû cûreyên damezrandî yên wekî helbest, destan û şanoyê, roman bûye forma wêjeyî ku giyanê serdema nûjen herî baş nîşan dide. Balkêşiya wê ya li ser cîhana takekes a hundirîn, bandora wê ya berfireh a veguherînên civakî, û şiyana wê ya dîtina mirovên çînên civakî yên cûda, di dîroka wêjeyî de xwediyê cihekî girîng û bêhempa ye.
Her çendî ku koka romanê xwe dispêre vegotinên kevnar jî, pêkhatina romana nûjen bi gelemperî xwe dispêre sedsalên 17 û 18yan. Şêwaza vegotina nûjen ya ku takekesiyê esas digire, bi guhertinên civakî û rewşenbîrî yên vê serdemê pêşî li Ewropayê rû dide. Bi taybetî Don Quixote wekî yek ji xalên destpêkê yên cûreya romanê tê hesibandin. Berhema Miguel de Cervantes qalibê romanên şovalye şikand, îronî, realîzm û perspektîfeke takekesî tevli wêjeyê dike. Di sedsalên 17 û 18yan de, roman bi geşedenaiya çîna navîn re li Ewropayê belav dibe û vegotinên ku li ser girîngî û hûrgiliyên jiyana rojane disekinin bi dest dixe. Romana Daniel Defoe ya bi navê Robinson Crusoe, dema ku têkoşîna takekesî bi xwezayê û tenêtiyê re nîşan dide, hewldana mirovê/a nûjen ji bo xweavakirinê sembolîze dike. Di vê serdemê de, roman tenê ne ji hêla derdorên arîstokratîk ve, heman demê ji hêla raya giştî ve jî bûye cûreyekî xwendinê.
Sedsala 20an wekî serdema zêrîn a romanê hatiye dîtin. Şoreşa Pîşesaziyê, bajarvanî û êrîşên çinî bûne mijarên navendî yên romanê. Nivîskarên wekî Honoré de Balzac, Charles Dickens û Leo Tolstoy roman veguherandine neynikek civakî û xewna çîrokên takekesî û panoramayên dîrokî yên fireh pêşkêş kirine. Di vê serdemê de, roman êdî tenê ne amûreke şahiyê bûye; herwiha wekî hêzeke wêjeyî, rexnekirin, pêşvebirin û veguherînê civakê jî armanc girtiye. Yek ji erkên herî girîng ên romanê di wêjeya cîhanî de ew e ku takekes û civak bi awayekî piralî nîşan bide. Karakter tevlî kêmasî, nakokiyên cîhan û jiyanê, nakokiyên xwe yên navxweyî jî pêşkêş dike. Ev yek jî karakterên romanê bi hevxemiyê re rûbirû dihêle. Xwîner jî di karaktere/a romanê de şopa xwe dibîne; bi saya wî/wê karekterî/ê kêmasî û xeletiyên jiyana xwe ya rojane pirsiyar dike.
Roman ji hêla perspektîfeke civakî ve deng dide mirovên ku di vegotinên fermî yên dîrokê de nayên dîtin. Xizan, jin, koçber û komên marjînalîzekirî di wêjeyê de bi riya romanê têne temsîlkirin. Mînakî, Les Misérables ne tenê çîrokeke rizgariya takekesî ye; ew di heman demê de rexneyek li ser rêzikeke civakî ya neheq e. Roman xwendevan teşwîq dike ku ne tenê "çi heye" heman demê " divê çi hebe" jî bifikireDanasînên berfireh û vegotinên dirêj ên ku di romanê de têne pêşkêşkirin, dihêle ku pêvajoyên dîrokî bi riya jiyana mirovan werin famkirin. Şer, şoreş, koçberî û qeyranên aborî di romanan de bi riya ezmûnên kesane têne şênberkirin. Bi vî rengî, xwendevan li şûna agahiyên dîrokî yên nedîtbar/razber pêrgî çîrokên zindî û bibandor ên hestyarî dibe.
Pêşketin romanê bi pêvajoya modernîzasyonê ve girêdayî ye. Girîngiya zêde ya takekesî, pirsyarkirina desthilatdariyên kevneşopî û navendîkirina aqil, cîhana tematîk a romanê berfireh kiriye. Romana nûjen bi gelemperî bi tenêtiya mirovan, biyanîbûnê û lêgerîna nasnameyê re mijûl dibe. Di sedsala 20 an de, roman heman demê veguherînên fermî yên girîng jî derbas kirine. Teknîkên wekî herikîna hişmendiyê, monologa navxweyî û gelek xalên nihêrînê sînorên vegotinê berfirehtir kirine. Berhemên James Joyce bi pêşkêşkirina cîhana hundirîn a takekesî bi hûrgilî kûrahiya psîkolojîk a romanê zêde kirine. Ji hêla din ve, Virginia Woolf bi teknîkên vegotinê yên ku têgihîştina dem û hişmendiyê veguherandine, derfetên bedewkariyê yên romanê dewlemend kirine. Di vê serdemê de, roman êdî tenê ne cûreyeke ku cîhana mirov a derveyî nîşan dide; ew veguheriye vegotineke felsefî û tevliheviya hişmendiya mirovan dadihûrîne Bi vî awayî, roman bûye yek ji cûreyên wêjeyî yên herî bihêz ku ezmûna parçebûyî ya mirovê nûjen nîşan dide.
Cihê romanê di wêjeya cîhanî de tenê ne bi wêjeya rojavayî ve sînordar e. Di sedsala 20an de, di wêjeyên Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayî de, roman bûye amûrek ji bo veguhestina ezmûnên herêmî bi zimanekî gerdûnî. Gabriel García Márquez, bi tevgera xwe ya realîzma efsûnî, ezmûnên dîrokî û çandî yên Amerîkaya Latîn anî wêjeya cîhanî. Romanên wî mîtên herêmî û rastiyên civakî bi zimanekî vegotinê yê gerdûnî re tevlihev dikin. Bi heman awayî, di wêjeya Afrîkî de, romanê ezmûna kolonyalîzmê û têkoşîna ji bo nasnameyê eşkere kiriye. Chinua Achebe, bi romanên xwe yên li ser çandên herêmî, perspektîfek alternatîf ji vegotinên navendî yên rojavayî re pêşkêş kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku roman tenê ne ji bo erdnîgariyeke taybet; herwiha ji bo tevahiya mirovahiyê bûye formeke vegotinê ya hevpar. Belavbûna romanê di navbera çandên cuda de bi riya wergerê pêk tê. Bi saya wergerê, ezmûnên civakekê digihîjin xwîner û erdnîgariyên din. Ev têkilî wêjeya cîhanê dewlemendtir û hevxemiya navçandî jî zêdetir dike. Di vî warî de, roman qadeke gerdûnî ye ku pêwendî û diyalogên nanavneteweyî jî pêk tîne.
Pêşketina medyaya dîjîtal, torên civakî û çanda dîtbarî nîqaşên li ser pêşeroja romanê derxistiye holê. Hin kes dibêjin “di vê serdema lezgîn de, roman balkêşiya xwe ya berê winda kiriye. Lê, aşkera ye ku roman hê jî formeke pir xurt a vegotinê ye. Romana hemdem ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên mirovahiyê jî hin derfetan diafirîne. Mijarên wekî koçberî, qeyrana nasnameyî, bandora teknolojiyê li ser takekes û newekheviyên gerdûnî ji di nav de gelek pirsgirêkên din ên heyî di romanê cih digirin. Rola romanê di perwerdehiyê de jî pir girîng e. Ji bilî pêşxistina hîndarî û kevneşopiyên xwendinê, behreyên ramana rexnegir jî pêş dixe. Bi riya romanê xwîner, perspektîfên cûda dinase û fêrî hevxemiyê dibe.
Cih û girîngiya romanê di wêjeya cîhanê de ji hêza wê ya derbirîna ezmûna mirovan bi awayê herî berfireh pêk tê. Roman yek ji wan cûreyên bijarte ye ku di cîhana hundirîn a takekes de, avahiya civakê û veguherînên dîrokî hemûyan bi hev re pêşkêş dike. Ji destpêka pêkanîna xwe heta roja îro, roman bi berdewamî formên vegotinê yên nû û ruhê her serdemê bi hev re pêş xistiye
Hêza mayînde ya romanê ji avahiya wê ya mirov-navendî tê. Heta ku mirovahî hebe, pêdivî dê bi çîrokan hebe. Û heta ku çîrok hebin, dê roman jî cihê xwe yê navendî di wêjeya cîhanê de biparêze û ew dê hergav wekî şêwazeke derbirînê a herî bihêz bimîne.


