Ne dîl, ne jî azad: Bender Feylî
Nexweşiya Bender Feylî pê dikeve û tevahiya welêt dorpêç dike jî, wijdanê mirovahiyê ye.

Bêrîvan Înatçî
Şeva ku min nedikarî pirtûka Bender Feylî ji destê xwe deynim û jiyana Benderê biçûk û ciwan di nav tarîtiyê de bi dawî bû, min nekarî heta siharê razêm. Van hevokên min ên tiliyên min hewl didin hestên min ên li ser jiyana Bender Feylî vebêjin jî di şewqa wê sibehê de dinivîsim.
Hin çîrok hene ku mirov bi tiştên hatine jiyîn diêşe, lê jiyana Bender wer li mirov dike ku mirov nikaribe li hemberî tiştên zarokekî bijî, emrekî 23 salî ku tikûtenê di zindanekê de derbas bûye û neşiyaye ronahiyê binase, mirov nikaribe hesirên çavên xwe asteng bike.
Li zarokekî bifikrin ku di nav tarîtiya zindana rejîma Sedamê dîktator de hatiye dinê. Roja ku dayika wî wî tîne diyayê tê bidarvekirin. Jiyaneke sosret di tarîtiya zindanê de derbas dibe. Gotina yekemîn a ser lêvên wî ‘derî’ ye. Ji ber ku ji wê wêdetir ne dinya dîtiye ne jî nase dike.
Bender ne dîl e lê ne azad e jî. Wateya azadiyê bixwe jî nizane. Ev peyva ku wateya wê nizane ji dîlekî li benda mirina xwe dibihîse. Lê ecêb dimîne ‘gelo azadî çi ye’. Ew çi tişt e ku mirov lê bihizire. Celadên ku dayika wî bi dar vekirine ji bo Bender mezin bibe lê dinihêrin. Jiyaneke ewqas bixof. Ne azad e ku bikaribe ronahiyê bibîne, lê ne dîl e ku li dijî wan celadan serî rabike. Darvekirin li ber çavên wî diqewimin bê ku bizanibe mirin çi ye, berevajî vê bê ku bizanibe jiyan çi ye. Tê digihe ku kî bimire divê were li wê zindana herî tirsnak a Bexdayê bimire, benekî li sitûyê wan kesên ku li benda mirinê ne bê gerandin. Jiyana Bender Feylî jî lêgerînek e ji bo naskirina wateya mirin û jiyanê.
Bender ne tenê serpêhatiyek e ku divê em pê bihesin. Bender dîrokek nêz a gelekî ye ku dîktatoriya rejîma Baasê, celadê Sedam Hisên anîne serê gel. Bender Feylî bi serpêhatiya xwe ya bijan dîrokek ji koçberî, zilm, îşkence ya bi ser kurdên Feylî de hatine vedibêje. Di navbera dîltî û tarîtiya ku Bender heta hetayê mehkûmê wê mirov vedigere li rastiya xwe ya roja îro ku kurd dijîn. Nivîskarê pirtûkê Bextiyar Elî bi honandineke ecêb me dixe nav lêpirsîneke kûr. Dike ku em bi serhatiya Bender vegerin xwe. Ronahiya ku Bender Feylî jê mehrûm maye bivejînin.
Nexweşiya Bender Feylî pê dikeve û tevahiya welêt dorpêç dike jî, wijdanê mirovahiyê ye. Çawa ku Bender dema ji zindanê derdikeve û ji hevalê xwe re dibêje ‘Mirî tev li benda min in, lê gotinên min nîn in, ew ê car din bi sedema min bimirin, dê bi bêdengiya min careke din bifetisin’ her çendî mirov binivsîne jî mirov li hemberî rastiya biêş, lal dimîne. Ez kêfxweş im ku dê jiyana Bender Feylî tim bi min re, bi me re bimîne. Bi şertê ku em bikaribin hevok û gotinên ku Bender nekarîne dirust bike ji bo miriyan, em li şûna wî dirust bikin.


