Hewara dawî ya Komara Îslamî
Ruhê herî mezin ê ku îro li beramberî milîtarîzekirinê disekine, vîna hevpar û parastina civakê ya cewherî ye. Diruşmên mîna "Jin, Jiyan, Azadî" nîşan didin ku bersiva herî xurt a li dijî hişmendiya leşkerî, jiyan bixwe ye û rûmeta mirovahiyê ye.

Dîroka pergalên totalîter, dîroka lîstikên dubare ye. Gava ku pergalek ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve ber bi rûxandinê ve diçe, mekanîzmayeke refleksîf a parastinê dixwaze bikeve dewrê. Ev mekanîzma ne bi rêyên dîplomasî yan jî reforman, rasterast bi rêya milîtarîzekirina kûr û hov a civakê dimeşe. Îro, wekî mînaka herî berbiçav a vê teoriyê, Komara Îslamî ya Îranê ber bi hilweşînê ve diçe, lê her ku lawaz dibe, çîqên leşkerî hîn zêdetir di qirika civakê de diçikîne. Ev ne nîşaneya hêzê ye; ev hawara dawî ya faşîzmê ye ku dixwaze emrê xwe yê riziyayî bi behaneyên şer dirêj bike.
Di pergalên ku îradeya siyasî wenda kirine de, qada polîtîk bi temamî tê rûxandin. Li şûna saziyên sivîl, dibistan, nexweşxane û qadên azad, navendên leşkerî mîna şaneyên şêrpençeyê li nav bajaran belav dibin. Gava ku hikûmetek êdî nikaribe bi aqil, aborî û qanûnan welat bi rê ve bibe, "siyaset" dimire û tenê "çek" diaxive. Hikûmeta leşkerî li Îranê îro vê dike. Ji ber hemû zemînên siyaseta demokratîk zuha dike û ji holê radike. Ev zemîn ji mêj ve ye hatiye zuhakirin.
Ev milîtarîzekirin herî zêde xwe di jiyana rojane de nîşan dide. Li kolanan, li şûna polîtîkayên geşepêdanê, atmosfera tirs û dorpêçê tê avakirin. Çavkaniyên aborî yên ku divê ji bo pêşeroja zarokan, ji bo tendurustî û nanê gel werin xerckirin, diçin nav kargehên çekan û cebilxaneyên sînoran. Civak bi zanebûn di nav feqîriyê de tê hiştin, da ku her kes tenê bi têrkirina zikê xwe re mijûl bibe û kes derfeta fikirîna li ser azadiyê nebîne. Ev, bingeha herî rût a faşîzma leşkerî ye. Ya rejîma Îranê îro dike jî ev yeke.
Ji bo dirêjkirina temenê pergalên hovane, "dijminê derve" û "xetereya şer" dermanê herî pîroz e. Gava ku dengê nerazîbûna navxweyî bilind dibe, pergal tavilê dahola şer lê dide. Di bin navê "parastina niştimanî" de, tevahiya daxwazên demokratîk ên gel, wekî îxanet an sîxurî tên pênasekirin. Lê ev maske îro li Îranê û li gelek cihan şikiyaye. Gel baş dizane ku kesên ala şer hildidin, bixwe berpirsyarên herî mezin ên xerabûn û gendeliyê ne. Pergalên wiha, gelê sivîl û bajarên herî dîrokî mîna mertalên mirovan bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe yên qirêj biparêzin. Ew naxwazin welat biparêzin; ew dixwazin textê xwe yê li ser xwînê ava bûye ji ketinê xelas bikin. Niha ji bo vê rejîmê ne girîng e welatek kevnar wek Îranê di bin xirbe û wêraniyê de bimîne. Jê re ne derd e ku bi hezaran mirov bimirin. Ji vir û şûn ve ji bo li ser piyan bimîne wê her tiştî bike.
Di vê xalê de, divê mirov rastiyeke pir bingehîn bi baldarî ji hev cuda bike; nabe mafê parastina rewa û parastina cewherî ya gelan, bi nexweşiya milîtarîzekirinê re werin tevlîhevkirin. Ew du ramanên bi tevahî li dijî hev in.
Milîtarîzekirin, amûreke faşîzmê ye; çandeke êrişkar, talanker û desthilatdar e ku civakê wekî amûreke leşkerî ya dewletê dibîne. Ew çekê ji bo bindestkirina gel û dirêjkirina emrê dîktatoran bi kar tîne. Lê belê parastina cewherî, mafê sînorê herî pîroz, xwezayî, zindî yê civakê ye. Ew ne çanda şerxwaziyê ye, bixwe mafê parastina jiyan, rûmet, welat û bajaran e li beramberî hovîtiyê.
Tercîha ewil a gelan ti carê ne çek û fişek in; gel aştî, aramî û azadiyê dixwazin. Lê gava ku faşîzm bi hemû hovîtî û leşkerên xwe êrişî hebûn û nirxên civakê dike, li wir parastina cewherî dibe fermaneke jiyanî. Ev parastin, ne ji bo avakirina sîstemeke leşkerî ye, berevajî, ji bo rûxandina wê dorpêçê ye ku li dora welatan hatiye avakirin. Gava gel ji bo parastina kolanên xwe, zarokên xwe û nasnameya xwe ya azad çekê li dijî zilmê hilde, ev ne milîtarîzm e, ev parastina mafê jiyanê bixwe ye.
Dîrokê gelek caran îspat kiriye ku çiqas artêşên tarî û hêzên leşkerî bajaran dagir bikin jî, gule nikare ramana azadiyê bikuje. Her ku milîtarîzm giran dibe, tirs li aliyekî û berxwedan li aliyê din mezin dibe. Çavê faşîzmê kor e; ew wisa difikire ku bi zêdekirina qereqol û sêpêyên sêdarê dikare îradeya gel bitemizîne. Lê rastî berevajî ye: Di qonaxa dawî ya hilweşînê de, ev hêzên leşkerî di eslê xwe de di pozîsyona xwe ya herî lawaz de ne.
Ruhê herî mezin ê ku îro li beramberî vê milîtarîzekirinê disekine, vîna hevpar û parastina civakê ya cewherî ye. Diruşmên mîna "Jin, Jiyan, Azadî" nîşan didin ku bersiva herî xurt a li dijî hişmendiya leşkerî, jiyan bixwe ye û rûmeta mirovahiyê ye. Welatê ku bi hêza parastina cewherî ji bin bandora van hêzên tarî derbikeve, qadên ku tê de siyaseta rast û azad şîn bibin, wê bibin destpêka hilweşîna tam a faşîzmê. Çiqas baregehên leşkerî bi îradeya gel ji dilê bajaran werin qewitandin, ewqas hêsan e ku gel nefeseke azad bistîne û pêşeroja xwe bi destê xwe ava bike. Îro wexta wê ye…


