Ji bilî çiyayan dostên kurdan nîn in!

Rûsyayê Kurdistan kir qurbana Enqere û Tehranê. Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe û cîranên xwe yên weke Enqere û Tahranê kurd ji xwe re wek dijmin dît û plana xwe li dijî kurdan berdewam kir. Heta niha jî bi vî rengî berdewam e.

1 deqe xwendin
Ji bilî çiyayan dostên kurdan nîn in!

Gelo kî ji kurdan re bû dost ji bilî çiyayan? Bê dudilî em dikarin bêjin kes nebû dost. Em vegerin dîrokê, dewletên hegemon ên niha  qaşo xwe nêzî kurdan dikirin, wê demê çi bi serê kurdan de anîn? Em ji du hêzên hegemon dest pê bikin. 

Yekîtiya Sovyetê (Rûsya) û Amerîka li dijî kurd û Kurdistanê çi kirin? Ji Rûsyayê; siyaseta qirêj a Rûsyayê û îxaneta wê li ser gelê Kurdistanê ji dîroka kevnar ve dest pê kir û heta niha jî berdewam e. Rûsyayê ji Kurdistana Sor, Komara Mahabadê û heta îro li rojavayê Kurdistanê siyaseteke qirêj û komkujî li ser gelê kurd meşandiye.

Binihêrin Rûsyayê di dîrokê de li kurdan çi kir: Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û stratejîk   destê xwe kir destê Îran û Tirkiyeyê li hember Serhildana Agirî li çiyayên Araratê cih girt. Piştî ku Qazî Muhamed Komara Mahabadê ava kir Rûsya dîsa li hember wê rawestiya û îxanet kir li Qazî Muhamed. Di encamê de Komara Mahabadê di sala 1946-1947an de hilweşiya. 

Rûsyayê Kurdistan kir qurbana Enqere û Tehranê. Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe û cîranên xwe yên weke Enqere û Tahranê kurd ji xwe re wek dijmin dît û plana xwe li dijî kurdan berdewam kir. Heta niha jî bi vî rengî berdewam e. 

Di sedsala 21ê de û guherîna siyaseta cîhanê, Rûsyayê dîsa siyaseta xwe ya înkarê li dijî gelê kurd neguhert û ti hevaltiyeke rast bi kurdan re nekir. Kurd her ji xwe re wek amûrekê dîtin ku bike qurban ji bo berjewendiyên xwe. Heta Şoreşa 19ê Tîrmehê li rojavayê Kurdistanê ango şoreşa ku ji bo cîhanê bû xelasiya ji DAIŞê, Rûsyayê dîsa îxanet kir. Di kêliya ku kurdan bi qehremanî li dijî DAIŞê şer dikir li Kobanê, di sala 2014an rizgarkirina Reqqayê de, piştî ewqas bedelên ku gelê kurd dane ji bo parastina cîhanê ji DAIŞê, Rûsyayê dîsa îxanet li kurdan kir û bajarên kurdan ên wek Efrîn û Serêkaniyê firotin cîranê xwe Tirkiyeyê. Ev îxaneta ku Rûsyayê kir bû sedem ku  xeterî li ser destkeftiyên gelê kurd li seranserî cîhanê çêbibin, ne tenê li rojavayê Kurdistanê.

Gelê kurd di dîrokê de heta niha dijminatiya dewlet an netewan nekiriye û tim li aştiyê geriyaye. Kurd ji bo aştiyeke birûmet bijîn ti carê dijminatî bi Rûsyayê re jî nekiriye. Gelo îxaneta Rûsyayê tenê mijara berjewendiyan e yan mijareke dîtir e?

Enqere ne carek hezar car îxanet li Rûsyayê kir û şerê Rûsyayê kir!  Gelo çima dîsa jî Rûsya heta niha li dijî kurdan piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Wek min got, bûyerên dîrokî şahidê wê ne ku Rûsya û Tirkiye her dijminê hev ên hezar salan in. Rûsya ti rojê piştgirî nedaye gelên Rojhilata Navîn ji bo jiyaneke aram, her xwestiye şer berdewam be û alozî kûrtir bibe. 

Rûsya li aliyekî û li aliyê din Amerîkayê çi kir bi kurdan qaşo piştî ewqas hevaltî di navbera kurd û Amerîkayê de şerê li dijî DAIŞê û piştî ku gelê kurd 13 hezar şehîd û 23 hezar gaziyên di şoreşa Rojava de dan, hêjayî gotinê ye ku Amerîka ne kêmtirî Rûsyayê ye di îxanetê de. Mînaka herî berbiçav û nêz şerê Dêrhafir û plana qirêj li dijî destkeftiyên gelê kurd li seranserî cîhanê li berçavan û diyar e kî xayîn e!

Ji bo vê me destpêkê got, ‘ji bilî çiyayan dostên kurdan nîn in’ û kurdan bi hevgirtin û hêza xwe her dem xwe ispat kiriye di hemû ceng û berxwedanan de. Tevî hemû îxanet û siyasetên qirêj, kurd ew qehreman in ku serê xwe natewînin!