Kurteçîrok
Dîroka mirovahiyê ne tenê dîroka şer û dahênanên domdar e; di heman demê de dîroka vegotin, çîrokbêjî û lêgerîna wateyê ye jî. Wêje ji bo têgihîştina civakê neynika bedew a hewldana mirovahiyê ye

Ji hebûna xwe û vir ve , mirovahiyê hewcedarî pê dîtiye ku ezmûn, tirs, hêvî û xewnên xwe bi kesên din re parve bike û bide hisandin; carinan bi rêya xêzkirinên li ser dîwarên şikeftan, carinan bi rêya çîrokên devkî yên li ber êgir û carinan jî bi rêya nivîsên wêjeyî hatine veguhastin. Di nav vê kevneşopiya dûvdirêj a vegotina devkî de kurteçîrok, bi awayekî xwerû di jiyana mirovan de cihekî taybet girtiye.
Wêje, ji bo têgihîştina civakê, ragihandina gerdûnî û neynika ciwankar a hewldana mirovahiyê ye. Ev hewldan, piştî pêvajoyeke dûvdirêj a pêşveçûnê, ji çanda devkî heta wêjeya nivîskî li seranserê dîrokê bi şêweyên curbicur ên vegotinê xwe daye der. Di vê pêvjoyê de kurteçîrok, tevî qebareya xwe ya sînorkirî, ji hêla tundrewiya wateyî û bandora xwe ve wekî yek ji celebên wêjeyî yên herî xurt derketiye holê. Kurteçîrok, ku li ser beşên taybet ên jiyana mirov û ezmûnên demkî û derbirîna hestyarî disekine; rastiya takekesî û civakî bi awayekî kûr nîşan dide.
Em dixwazin di vê gotarê de pêşveçûna kurteçîrokê ya dîrokî dahûrînin û fonksiyona wê ya di jiyana mirovan de derbibîrin û girîngiya vê celeba wêjeyî di astên takekesî, civakî û çandî de aşkere bikin. Herwiha em dixwazin di rêwîtiya kurteçîrokê de, ji kevneşopiya vegotina devkî bigire heta wêjeya nûjen, aliyên wê yên ciwankarî, derûnî û civakî di çarçoveyek zanistî de binirxînin.
Koka kurteçîrokê xwe dispêre serdema çanda devkî ya berî wêjeya nivîskî. Mît, destan, çîrvanok û çîrokên ku di civakên sereke de hatine vegotin, bi awayekî xurt, kurt, xwerû û hînker wekî formên pêşeng ên kurteçîrokê tên hesibandin. Van vegotinan di veguhastina nihêrîna cîhanê, nirxên exlaqî û bîra kolektîf a civakan de rolek girîng lîstine. Vegotinên kurt ên ku di şaristaniyên Mezopotamya, Yewnana kevnar û Hindistana kevnar de têne dîtin, refleksa edebî ya hewldana mirovahiyê ya gerdûnî ye. Her çendî çîrokên Ezop bi vegotina xwe ya sembolîk û peyama gerdûnî aliyê didaktîk ê kurteçîrokê teqez dikin jî, Kelîle û Dimne û çîrvanokên, ku di wêjeya Rojhilatê de têne dîtin, aliyên estetîkî û rewşenbîrî yên vegotinê dewlemend dikin. Di van nivîsan de, wate li ser bûyerê û tundî li ser hejmarê girîngtir e.
Taybetmendiya bingehîn a ku kurteçîrokê ji celebên din ên vegotinê cuda dike, şiyana wê ya pêşkêşkirina dendika semantîkî ya bilind di nav cildeke sînorkirî de ye. Her çendî ku celebên vegotinê yên dirêj ên wekî roman û destan demên dirêj digirin jî, kurteçîrok pirî caran li dora bûyer, kêlî yan jî rewşeke yekane de pêk tê. Ev yek çîrokê dike celebên estetîkî yên pir birêkûpêk.
Di kurteçîrokê de bandora ziman jî pir girîng e. Her peyv suxreya tevahiya vegotinê dike û bûyerên piralî xurtir û xwerûtir dike. Ev taybetmendî xwe li ser xwîner dide ferzkirin ku ew jî bi awayekî çalak beşdarî nivîsê bibe. Hêmanên ku aşkere nayên gotin an jî nîvco têne hiştin, di hişê xwîneran de têne temamkirin. Ji ber vê yekê, kurteçîrok cureyekî wêjeyî ye ku di vê pêvajoya afirîner de ne tenê nivîskarên xwe, her wiha xwînerên xwe jî dide fikirandin.
Kurteçîrok kêliyên jiyana mirovan ên ku bi awayekî asayî xuya dikin û xwedî wateyeke kûr in, nîşan dide. Hûrgiliyên biçûk ên jiyana rojane di cîhana mirov a hundirîn de dibin sedema veguherînên girîng. Bi girtina van kêliyên veguherîner, kurteçîrok bi tundî derûniya mirovan nîşan didin. Tenêtî, xerîbî, poşmanî, hêvî, guman û tirs di nav mijarên bingehîn ên kurteçîrok de ne. Di vî warî de, kurteçîrok rê li ber rûbirûbûna mirov vedikin. Xwîner di çîrokê de şopên jiyana xwe dibîne û bi vê nivîsa wêjeyî re girêdanek hestyarî diafirîne. Bi vî rengî, kurteçîrok dibin alîkar ku mirov hişmendiya xwe xurt bike. Ji bilî ezmûnên takekesî, kurteçîrok di heman demê de amûrek bihêz e ku nûnertiya rastiya civakî jî dike.
Newekheviyên civakî, pevçûnên çînî, koçberî, şer, xizanî û pirsgirêkên li ser bingeha zayendî bi awayekî bibandor bi rêya kurteçîrok hatine çareserkirin. Ev yek jiyana mirovên asayî ku di vegotinên dîrokî yên fermî de pirî caran nayên dîtin, nîşan dide. Di wêjeya nûjen û hemdem de, kurteçîrok erkek girîng belê xeternak jî dide ser xwe. Çîrokên Anton Chekhov ên ku têkoşînên rojane yên takekesan nîşan didin, vegotinên Maupassant ên ku îroniya civakî ronî dikin û çîrokên paşê yên ku li deverên erdnîgarî ên cuda hatine nivîsandin, hemû hestyarî û pejnkariya civakî ya kurteçîrokê nîşan didin. Di vê çarçoveyê de, kurteçîrok di parastin û veguhastina bîra civakî de rolek girîng dilîze.
Şoreşa pîşesaziyê û pêvajoya modernîzasyonê di jiyana civakî de bûne sedema guhertinên kûr. Lezgîniya demê, bajarvanî û takekesbûnê bandor li avahiya celebên wêjeyî jî dike. Di vê serdemê de, kurteçîrok wekî formeke vegotinê ya guncaw derketiye holê ku ezmûna parçebûyî ya mirovên nûjen nîşan dide. Belavbûna rojname û kovaran dike ku kurteçîrok berfirehî bigihîje xwînerên xwe. Edgar Allan Poe, bi danîna kurteçîrokê di çarçoveyek teorîk de, sînorên estetîkî yên vê celebê diyar dike û prensîba "bandora yekane" teqez û tekûz dike. Ev rêbaz wekî dîsîplîneke hunerî têkilî naskirina kurteçîrokê dibe.
Kurteçîrok di warê perwerdehiyê de jî xwedî fonksiyoneke girîng e. Ew di pêşxistina hîndarî û kevneşopiya xwendinê de herwiha di pêşketina behre û cerbeziyên ramana rexnegir de amûreke bibandor e. Bi taybetî dibe sedema gihandina xwînerên ciwan û bi awayekî wan pewerwerde dike û di bîra wan de rewşenbîriyeke demdirêj diafirîne. Wekî din jî, kurteçîrok hêmanên girîng ên veguhastina çandî ye. Nirx, kevneşopî û awayê jiyana civakekê bi rêya vegotinên kurt ji nifşekî ji bo nifşekî din têne veguhastin. Di vî warî de, kurteçîrok di misogerkirina berdewamiya çandî de jî roleke bingehîn dilîze.
Dîjîtalîzekirina hemdem a îroyîn, kardariya xwendinê û hilberîna wêjeyî bi girîngî guhertiye. Medyaya civakî û platformên dîjîtal eleqeya ji bo nivîsên kurt û xurt zêde kiriye. Di vê çarçoveyê de, çîrokên xurt û vegotinên kurt bûne hêmanên girîng ên wêjeya hemdem. Tevî rexneyên li ser lez û rûbirûbûna ku ji hêla serdema dîjîtal ve pêk tê, kurteçîrok hîn jî ji bo derbirîneke kûr derfetan pêşkêş dike. Kurteçîrokên hemdem bi çareserkirina tenêtî, pirsgirêkên nasnameyî û biyanîbûna kesên ku di serdema nû û dîjîtal de dijîn, ruhê vê demê nîşan didin.
Di seranserê dîrokê de, kurteçîrok şêweyeke vegotinê ya girîng a jiyana mirovan bûye. Di vê pêvajoyê de, ji çanda devkî bigire heta vegotinên dîjîtal ên nûjen, kurteçîrok di nîşandina cîhana hundirîn, rastiya civakî û nirxên çandî yên takekesî de bi awayekî xurt serkeftî bûye. Bi saya derbirîna wê ya ku gelek tiştan bi çend peyvan vediguhêze nifşê bê, ew di wêjeyê de kiriye yek ji celebên herî bibandor.
Kurteçîrok nîşaneke kurtkirî ya ezmûna mirovan e. Her çendî ku roman serdemên berfireh û gelek karakteran vedihewîne jî, kurteçîrok pirî caran li ser kêliyeke jiyanê, xalek werçerxê, an rewşek asayî ya ku wateyeke kûr di xwe de dihewîne, hûr dibe. Kurteçîrok tenê ne cureyekî wêjeyî yê bedewkar e; ji bo vegotina û têgihîştina civakê û jiyana mirovan veguhastineke bihêz a têkoşîna mirovahiyê ye.


