Rûxîneriya şer û girîngiya aştiyê
Ji navê peyvê jî baş diyar e ku aştî rasterê tê wateya aşbûn, hêminî, hêwirî û aramiya mirov a derûnî. Wekî din jî; tê wateya lihevkirin, lihevhatin û rihetiya mirovan û hevahengiya civakê.

Ji navê peyvê jî baş diyar e ku aştî rasterê tê wateya aşbûn, hêminî, hêwirî û aramiya mirov a derûnî. Wekî din jî; tê wateya lihevkirin, lihevhatin û rihetiya mirovan û hevahengiya civakê. Wate û naveroka wê çi dibe bila bibe, aştî peyveke sempatîk/şîrîn û erênî ye. Di her dem û serdemê de bûye daxwaz û pêdiviya mirov û civakên xêrxwaz û şernexwaz. Ji ber ku şer, ji ber neçariya kes û civakên qels û bindest û ji bo berjewendiya kes û hêzên serdest pêk tê, mixabin ji hêla gelek mirovan ve wekî tiştekî asayî û çarenîn tê dîtin û pejirandin. Sedem û encama şer çi dibe bile bibe; hemû şer ruxîner in û karestên mezin li pey xwe dihêlin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, mehkûmên şer gel û civakên bindest, mexdûrên şer jî jin û zarokên bêguneh in.
Her çendî ku aştî di bîra mirov de wekî dijberê şer bicih bûbe jî, di tu dem û serdeman de tu car di jiyana mirovahiyê de bi tevayî mayînde nebûye. Ji bo aştiyeke mayinde pêdivî bi jiyan û cîhaneke dadwer, aram û hevaheng heye. Heta ku kedxwarî, neheqî, çewsandin û stemkariya mirovên (mêrên) serdest ji ser rûyê erdê ranebe, mirov nikare behsa aştiyeke mayinde bike. Ji bo misogeriya aştiyeke mayinde jî pêdivî bi wekhevî, azadî û dadweriyeke mayinde heye. Fersata ku her mirovî/ê bi her awayî wekhev, birûmet û xwedîmaf nebîne, nikare dadweriyeke mayinde pêk bîne. Hêza ku jiyan û cîhaneke çîndar pêk aniye û heta îro parastiye, dûrî vê ferasetê ye. Heta ku cîhana çîndar li pergala wekheviyê danegere, jiyana çîndar aştiyê nabîne. Jiyana çîndar bi serdestî û zordestiya mêrê ku jin ji qada hilberînê bidûr kiriye, dest pê kiriye.
Her çendî ku gelek dîroknasên dinyayê, civakên sereke/xwezayî wekî civakên hoveber û civakên dîroka nêzîk û îroyîn wekî civakên nûjen didin nasîn jî rastî qet ne wisa ye. Lewre dîroka civakên sereke dîroka alîkarî, parvekirin û wekheviyê; dîroka civakên nêzîk û îroyîn dîroka şerên hovane û serdema pevçûnên bênavber e.
Di jiyana civakên sereke de serwerî, desthilatdarî û dewletbûn tune ye. Lewre di debara jiyanê û hilberînê de hêza diyarker rola jinê ye. Jina ku hêza xwe ji afîrînerî û hilberîneriya xwe werdigire, aştîxwaz e. Aştîxwaziya jinê ji xweewleyî û ewledariya wê tê. Xisleta jinê ya sereke parastin, pejnkarî û parvekirin e. Ev hersê xisletên qencîkar tenê bi jinê re peyde dibin. Ji bo wê, jin di her dem û serdemên dîrokî de bûye misogeriya jiyan û sembola aştiyê.
Parastin û parvekirina jinê ya adilane wekheviyê tîne. Wekhevî hîmê dadweriyê ye. Serdema sereke serdema jinê ye. Serdema jinê serdema aştî, aramî û wekheviyê ye. Berteka mirov a sereke xweparastin e. Jin; ji ber ku xislet û taybetiyên xwezayî û xwedayî (xwedawendî) bi xwe re hildigire, hem xwe û hem jî heyînê ku diwelidîne diparêze. Ew tu caran xwe ji xwezayê nake û naxwaze bi xwezayê re şer bike. Ango feraseta wê ya aştiyane bi xwezayê re li hev e. Belê mixabin mêrê ku dixwaze xwe bi hêz û qeweta xwe û şer û pevçûnên ruxîner bide çespandin, şerê xwe yê sereke li dijî jinê pêk tîne. Ev jî jinê ber bi aştiyêû mêr ber bi şer ve dike. Lêkdan û pevçûnên ser rûyê erdê hemû ji ber van herdu ferasetên dijber û nelihev pêk tên. Jiyana civakên çîndar jî bi vî awayî dest pê kiriye û heta îro didome. Jina ku ji qada hilberînê hatiye bidûrxistin, ji hemû qadên jiyanê jî hatiye bidûrxistin. Ji wê rojê û vir ve ku ne jinê û ne jî mêrê ku ji jinê welidiye, ber xwe dîtiye.
Nasname, zayend, nîjad, netewe, ziman, ol û baweriya wî/wê çi dibe bila bibe, her mirov pêşî wekî welatiyê welatê xwe û peyre jî wekî hemwelatiyê cîhanê tê ser rûyê dinyayê. Ev yek, ji mafê mirovan bêtir rastiyeke xwezayî û gerdûnî derdixe holê.. Ji bilî zagon, rêgez û rêbazên gerdûnî û her wiha bawerî, bîrdoz û ramana mirov a xwecihî, nasnameyeke mirov a mirovî heye. Heta ku ew nasnameya mirov li hemû deverên cîhanê bi her awayî derbasdar nebe, tu car wekhevî û aştiyeke mayînde ya gerdûnî û mirovî pêk nayê. Lewre ev nasname ji bo xwarin, vexwarin, debirîn, parastîn, geşt, ger, perwerdehî û vehewîna mirov dibe pêdiviyeke bingehîn.Tu kes û hêz nikare mirovên ku tevlî van mafên bingehîn tên dinyayê û nasdarî jiyanê dibin, li gor zagonên dewlet û feraseta mirovên desthilatdar bên xebitandin, çewsandin, girtin û darizandin. Mafê tu kesî tune ye ku kes, hêz, kom, komîçk û neteweyên dinyayê di ser ên din re bigire. Her wekî din jî mafê tu kesî tune ye mafê tu mirovan di ser maf û rûmeta mirovên din re bigire. Her çiqas ku ev rêgez û rêbzên gerdûnî/navneteweyî li ser kaxizê hatibin nivîsandin jî, kardariya wan dîsa di destê mirovan de ye û pêkhatin û pêkanîna wan tiştekî pêkan e. Lewre avakar û damezrînerên hemû zagon û pergalên vê dinyayê mirov in; belê yên ku van zagon û pergalan diguherin, dirûxînin û ji holê radikin jî dîsa mirov in. Rast e; îro ro kesên ku şer dixwazin, neheqiyê dikin û mirovan berdidin hevdû nayên darizandin; heta tên pesinandin û xelatkirin jî. Berevajiyê wê; li şûna wan kesên xêrdoş, aştîxwaz û mirovhez tên çewsandin, girtin û darizandin. Ji ber ku li hemû deverên dinyayê, hêzdarî cihê dadwer


