Gotinbêjî
Divê em ji bîr nekin ku mirov tenê ne bi qasî ku difikire heye; bi qasî ku dikare xwe îfade jî bike heye. Û peyv, heke rast were bikaranîn, yek ji amûrên herî hêzdar ên mirovan e.

Mirov, cîhana ku tê de dijî, tenê bi dîtinê fêm nake; herwiha wê bi navdan û watedarkirinê jî fêm dike. Di vê pêvajoyê de, ziman cihekî sereke digire. Ziman tenê ne amûrekî axaftin û ragihandinê ye; ew qadên ku fikir tê de tên şêwandin, hest tên hisandin û têkiliyên civakî tên tekûzkirin, hemû bi saya zimên tên derbirîn.
Asoya gotinê, girîngiya peyvê û girêdayî wê hunera axaftinê pir girîng e. Ji bo wê, gotinbêjî (xîtabet) bandoreke pir mezin li ser takekes, civak û dîrokê dihêle. Belê, di navbera bikaranîna xwerû ya zimên û bikaranîna wî ya bi şêwazeke zanistî û bibandor de cudahiyeke mezin heye. Ev cudahî di hunera gotin û axaftinê de xuya dibe. Hunera gotinê, hêza veşartî ya zimên derdixe holê, wê bi rê ve dibe û hêzeke guherîner dadigerîne.
Peyv, ji demên kevnar ve bigirin heta îro, yek ji amûrên herî hêzdar ên mirovahiyê bûye. Berî ku nivîsandin were dahênandin jî, mirovan bi peyvê hevdu agahdar kirine û ew agahî veguhastine peyrewên xwe; bi vî awayî pergalên çandî û civakî ava kirine. Ji ber vê yekê peyv tenê ne şêwazeke ragihandinê ye; ew di heman demê de mîrate û amûreke berdewamiya jiyanê ye. Hunera axaftinê jî ev mîrate bi awaqyekî zanistî bi rê ve dibe û wê xurtir û bandordartir dike. Axaftinek baş tenê agahî ranagihîne; her wiha hişyariyê diafirîne, hesteke nû, fikreke nû û carinan jî tevgereke nû dide destpêkirin.
Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên gotin û axaftinê ew e ku bandora wê li ser hiş û hestên mirov dike. Mirov tenê ne wargehekî rasyonel e; ew di heman demê de wargehekî hestî ye. Ji ber vê yekê axaftinek ku tenê li ser mantiqa mirov hatiye avakirin, gelek caran têrê nake. Lê axaftina baş di navbera hiş û dil de pirsa wekheviyê ava dike. Guherbar hem di asta fikrî de tê îqnakirin û hem jî di asta hestî de tê bandordarkirin. Ev têkiliya du-alî peyvê dike ku bêhtir mayîndar bibe, ji ber ku mirov tenê tiştên ku dibihîze naxwîne; ew her wiha tiştên ku hest dike jî di bîra xwe de dihêle. Hêza axaftinê di dîrokê de, bi gelek awayên cuda bi hemû girîngiyê xwe nîşan daye. Axaftina pêşengek e ku dikare çarenûsa civakekê biguherîne. Şer, şoreş û guherînên civakî pir caran bi gotinên xweş hatine şêwandin. Ji vî alî ve, hunera axaftinê tenê ne behreyeke kesane ye; ew di heman demê de hêzeke dîrokî ye. Lê ev hêz çawa tê bikaranîn, pir girîng e. Ji ber vê yekê heke peyv, rast were bikaranîn, dibe hêzeke avaker û afirîner belê heke şaş were bikaranîn, dibe hêzeke têkbir û rûxîner.
Di cîhana îro de, bi pêşketina teknolojiyên ragihandinê re, bandora peyvê hîn mezintir bûye. Niha mirov tenê ne li cihê ku lê dijî diaxive, her wiha bi rêya platformên dîjîtal bi milyonan re têkiliyê datîne û diaxive. Ev rewş girîngiya axaftinê zêdetir dike, belê di heman demê de berpirsyariya wê jî girantir dibe. Ji ber ku niha peyvek di demeke kurt de bi awayekî pir lezgîn belav dibe û digihîje milyonan, gotinbêjî tenê ne hunera axivînê ye; ew hewceyî hişmendiyeke sincî ye jî.
Têkiliya hunera gotinbêjî û axaftinê rasterê bi nasnameya mirov û hebûna wî/wê ya civakî re heye. Mirov bi qasî ku dikare hest û hizira xwe derbibîre dikare bijî jî. Kesên ku dikarin fikrên xwe bi şêwazeke zelal û bibandor vebêjin, hem xwe baştir didin fêmkirin û hem jî bi derve re têkiliyek xurtir datînin. Ev rewş, baweriya takekes xurtir û têkiliyê wî/wê çalaktir û bibandortir dike. Lê kesên ku nikarin xwe îfade bikin, ji ber ku baş nayên naskirin û fêmkirin, gelek caran hestê tenêtiyê dijîn. Ji ber vê yekê, hunera gotinbêjî û axaftinê, tenê ne cerbeziyeke ragihandinê ye; ew şêwaza hebûna mirov bixwe ye.
Ji aliyê perwerdeyê ve, em dibînin ku hunera axaftinê pir caran girîng tê dîtin. Lê agahî, heke neyê îfadekirin, kêm e. Divê xwendekar ne tenê fêrî agahiyê bibin; divê ew jî dikaribin wê bi şêwazeke bi bandor îfade bikin. Gotûbêj, pêşkêşkirin û axaftinên devkî di pêşvebirina vê jêhatîbûnê de rolên girîng dilîzin. Ev pêvajoyan hem li ser pêşketina fikrî hem jî hestî bandor dikin û di heman demê de şiyana rexnegiriyê jî xurt dikin.
Têkiliya gotinbêjî û hunera axaftinê bi guhdarîkirinê re heye. Axaftvaneke/î baş, di heman demê de guhdareke/î baş e. Ji ber ku axaftina bibandor tenê bi axaftinê pêk nayê; ew bi têgihîştina guhdaran pêk tê. Axaftvaneke/î ku hest, hewce û şêwaza fikirînê ya guhdaran fêm dike, dikare peyvên xwe li gorî wan saz bike. Ev jî ragihandinê tekûztir û tebûtir dike. Ji ber vê yekê axaftin ne pêvajoyek yekalî ye; ew têkiliyeke dualî ye.
Bêguman divê aliyê estetîkî/ciwankarî yê gotinê jî neyê paşguhkirin. Rîtma zimên, hemahengiya peyvan, herikîna hevok û derbirînan bandora axaftinê diyar dikin. Gotinbêjî yan axaftinek xweş mîna helbestê diherike; guhdaran qet nawestîne û wan bêzar nake. Belê ew di nav xwe de dike ku wenda bibe. Ev yek aliyê bedewkariya hunera axaftinê, radigihîne asta hunerî ya bilind. Ji ber vê yekê axaftvanek baş divê li ser ziman, nazikî û narîniya gotinbêjiyê serwer be.
Hêza peyvê di heman demê de berpirsyariyek e. Ji ber ku her peyv bandorekê pêk tîne. Ev bandor carinan dibe sedema rastî û duristiyê, carinan jî dibe sedema şaşî û xeletiyê. Ji ber vê yekê hunera axaftinê hewceyî bikaranîneke hişmendane ye. Bi taybetî kesên ku li ser civakê bandorê dikin, divê peyvên xwe bi baldarî bi kar bînin. Ji ber ku bandora peyvên wan, ji bandora wan berfirehtir e. Ev jî aliyê sincî yê hunera axaftinê derdixe pêş.
Di jiyana rojane de jî bandora gotinbêjiyê nayê paşguhkirin. Zimanê ku em bi hev re bi kar tînin, çawaniya têkiliyên me diyar dike. Peyvek dikare têkiliyekê xurt bike an jî wê qut bike. Lewra hunera axaftinê tenê ne li platformên mezin; ew di her gava jiyanê de heye. Di malbat, kar, hevaltî û civakê de, peyv têkiliyên mirovî diedilîne yan jî dişikîne. Hunera axaftinê di heman demê de hunera qanîkirinê ye. Belê ev qanîkirin ne pêdivî ye ku bi manîpulasyonê were tevlihevkirin. Axaftina rast guhdaran natengijîne; ji wan re perspektîfeke nû vedike. Qanîkirin ne bi zorê, bi têgihiştin û hevxemiyê pêk tê. Ji ber vê yekê gotinbêjî yan axaftvanek baş tenê nabe sedema derbirina hest û ramana axêver; di heman demê de rêzgirtina hest û ramana guhdaran e jî.
Wekî encam; hunera gotinbêjî û axaftinê ji şêwazeke xwerû ya derbirînê wêdetir e. Ew di şêwandina fikrê, hest û civakê de jî roleke girîng dilîze. Peyv, heke rast were bikaranîn, dikare mirovan nêzîkî hev bike û bingeheke xurt û hevpar ava bike. Ji ber vê yekê pêşvebirina vê behreyê hem ji aliyê kesane hem ji aliyê civakî ve pir girîng e. Divê em ji bîr nekin ku mirov tenê ne bi qasî ku difikire heye; bi qasî ku dikare xwe îfade jî bike heye. Û peyv, heke rast were bikaranîn, yek ji amûrên herî hêzdar ên mirovan e.


