
Bêriya te dikim qîzmetê
Dîsa destpêka havînê ye, kelekela germa havînê, pezê nîvro hatiye nav konan, hilkehilka wan mîh û bizinan gunehê merivan bi wan tê.

Dîsa destpêka havînê ye, kelekela germa havînê, pezê nîvro hatiye nav konan, hilkehilka wan mîh û bizinan gunehê merivan bi wan tê.

Dîsa rojekê dayika min pir ji bizina belek aciz bû, got; vê carê ez ê çavên xwe li bizinê bigerînim, ger ew dîsa were, ez ê bi kevirekî mezin wî stûyê wê bişikînim. Dayika min şîrê wê û yên mîhan tevlihev kir, agirek dada, beroşa şîr da ser agir, li ber agir rûnişt, kevçiyê dar da destê xwe, kevirek mezin danî kêleka xwe û li benda bizinê sekinî.

Hin heval û cînarên min jî çîroka min dizanin, her roj diçin û tên behsa wî ji min re dikin, wiha xweşik e, wiha dimeşe, wek xortan xuya dike, dike û dike. Cînara min jî gotibû, dema keça min zewicî, ez dixwazim xwarina daweta keça min tu çêbikî, min jî gotibû erê. Lê min nedizanî ew zava lawê birayê dildarê min ê berê bû...

Dema hûn porê xwe dişon û dikin çil gulî, ew gulî ji dûr ve wek stêrkan dibiriqe we wek tava li berbanga sibê nîşan dide, ji ber wê jî ti carê porê xwe nequsînin, li porê xwe xwedî derkevin.

Min got ez pir jêhatî bûm, min ev jêhatîbûnê ji dayika xwe girtiye, wê hemû tiştên di jiyanê de hînî min dikirin. Lewma ez ewqasî ji xwe bawer bûm. Tenê porê min ne wek porên hevalên min gur bû, porê min dirêj bû lê ne ewqasî, ez jî pesnê xwe bidim ku gur bû.
Ez teze gihîştime, hê ciwan im, di nav laşê min de kelecanek wisa heye ku ez jî nizanim çima... Bihara ewil e, gul û gupik hêdî hêdî dibişkivin, ez jî xwe weke wan gul û gupika dibînim.
Ev çendeke ez alîkariya kal û pîran dikim. Her roj rûniştina li malê ez hetikandim, rabûm vir de û wê de min cihekî xweş dît, hema li gorî min e.
Bihar tê bi rengên xwe ve, bihar tê bi gulên xwe ve, bihar tê bi şahiyên xwe ve, bihar tê bi kenên xwe ve û bihar tê bi jiyana xwe ve...

Sarê di nava malbata xwe de keçeke bedew, jîr, ji xwe bawer lê hinekî jî serhişk e. Temenê wê nozdeh salî ye, ew ji hemû xwişk û birayên xwe cudatir e, di nava wan de tenê ew bêtirs û jêhatî ye.
Wexta ez hê ciwan bûm, hemû kar û barên malê li ser pişta min bûn, ew karana min bi xwe, bi zanebûn dabûn ser pişta xwe. Ji ber ku di nav malê de xebitîn ji min re wek evînekê dihat.
Ez ji diya xwe hîn bûme ku heval û hogirên xwe, ji dost û nasên xwe û cînarên xwe hez bikim, wan biparêzim û hevaltiyek baş bi wan re bikim.
Dayê nizam bextê min e, yan jî bêbextiya hinekan e! Ez bi ku de herim, çi bikim jî hemû caran bêbextiya hinekan derdikeve pêşiya min.

Em hemû qîzên xama ne; kelekela me ye, pirtepirta dilê me ye; her yek ji me di dilê wê de şêrek veşartî heye. Îca ne bi xêr, di nav malên me de ne kanî hene, ne jî çemek dikişe.

Li cem me qedrê mêvantiyê ji her tiştî zêdetir tê girtin; em ji bav û kalên xwe hîn bûne ku qedrê mêvanan baş bizanin.

Serê biharê ye, kelekela heywanan e lê kelekela me ciwanan e jî. Mal hêdî hêdî barê xwe didin hev û derdikevin zozanan.

Wexta payîzê wek her kesekî/ê ez jî tedarikên xwe yên zivistanê dikim.
Wexta meriv bi tena serê xwe bijî zehmet e. Eva çend sal in ez bi tena serê xwe dijîm. Di mala xwe de bi tena serê xwe dijîm, wekî din ez ne tenê me. Cînarên min wek malbata min her tim li cem min in.
Min heta niha di vî emrê xwe de bûkek wisa bedew neditiye, bê merûmê hema xwedê tu bi qelema xwe xêz kirî gelo? Lê dayê, meriv ewqas jî bedew nabeee!

Diya min û meta Zerê, her tim bi hev re diketin pêşbirkê. Diya min digot; helîseya herî xweş û rind ez çêdikim. Meta Zerê jî digot; teeeew, ya herî xweş ez çêdikim.

Zaroktiya min çiqas xweş bû, min zaroktiyek pir xweş derbas kir. Em zarok sibê heta danê êvarê li derva, di ber derê cînaran de, li kolan û kuçeyan de kêf û eşqa herî mezin ya me bû.

Min ji biçûktiya xwe ve ji kal û pîran pir hez dikir. Nizam ji ber çi lê hezkirina min a wan ji hemû jiyana min zêdetir e.

Ez zarok bûm, na, na ez ne zarok bûm, hema pêda pêda ber bi temenê qîzeke xama ve diçûm. Malbata diya min hemû jî bajarî bûn, ne wek me koçer bûn.

A niha ez li malê rûniştime li benda gulîdirêjê sekinîme, (Navê wê Gulxan e, ji ber guliyên wê dirêj in em bi navê gulîdirêj gazî wê dikin. Ne ewqasî bedew e jî hema wisa).

Heta niha me çend bûk anîne, hemû jî weke xanima li ber mala xwe û halê xwe sekinîne, ji xwe re mal ava kirine, zarokên xwe dane xwendinê û mezin kirine. Ya herî baş jî malên xwe fireh û mezin kirine.