Gulî stêrkan dibiriqîn e
Dema hûn porê xwe dişon û dikin çil gulî, ew gulî ji dûr ve wek stêrkan dibiriqe we wek tava li berbanga sibê nîşan dide, ji ber wê jî ti carê porê xwe nequsînin, li porê xwe xwedî derkevin.

Tê bîra min, dema zaroktiya min heta roja îro ez keziyên xwe vedigirim. Ne wek berê çil gulî, lê heta ku qeweta min digihîje çend heb guliyên xwe vedigirim. Dayika min tu carê nedihişt em serê porê xwe jî jêbikin, digot; ‘Por bedewbûna me jinan e, por serbilindiya me ye, ger porê me tune be, em ê bê navmil bimînin û serma bigirin. Divê porê her keçikekê, her jinekê wek kembera li ser pişta wê be, wek qamçiyê li ser pişta hespê be. Dema hûn porê xwe dişon û dikin çil gulî, ew gulî ji dûr ve wek stêrkan dibiriqe we wek tava li berbanga sibê nîşan dide, ji ber wê jî ti carê porê xwe nequsînin, li porê xwe xwedî derkevin.’
Ev gotinên dayika min bûn. Di nav heval û hogirên min de tenê porê min, keziyên min ji yên wan ziravtir bû. Ji bo guliyên min qalind û dirêj xuya bikin, di malê de çiqas morî û mircan hebûna dayika min di nav guliyên min re derbas dikir, ew xemilandin jî hêzeke pir mezin dida min. Min xwe wek tava hîvê didît û ez wisa dijiyam.
Em hinekî mezin bûn, wext derbas bû, lê dîsa ew guliyên me bi me re mezin û dirêj û gur dibûn. Keça apê min û xortekî li gundê hinekî dûrî me ji hevûdu hez kirin, wan dil avêt ser hevûdu û bûn bengî. Dema xwezgîniyên Şîrînê hatin, wan dît ku keziyên Şîrînê çil in, ne dudu ne. Gotin; ‘Li gundê me av kêm e, em nikarin her car evqas porê giran bişon.’
Ger hûn porê wê di nav de hinekî biqusînin, wê porê wê jî sivik bibe û ava me jî badilhewa naçe. Min dît Şîrînê bi herdu çavan hêsiran dibarîne, ew naxwaze porê wê, keziyên wê bê qusandin. Ez bêhnekê çûm cem dayika xwe, min jê re behsa xwezgîniyên Şîrînê kir ku ew behsa porqusandina wê dikin.
Bavê min got; dayik û bavê şîrînê çi bersivê didin wan?’ Min got wan bersiveke baş neda ji ber ku ew xwezgînî dewlemendê wî gundî ne, ne tenê ew gund, xwediyê hemû gundên li wan der û doran in jî. Dayika min bi hêzeke mezin rabû çû mala bavê Şîrînê, dît ku xwezgînî rûniştine. Dayika min got li ser xêrê be, hûn hatine xwezgînî? Vegeriya xwediyên malê pirsî, got; ger destûra we hebe ez dixwazim çend peyvan bêjim ji van maqûlan re. Malbatê got; hurmeta me ji te re pir mezin e, tu çi dixwazî bêje. Dayika min got; hûn li ser herdu çavan û li ser seran hatine. Min bihîst ku hûn porên qîz û bûkan diqusînin, binihêrin ew por, kezî wek bendê li ser pişta me ye, ava me jî ji gundê me pir dûr bû, me kanî anîn ber derê herkesî.
Hûn ewqas xwedî mal û milk in, hûn jî dikarin li ber her deriyekî kaniyekê çêbikin, ewqas zehmet nîne anîna avê. Ger hûn naxwazin em qîza xwe navêjin nav agir, em dikarin her roj porê wê bişon, ne çil gulî, hezar gulî jê re vegirin.
Niha malbatê destûr daye min, herin kaniyên avê bikşînin ber deriyên xwe, dûv re werin xwezgîniyê. Ev gotina me ya dawî ye. Em nikarin ji ber tunebûna avê porê jinan biqusînin. Wê malbatê wisa li çavên hev nihêrtin, rabûn bi lez û bez bi rê ketin. Şîrîn ji ber kêfxweşiyê hêsiran dibarîne. Di navberê de çend meh derbas bûn, wan caw şand ku careke din bên xwezgîniyê.
Dema hatin, gotin we çavê me vekir, ev çend sal in ava ku ji çiya dihat, me berê avê vegerand hemû gundan, niha li ber her malekê kaniyek heye, em têra dilê xwe wê bi kar tînin. Niha bi destûra we, em dixwazin Şîrînê bikin bûka xwe, ew keziyên wê ti carê nayên qusandin. Bijî keziyên me...


