Bakeyî: DYA li gorî cidiyeta pêvajoya dîplomatîk tevnagere

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî, têkildarî hevdîtinên ku tên plankirin bi DYAyê re li Pakistanê bikin axivî û got ku ji bo tûra duyemîn a muzakereyan tu bernameyeke wan nîn e.

1 deqe xwendin
Bakeyî: DYA li gorî cidiyeta pêvajoya dîplomatîk tevnagere

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî têkildarî hevdîtinên bi DYAyê re axivî. Bakeyî, di civîna çapemeniyê ya heftane de got: “Niha, di vê dema ku diaxivim de planeke me ya ji bo tûra pêş a danûstandinan an jî di vê mijarê de biryareke me nîn e."

Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘binpêkirinên’ agirbestê weke hincet nîşan da û di mijara meşandina rêya dîplomatîk de li cidiyeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pirsî. Bakeyî bi domdarî got: “DYA ku îdîa dike ew dîplomasiyê sereke dibîne û ji danûstandinê re amade ye, di nava helwestên welê de ye ku ne li gorî cidiyeta pêvajoya dîplomatîk e."

Bakeyî destweserkirina keştiya kargo ya îranî, dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê û derengxistina agirbesta li Lubnanê weke çalakiyên ‘binpêkirina aşkera ya agirbestê’ pênase kir.