Bakirhan û Firat serdana girtiyên siyasî kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi tevî parlamenter Celal Firat ve çû Girtîgeha Sîlîvriyê û serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya û Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî re kir. Bakirhan piştî serdanê diyar kir ku divê girtîgeh werin valakirin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi tevî parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ve çû Girtîgeha Sîlîvriyê û serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya ku ji sala 2016an ve girtî ye û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepnî ku ji 3yê sibatê ve girtî ye, kir.
Piştî serdanê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek belav kir û wiha got: “Bi parlamenterê me yê Stenbolê Celal Firat re îro em li Girtîgeha Sîlîvriyê bûn. Li serdana Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û Hevserokê ESPê Murat Çepnî kir. Moralên wan xurt bû û hêvîdar bûn. Silavên xwe li her kesî kirin. Heta ku hevalên me ji ber sedema îdeolojiya xwe ya siyasî di girtîgehan de bin, em nikarin qala siyaseta demokratîk bikin. Divê girtîgeh werin valakirin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin.”


