Balafira Amerîkî ket û 4 leşker mirin
CENTCOMê ragihand ku di encama ketina balafira wan ya li Iraqê de, 4 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane, 2 jî winda ne.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh balafireke wan a KC-135 ya taybet ji bo dabînkirina sotemeniyê, di dema operasyonek leşkerî ya li rojavayê Iraqê de ket lê balafira duyem bi selametî daket balafirgehê.
CENTCOMê derbarê mijarê de daxuyaniyek din belav kir. Li gorî fermandariya CENTCOMê 6 leşker di balafira ketî xwarê de bûn. Hat gotin ku ji wana leşkeran 4 jê jiyana xwe ji dest dane û ji bo dîtina her du leşkerên din jî lêgerîn dewam dike.
Fermandariyê da zanîn ku wan li ser bûyerê lêkolîn dane destpê kirin, li gorî fermandariyê balafir ne di encama êrişê de ketiye xwarê.
Îran: Me balafirê xist û ên tê de hatin kuştin
Hêjayî gotinê ye Berdevkê Serfermandariya Xatem El-Enbiya ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîkar îro ragihand ku ji aliyê hêzên wan ve, balafirek dabînkirina sotemeniyê ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê bi pergala parastina hewayî hate lêdan û kete xwarê.
Îbrahîm Zulfîkar destnîşan kir ku di encama êrişê de hemû endamên tîma di balafirê de hatine kuştin.


