Banga Serhado ji bo ‘Mitînga Azadiyê’

Serhado yê ku piştî 11 salan dê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ were Amedê û derkeve ser dikê, diyar kir ku mitîng pir girîng û banga tevlibûnê kir.

1 deqe xwendin
Banga Serhado ji bo ‘Mitînga Azadiyê’

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 28ê hezîranê de saet di 17.00an de li Qada Îstasyonê mitîngê li dar bixin. Mitînga ku dê bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya azad be bi civaka demokratîk ve’ bê lidarxistin, dê Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Veysî Aktaş wek axêver beşdar bibin. Herwiha dê hunermend Pinar Aydinlar, Serhado û Kadîr Çat derkeviln ser dikê. 

Serhado li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev bang kir: ‘Di 28ê hezîranê de saet di 17.00an de li Qada Îstasyonê ‘Mitînga Azadiyê’ heye. Ez jî wek hunemendekî kurd dê beşdar bibim. Ev ji bo pêvajoyê bernameyek girîng e. Ez hêvîdar im, dê ji Amed û derdorê wê tevlibûn çêbe. Ji bo bajarên din jî bernameyên cuda tên amadekirin. Hêvîdar im em ê kesên ji wan bajaran jî bibînin. Jê nemînin ev bernameyek girîng e. Ev 11 sal in ez nehatime Amedê. Ez ê bi hesret û kelecan vegerim. Kesên li strana min a ‘Ax’ guhdarî kiribin dizanin; ev çi hesretek kûr e. A rast ez nikarim bînim ziman. Ez pir kelecan û bextewer im. Em ê di 28ê hezîranê de li wir bin. Li bende min bin; ez têm.’