Barana zêde bendav tijî kirin
Bendava Devegeçîdî ku sala par ziwa bûbû îsal ji ber barana zêde tije bû.

Îsal zivistan bi berf û baran derbas bû. Barîna baranê û berfê nezla avê zêde kir. Ji ber berf û barana zêde, kanî der bûn. Gol û bendav tijî bûn. Salên borî ji ber hişkesaliyê nezla ava gelek bendav û golan kêm bû. Yek ji vê bendava ku ava wê kêm bûbû Bendava Devegeçîdî bû. Îsal ji ber barîna baranê ya zêde Bendava Devegeçîdî tije bû. Tijîbûna bendavê kêfa cotkaran û xelkê herêmê anî.


