Baroya Amedê: Mafên penaberan nikarin bibin mijara bazariyê
Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya têkildarî der barê Roja Penaberan a Cîhanê de diyar kir ku divê mafên penaberan nebin meseleya bazarkirinê.

Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Amedê, der barê 20ê hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Baroya Amedê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Sekretera Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Amedê parêzer Berîvan Turan û bi zimanê tirkî jî ji aliyê endama komîsyonê parêzer Pelşîn Akbeyê ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye: "Ji bo kesên ku ji ber zordestî, şer, tundûtûjî, cudakirin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan neçar dimînin ku welatên xwe bihêlin; mekanîzmayên parastina navneteweyî, ne tenê statuyek qanûnî ne, lêbelê ew temînatên gerdûnî ne ku ji bo parastina rûmeta mirovî hatine danîn. Mafên penaberan bi mafên bingehîn ên mirovan ve girêdayî ne û ew qas girîng in ku nikarin bibin mijara hilbijartinên siyasî, qeyranên aborî an tengezariyên civakî.
Pergala parastina navneteweyî ya ku bi Peymana Cenevreyê ya sala 1951an û Protokola sala 1967an hatiye avakirin, armanca wê ew e ku mafê jiyanê, ewlekarî û gihîştina mafên bingehîn ji bo kesên ku di bin metirsiya zordariyê de ne, temîn bike. Lê îro şer, pevçûnên herêmî, rêveberiyên otorîter û qeyranên mirovahî yên, her ku diçin kûrtir dibin, û hîn jî dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara kesên ku li seranserê cîhanê ji cih û warên xwe bi zor hatine derxistin her sal zêde dibe. Ev rewş, dewletan mecbûr dike ku berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bicîh bînin û mekanîzmayên hevkariyê xwe xurt bikin.
Tirkiye bi salane ku welatekî girîng ê koçberî û penaberiyê ye. Heta hezîrana 2026an, hejmara Penaberên ji Sûriyeyê ku di çarçoveya parastina demkî de ne, nêzîkî 2 milyon û 270 hezar kesan e. Li ber vê, zêdetirî 200 hezar kes di çarçoveya parastina navneteweyî de jiyana xwe didomînin. Herwiha, lêkolînên serbixwe û çavdêriyên qadan nîşan didin ku nifûsa koçber û penaberan ku li Tirkiyeyê dijîn ji hejmarên fermî zêdetir e û komeke mirovî ya firehtir dihewîne.
Bi dawîbûna rejîma berê li Sûriyeyê û damezrandina rêveberiya demkî ya nû, di destpêkê de ji bo bi milyonan kesên sûrî hêviyek ji bo vegera ewle û bi dilxwazî çêbû. Lê di dema piştî damezrandina rêveberiya demkî de, bi taybetî li dijî civakên elewî, dûrzî û kurdan êrîş, kiryarên neqanûnî, îdiayên îşkenceyê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan qewimîn. Van pêşketinan nîşan didin ku aştiya herdem û ewlekarî li Sûriyeyê hîn nehatiye damezrandin û ev yek ji bo bi milyonan kesên sûrî ku li Tirkiyeyê dijîn, xem û fikaran der barê vegerê de zêde dike.
Li gorî prensîba ‘neşandina bi zor’ (non-refoulement) ku yek ji bingehên mafê navneteweyî ye, veger tenê bi daxwaza azad a kesan û di şertên ewle de pêk were, mimkûn e. Tevî vê yekê, di demên dawî de bi navê teşwîqkirina vegera bi dilxwazî, gelek kiryar hatine sepandin ku gihîştina mirovên sûrî di bin parastina demkî de ne ji mafên bingehîn re dijwartir dikin. Hinek xizmetên tenduristiyê yên ku berê belaş bûn, niha hatine kirin bi pere û rakirina muafiyetên ewlehiya civakî jî gihîştina mafên tenduristiyê de pirsgirêkên giran derdixe holê.
Ji aliyekî din ve, berfirehkirina mecbûriyeta agahdarkirinê ya ku wekî cezakirina îdarî tê sepandin û belavkirina wê li ser hemû kesên di bin parastina demkî de ne, ji bo mafê gera azad sînorkirinên girîng çêdike. Di rewşa nebicihanîna vê mecbûriyetê de, piştî sê caran binpêkirinê girtina nasnameyan û girêdana gihîştina statuyê ji nû ve bi pêvajoyên dirêj ên dadwerî re, hem sedema windabûna mafan dibe, hem jî barê zêde li ser saziyên dadweriyê datîne. Sepandina van rêziknameyên ku rasterast mafên bingehîn eleqedar dikin bi awayekî bê zelalî, ji bo prensîba dewleta mafê de fikarên cidî derdixe holê.
Di warên wekî xaniye, tenduristiyê, perwerdehiyê, kar û gihîştina dadê de pirsgirêkên girîng hîn jî didomin. Binpêkirinên mafan ku li Navendên Vegerandinê û cihên mayîna demkî qewimîne, astengkirina gihîştina parêzeran, kiryarên ku mafê taybetmendiyê xera dikin û şertên jiyanê yên ku bi rûmeta mirovî re naguncin, ne li gorî standardên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan in.
Ji aliyê din ve, li herêma me pêşveçûnên ku dikarin bibin sedema tevgerên nû yên koçberiya bi zor diqewimin. Ji ber şer û pevçûnên li Îranê didomin, li şûna qebûlkirina daxwazên parastina navneteweyî yên kesên ku li ewlekarî digerin, redkirina van daxwazan ne li gorî berpirsiyariyên ku ji peymanên navneteweyî yên Tirkiye beşdarê wan e derdikevin. Parastina kesên ku ji şer û pevçûnan direvin ne hilbijartinek e ku li ser daxwaza dewletan be, lê berpirsiyariyek qanûnî ye.
Bi wesileya 20ê hezîranê, Roja Cîhanî ya Penaberan, em careke din tînin bîra giştî ku mafên penaberan nikarin bibin mijara bazariyê. Temînkirina şertên jiyanê yên ku bi rûmeta mirovî re lihev tên, ewlekirina maf û azadiyên bingehîn û rêzgirtina bê şert û merc ji prensîba neşandina bi zor, berpirsiyariya dewletan e li hemberî mafê neteweyî û navneteweyî.
Wekî Komîsyona Koçberî û Penaberîyê ya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, em bi rêzdarî ragihînin ku em ê li dijî gotinên cudaxwaz, siyaseta gefa, kiryarên vegerandina bi zor û her cure bikaranînên îdarî yên ku mafên bingehîn sînordar dikin, parastina serweriya hiquqê bidomînin; mafên penaber û penaxwazan bişopînin û li dijî binpêkirinan rawestin."


