Bavê nivîsikara Azadiya Welat jiyana xwe ji dest da
Bavê nivîskara Azadiya Welat Adar Gulanê Alî Şaman (86) di encama krîza dil de koça dawî kir.

Alî Şaman, li navçeya Şirnex Hezexê demeke ji ber enfeksiyona pişikê li Nexweşxanê tedawî di bû. Alî Şaman, di jiyana xwe de bi ruhê welatparêziya herêma Botanê, siyaseta Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopand. Ew dildarê Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Alî Şaman bavê şehîd Sozdar (Zinarîn Botan) a ku di 2016an de li Hezexê di dema şerê xwerêveberiyê de şehîd bûbû ye. Alî Şaman di heman demê de bavê Adar Gulan a nivîskara Azadiya Welat e.
Cenazeyê Alî Şaman li Goristana Navçeyê ya Hezexê hat definkirin. Malbatê li Hezexê li Mala Şînê ya Mizgefta Mele Tahir şîn danî. Herwiha dê li bajarê Mannhaimê yê Almanyayê jî roja şêmiyê şîn were danîn.


