Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû
Hevserokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya welatiyên ku dixwazin vegerin gundên xwe hîn jî hene û bernameya çalakiyên ku dê ji bo Hefteya Koçberiyê li dar bixin, aşkera kir.

Komeleya Lekolîn û Çavdêriyê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER), der barê çalakî û bernameyên ku dê di çarçoveya xebatên 14-21ê Hezîranê Hefteya Koçberiyê de, pêk bînin li avahiya komeleya xwe ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan ê ku daxuyanî xwend, diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de di navbera 14-21ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Jiyan dê li ser axa dayikê bi wate bibe’ pêk bînin.
Vecîh Aydogan destnîşan kir ku armanca wan balkişandina ser encamên civakî, aborî û çandî yên koçberiyê ye û her wiha xuyakirina mexdûriyetên polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê û di serî de mafê vegera gundan, daxwazên mexdûrên koçberiyê bikin rojeva raya giştî.
Astengiyên li pêşiya vegerên gund
Vecîh Aydogan anî ziman ku bi taybetî di salên 1990î de ji ber polîtîkayên valakirina gundan û koçberkirina bi darê zorê bi milyonan mirov ji axa xwe hatine veqetamdin û bi mexdûriyetên giran ên aborî, civakî û çandî re rûbirû hatine hiştin û wiha got: “Tevî ku gelek sal di ser re derbas bûne jî pirsgirêkên ku koçberiyê afirandine di asteke mezin de berdewam dikin û astengiyên li pêşiya welatiyên ku dixwazin vegerin gundên xwe hîn jî berdewam dikin.”
Bernameya Hefteya Koçberiyê
Aydogan li ser bingeha vê rastiyê bernameya çalakiyên ku dê li dar bixin wiha rêz kir:
*Di 14ê Hezîrana 2026an de di saet 11.00an de, dê serdana gundê Bîrikê ya navçeya Bismila Amedê ku di salên 1990an de hatibû valakirin, were kirin. Li vir ji bo bal bikişînin ser mexdûriyetên valakirina gundan dê daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê pêk bê.
*Di 17ê Hezîrana 2026an de, ji bo piştgiriya nobeta jiyan û hawirdorê ya ku li dijî projeyên JESê li navçeya Gimgimê ya Mûşê tê domandin, dê serdana konê berxwedanê were kirin û di çarçoveya serdana pişgirtiyê de daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.
*Di 21ê Hezîrana 2026an de, li avahiya komeleya me dê bi sernavê ‘Di Avakirina Civaka Demokratîk de Vegera Gundan û Rola Rêveberiyên Herêmî’ panelek were lidarxistin. Di panelê de mijarên wekî mafê vegera gundan, berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî û girîngiya jiyana gundewarî ya di avakirina civaka demokratîk de dê werin nirxandin.”
Vecîh Aydogan diyar kir ku ev xebatên ku ew dê pêk bînin dê ji bo xuyakirina encamên polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê, mafê vegera gundan jinûve bibe rojev û lêgerînên çareseriya demokratîk bibe alîkar û bang li her kesî kir ku beşdarî bernameyan bibin û pişgirtiyê bidin xebatên wan.

