Beşa duyemîn a hevpeyvîna ku bi Abdullah Ocalan re hatibû, hat weşandin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1997an de li bajarê Bar Elîasê yê Lubnanê bi rojnameger Fatîh Altayli re hevpeyvîn kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1997an de li bajarê Bar Elîasê yê Lubnanê bi rojnameger Fatîh Altayli re hevpeyvîn kir. Beşa yekemîn a hevpeyvînê piştî 28 salan duh ji hêla malpera “Ozgur Duşuncelere (Fikrên Azad)” ve hate weşandin. Îro jî heman malperê beşda duyemîn a hevpeyvînê parve kir. Hevpeyvîna îro ji 25 deqeyan pêk tê. Abdullah Ocalan, di vê beşê de pirsên Altayli yên têkildarî siyasetmedarên demê, têkiliyên kurd-tirkan, çavkaniyên fînansê yên PKKê û hwd. di bersivîne.
Hevpeyvîn wiha ye:
Hûn niha mîna nasnameyek siyasî ku amadeye bi rengekî çalak tevli siyaseta tirkiyeyê bibe, axivîn. Gelo tiştek di Abdullah Ocalan de guherî heye?
Tiştek nehatiye guhertin. Di rojên dawî de guhertinên awarte çêdibin. Demek mîna dema fetret tê jiyîn. Di destpêka salên 1400î de Împaratoriya Osmanî ketibû nava serdemeke fetretê de. Li tirkiyeyê jî demeke ku dişibe dema fetretê hat jiyîn. Yek ji berpirsyarên sereke yên vê yekê ez im. Di dema fetretê de Mûsa û Mehmet Çelebî hebûn û di wê demê de hin serhildanên mîna ya Şêx Bedredîn çêdibûn. Li tirkiyeyê jî rewşeke wisa teqez hat jiyîn. Ji ber vê yekê divê em pê re mijûl bibin. Li cihê hev tasfiyekirinê divê em rêyek a li hevkirinê bibînin. Li gorî min ya herî bi mentiq ev e. Ez vê yekê bi awayekî cidî dibêjim. Lihevkirineke berfireh a demokratîk, dikare destkeftiyên mezin bi xwe re bîne.
We ji Mesût Yilmaz re name şand, piştre bersiv da neda em nizanin. Hêviyê we ji Mesût Yilmaz hebûn, çi bû gaveke hat avêtin?
Mesût Yilmaz li Îdirê got, Em ê teqez pirsgirêka kurd çareser bikin. Piştre, çi kir derket holê. Ew suîqesta ku tê zanîn pêk hat. Dema ku suîqest pêk hat, wî destên xwe mistidan. Ez bawerim hin bendewariyên wî hebûn. Ew bi xwe çiqas berpirsyar e divê rave bike. Ger nebe, ger karê çeteyan be jî divê wê jî rave bike. Ji ber ku wî pirsgirêka çeteyan vekir û di serdema wî de suîqesteke pir mezin pêk hat. Ew jî serokwezîr e. Divê ew bibêje, Min ji bo vê ferman da an jî neda. Ji ber ku behsa Çatli tê kirin. Ev pir cidî ye, deh qat ji Susurlukê mezintir e. Di wan rojan de 500 milyar winda bûn. Bi îhtîmaleke mezin, ew pere ji bo kuştina min hatibû dayîn. Tansû Çîller got, Eger ez eşkere bikim dibe ku şer derkeve. Divê ew vê yekê zelal bike. Piştî wê, şer hîn zêde bû.
Beriya niha we gotibû ku ger Erbakan were ser desthilatdariyê wê li hemberî pirsgirêka kurd hişyartir be. Gelo di Erbakan de hesasiyetek heye?
Ez bawer dikim ku divê em hinekî din li benda Erbakan bisekinin. Wisa xuya dike ku hin hewldanên wî hene. Dibe ku ev jî di van rojan de derkevin holê. Ez ê hin lêpirsînan bikim. Piştî ku hinekî li bendê bim, ez ê bi civîneke çapemeniyê daxwaz bikim ku Erbakan niyeta xwe ya rast eşkere bike. Hin hewldanên birêz Fethullah Erbaş (parlementerê berê yê Partiya Refahê) hebûn. Hewldanên din jî hene. Ew pêvajo ji bo hin têkiliyên siyasî serdemeke pêşketinê bû. Di sala 1996an de şandeyek ku Fethullah Erbaş jî di nav de bû çûbû çiyayê Zapêda ku 8 leşkerên dîlgirtî vegerînin. Du sal em birçî û tî man, bêyî ku zirarek biçûk jî bigihêje wan leşkeran herî dawî me radestî malbata wan kirin. Hemû weke endamên PKKê diaxivin. Bê guman, wan bi xwe biryar da. Armanc ew bû ku em nîşan bidin ev şer ne şerekî ku zarokên Anatoliyê dixwestin û pêvajoyê veguherînin platformek ji bo diyalogê. Ji ber vê yekê min bi zanabûn pêvajo dirêj kir. Di hewldana yekem de çend leşker hatin berdan. Yên din jî di Hefteya Mafên Mirovan de hatin berdan. ÎHDê, Mazlûm Der û Erbaş ê ji hikûmetê bi hev re hatin. Ji ber çi min xwest ku li pêşberî çapemeniyê be, ji ber ku gel xwişk û biratiyê dixwazin. Divê rondikên dayikan bisekinin. Min xwest ku gelê tirkiyeyê girêdana di navbera dayik û zarokên xwe de bibîne. Dîmena herî dilêş a salên dawî hembêzkirina di navbera dayik û leşker de ye. Dîtina vê rastiyê pir girîng e. Ji ber ku bi hezaran kesên mîna wî ketin bin axê. Min xwest ku gel şahidiya vê yekê bike da êşeke wiha dubare nebe. Ev pir girîng e. Bi heza


