Beşdarbûna jinan a werzîşê ne îmtîyazeke, mafek e
Ji Miduriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê Hayal Dundar destnîşan kir ku bi tûrnûvaya Voleybolê dixwazin jinan di qada werzîşê de bigînin hev û hêz, hunerê wan derxin holê û hevgirtina wan xurt bikin.

Gerînendetiya Ciwanî û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê, piştî 8 salên polîtîkayên qeyûmên tayinkirî, dîsa ket destê rêveberiyên herêmî û bê navber xebatên xwe didomîne. Gerînendetî ji bo werzîş bigihîjîne her beşên civakê, bi çalakiyên ku di havînê de li dar xistine û planên xwe yên pêşerojê bi her awayî dixebite, balê dikişîne. Gerînendetiya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ji bo jinan bi werzîşê re bîne ba hev, hêza yekîtiyê ya werzîşê û hevgirtina jinan derxe pêş, di 7ê nîsanê de Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn da destpêkirin. Tûrnûvaya ku bi giştî 21 tîm ku tevlî bûn di roja 3yemîn de berdewam kir.
Xebatkara Miduriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ya Şaredariya Peyasê Hayal Dundar li ser xebatên turnûvaya voleybolê rawestiya û got: “Me ev turnuva bi armanca ku ked, hevgirtin û hebûna jinan di hemû qadên jiyanê de bêtir bên xuyakirin da destpêkirin. Em dizanin ku jin ne tenê li malê, kar, an jî li kolanê xurt in; ew di werzîş, têkoşîn û di hilberîna hevkariyê de jî xwedî sekneke pir xurt in. Em bawer dikin ku werzîş ne tenê qadeke fîzîkî ye. Di heman demê de qadeke girîng a ku jin lê dicivin, hêzdar dibin, bi hev re hilberînin û hevgirtina xwe xurt dikin e. Em bawer dikin ku hebûna bi hêz a jinan ne tenê di jiyana civakî de, di heman demê de di warê werzîşê de jî pir biqîmet e. Me par turnuvaya xwe ya yekem bi beşdariya 15 tîman li dar xist. Wêneya ku ji destpêkê ve derket holê nîşan da ku jin çiqas hewceyê van waran in û ew çiqas bi tundî dikarin wan hembêz bikin. Hewldan û têkoşîna ku li qadê hat nîşandan û hevgirtina ku pêş ket, ji bo me encamên herî hêja bûn. Pêvajoyeke ku hebûna jinan di werzîşê de zêde kir, hevdu hêzdar kir û giyanek kolektîf afirand pêş ket. Di vê wateyê de, turnuvaya yekem ji bo me destpêkeke pir serkeftî, hevîdar û xurt bû.”
Ji bo hebûna jinan di qada werzîşê de bêtir bê dîtin
Hayal Dundar li ser armanca Turnûvaya Voleybola Jinan jî agahî dan û got: “Armanca sereke ya organîzekirina vê Turnuvaya Voleybolê ya Jinan ew e ku hebûna jinan di werzîşê de bêtir xuya bibe, ked û hevgirtina jinan xurt bibe û bingehek xurt ji bo yekîtîya di navbera saziyan de pêş bikeve. Em vê turnuvayê tenê wekî karekî werzîşî nabînin. Em wê wekî cihekî hevdîtinê yê watedar dibînin ku jin lê dicivin, hevdu xurt dikin û hewl û têkoşînên xwe yên hevpar tînin qadê. Em beşdarbûna zêde, xuyabûn û hêzdarbûna jinan di werzîşê de, mîna di hemî qadên jiyanê de, pir girîng dibînin. Ev turnuva tam bi vê têgihîştinê hatiye amadekirin. Turnuva dê bi qasî hefteyekê bidome. Di vê demê de, her du maç jî dê pêk werin û atmosferek xurt a hevgirtinê dê were afirandin ku jin dikarin bi hev re hilberînin û parve bikin.”
Hêzên didin hev
Hayal Dundar li ser bandora tûrnûvaya voleybolê ya li ser jinan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Îro, ji her demê bêtir hewcedarî bi cihên ku jinên ciwan dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin û potansiyela xwe derxin holê heye. Werzîş cihê ku mirov bê cem hev û hunera xwe derxe holê ye. Bi saya vê turnuvayê, jinên ciwan baweriya xwe bi xwe tînin û hestek hevgirtina kolektîf pêş dixin, ji hev hêz digirin. Ev alî ji bo me aliyê herî hêja ye. Armanca me di voleybol û werzîşê de ew e ku em van hewldanan berfireh û mayînde bikin. Em ê berdewam bikin ku projeyên nû biafirînin ku ne tenê bi vê turnuvayê ve sînordar in; ku jinên ciwan bi awayekî çalaktir beşdar bikin, ber bi şaxên cûda ve berfireh bibin, beşdariyê zêde bikin û hebûna jinan di werzîşê de bêtir xurt bikin. Xebata me ji bo ku hêza jinan bêtir xuya û rêxistin bikin û hestek hevgirtina kolektîf pêş bixin. Ev dê bidome.
Hilbijartin li ser bingeha beşdariyê ye
Hayal Dundar li ser hilbijartina yekeyên voleybolê jî ev agahî bi mere parve kir: “Me pêvajoya hilbijartina tîmê bi tevahî li ser bingeha beşdarbûnê pêk anî. Di vê çarçoveyê de, me bi 30 rêxistinên jinan re hevdîtinên rû bi rû kir. Me xwest beşdarî turnuvayê bibin. Piştî van hevdîtinan, îsal 21 tîm beşdarî turnuvayê bûn. Me di hilbijartina lîstikvan û tîman de ti pîvan an şertên sînordarkirinê yên taybetî esas negirt. Ji ber ku ji bo me, tiştê girîng li vir ne tenê serkeftina werzîşî ye. Em dixwazin jin beşdarî vê qadê bibin, derkevin qadê û bi hewildan û îradeya xwe bibin beşek ji vê pêvajoyê. Hemî jinên ku di rêxistinan de beşdar in dikarin beşdarî turnuvayê bibin. Em beşdarbûna jinan di werzîşê de ne wekî îmtiyazek, lê wekî mafek xwezayî û bihêz dibînin. Ji ber vê yekê, em turnuvayê bi nêzîkatiyek berfireh, gihîştî û hevkar bi qasî ku pêkan be dimeşînin.”


