DEDAŞê elektrîka Dêrahînê qût kir

DEDAŞê elektrîka bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê bi temamî qût kir.

1 deqe xwendin
DEDAŞê elektrîka Dêrahînê qût kir

Yekîneyên DEDAŞê li bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê, ketin nava taxan û xwestin aboneyan ceza bike. Li dijî vê pêkanîna DEDAŞê welatiyan bertek nîşanî ekîbên DEDAŞê dan. Piştî niqaşan DEDAŞê elektrîka hemû taxên bajarokê qut kir. 

Ji serê sibê saet 09.00an pêde li bajarokê elektrîk tuneye û dikandarên bajarokê ji ber vê rewşê bi gazîncin ku tiştên di sarincên wan de xerab bibin. Ji aliyê din ve derbarê pêkanînê de DEDAŞê tu agahî nedaye aboneyên xwe û nayê zanîn ka elektrîk dê kengî were.