Bi 10 zimanan Parka Gulistana Zimanan vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navçeya Rezanê bi 10 zimanan Parka Gulistana Zimanan vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi merasimekê Parka Gulistana Zimanan vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên navceyên Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn. Li Parka Gulistana Zimanan bi deh zimanên ku li Tirkiyeyê bi windabûnê re rû bi rû re kuçe hatin çêkirin. Li peyvên van zimanan li her kuçeyekê navek hat danîn.


