Bi boneya 4ê Nîsanê li Pakrewangeha Qendîlê 77 şitil hatin çandin

Bi boneya 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Goristana Pakrewanan a Binarê Qendîlê, 77 şitlên daran hatin çandin.

1 deqe xwendin
Bi boneya 4ê Nîsanê li Pakrewangeha Qendîlê 77 şitil hatin çandin

Bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Goristana Pakrewanan a Mehmed Karasungur, bi amadebûna malbatên şehîdan û çalakvanên li sînorê Binarê Qendîlê, dar hatin çandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hate destpêkirin. Piştre welatî, çalakvan û malbatên şehîdan bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan 77 şitlên daran li goristanê çandin.

Bavê şehîd Serdar Rojhilat Îsmaîl Seîd ku tevlî merasimê bibû, balkişand ser girîngiya rojê û wiha got; ‘‘Em îro bi boneya rojbûna Rêber Apo kombûne û me 77 dar çandin. Em vê rojê li hemû malbatên şehîdan û gelê kurd pîroz dikin. Ji ber ku jidayikbûna Rêber Apo, jidayikbûna gelê kurd e.’’