Bi çavê wênegirekî salên 1990'î yên Amedê

Wênegirê alman Hans Peter Grumpe, di sala 1988 û 1990'î de hatiye Amedê û wêneyên bajêr girtin. Grumpe, wêneyên Amedê li ser malpera xwe parve kirin.

1 deqe xwendin
Bi çavê wênegirekî salên 1990'î yên Amedê

Wênegirê alman Hans Peter Grumpe, di sala 1988 û 1990'î de hatiye Amedê û wêneyên bajêr girtin. Grumpe, wêneyên Amedê li ser malpera xwe parve kirin.  

Grumpe, di 2'yê Nîsana 1988'an de çûye Kayserî, Xarpêt, Amed, Agirî, Wan, Mêrdîn û Rihayê. Di sala 1990'î de cardin hatiye Amedê û piraniya wêneyên girtine ên navçeya Sûrê ne. Wêneyên Grumpe mirovan ber bi rêwîtiyeke salên 90'î ve dibe. Di wêneyên wîde Mizgefta Mezin, dêr, firoşkarên li ber Mizgefta Mezin, kuçeyên Xançepekê, sûrên Amedê, Baxçeyên Hewselê, cihokên avê, qehwexane û welatiyên li van deran rûniştî, jinên êzingan dikişînin, kincên salên 90'î, dezgehên zebze û fêkiyan, tabela û afîş.... hene. 

AMED