Ji demên qedexe heta sirguniyê rewşenbîrek afrîner: Mehmet Emîn Bozarslan

Rewşenbîrê kurd Mehmet Emîn Bozarslan ku 47 sal in li sirgûniyê bû jiyana xwe ji dest da. Bozarslan di demên herî zehmet de ji bo çand, ziman û dîroka kurdan xebat kir, li sirguniyê xebatên xwe domand û heta dawiya emrê xwe ji zimanê kurdî re xizmet kir

1 deqe xwendin
Ji demên qedexe heta sirguniyê rewşenbîrek afrîner: Mehmet Emîn Bozarslan

Nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mehmet Emîn Bozarslan 92 saliya xwe de li bajarê Uppsala ya Swêdê koça dawî kir. Piraniya temenê Bozarslan li sirguniyê derbas bû û nivîskar li pişt xwe gelek berhemên hêja hişt. 

Li ser navê malbatê Aycan Şermîn Bozarslan wefat ragihand. Cenazeyê Bozarslan li Uppsalayê hat definkirin, her wiha li Amed û Uppsalayê taziye hatin danîn. Mehmet Emîn Bozarslan bavê akademîsyenê kurd Hamît Bozarslan e.

Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Di temenê biçûk de li medreseyan perwerde dît. Bi derfetên xwe xwendin  û nivîsandina tirkî hîn bû, ket ezmûnan di sala 1956an de bû miftî. Lê bêhtir bala xwe li ser ziman, nasname û pirsgirêkên civakî bûn û ji ber nivîsên rexneyî du caran ji karê miftiyê hat dûrxistin. 

Di salên qedexe û zext li ser zimanê kurdî zêde bûn Bozarslan xebateke pir giranbuha kir û di sala 1968an de pirtûka Alfabeya Kurdî çap kir. Ev xebat di nav berhemên kurdî de xebateke yekemîn bû û Borzarslan bi sûcdariya cudakariyê hat girtin. 

Bozarslan piştî demekê serbest hat berdan û vê carê ji ber muhtiraya 1971ê hat girtin û heta sala 1974an di girtîgehê de ma. Ji ber zextên dewleta tirk neçar ma di sala 1979an de berê xwe da sirguniyê û çû Swêdê.  Kurê wî, Ganî Bozarslan, di Gulana 1977an de li Stenbolê hat kuştin. Sûcdar hîn jî ne diyar in.

Gelek berhemên giranbûha

Mehmet Emîn Bozarslan 47 sal in li Swêdê dijiya û heta niha zêdetirî 50 berhem nivîsand. Hinek berhemên Bozarslan ev in; Alfabê (1968), Ferhenga Kurdî-Tirkî (1978), Pirsgirêkên Rojhilat (1966), Di Ola Îslamê de Şêxtî-Axatî (1964), Pirsgirêka Xîlafet û Umetê (1967), Mem û Zîn (1968-wergerî tirkî kir), Şerefname (werger), Dîroka Kurdên Merwaniyan (werger), Kovara Jîn û Rojnameya Kurdistanê -ku di dema Osmaniyan de yekem weşanê kurdî bûn- ji tîpên erebî derbasî tîpên latînî kir û wek 5 cîlt hat çapkirin. Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk, Melayê Meşhûr, Kemal Paşa Weledê Kê Ye?