Bi coşeke mezin Rojên Amara didome
Bi hezaran kes li Parka 4ê Nîsanê ya Xalfetî kom bûn û li ber stranan 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Dema li ser dikê wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd hat nîşandan coşa gel duqat zêde bû.

Platforma Rêxistinên Demokratîk, bi boneya 4ê Nînasê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka 4ê Nîsanê ya Xalfetî Mihrîcana Rojên Amara li dar xist. Mihrîcana ku serê sibehê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê dest pê kir, bi axaftin, konser û govendê didome. Bi tarîbûna hewayê re bi hezaran kes li parqa 4ê Nîsanê kom bûn û li ser stranan govend grandin. Hunermendê Navenda Çand û Huner a Mezopotamyayê (NÇM) Hunermend Erhat bi stran girse coşand. Li ser dikê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê herî dawî jî hat nişan dan û di qada festîvalê de dimenên heybet derketin holê. Dema wêne hat nişandan, girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Şahî bi stran û govendê didome.


