Bi demografyayê dilîzin
Encûmena Parêzgeha Diyalayê bi awayek nezagonî bajaroka Gulale ya Xaneqînê wekî navçe pênase kir û wekî wargehek girêdayî xwe desnîşan kir. Kurdan ev yek wekî hewildana Erebkirina bajaroka Gulale nirxand û bertek nîşan da.

Bajarokê Gulale ya Xaneqînê wargehek di çarçoveya Madeya 140an de ye. Wargehên di navbera Kurdistana Federal û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de mijara nîqaşê ne di çarçoveya vê madeyê de tên pênasekirin. Li gorî Makezagona Iraqê piştî serjimariyek nû li vê herêmê hate kirin li gorî nifûsê diviya rewşa bê bihata zelalkirin. Lê ligel ku 20 sal di ser de boriye jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji vê berpirsyariya xwe direve û bi awaye defakto hewil dide van deverên Kurdistanê gasp bike.
Bi demografyayê dilîzin
Rewşa bajaroka Gulaleyê hewildana dawî ya li dijî xaka Kurdistanê ye. Li gorî agahiyan Encûmena Parêzgeha Diyalayê di 31ê Çileya 2024an de li ser rewşa bajaroka Gulaleyê dengdanek pêk hat. Di encama vê dengdana li dijî Makezagonê de biryar hate girtin ku statûya Gulela ji bajaroktiyê veguhere navçeyê û bi Parêzgeha Diyalayê ve bê girêdan. Ji ber ku qasî Gulela bajarok be dê girêdayî Navçeya Xaneqînê ya di bin rêveberiya Kurdan de be. Lê ger bibe navçe dê ji Xaneqînê bê veqetandin û raste rast bi navenda Diyalayê ve bê girêdan ku di bin rêveberiya Erebande ye. Bi vê boneyê partiyên kurdî li dijî vê yekê derketin û ev hewildan wekî polîtîkayên Erebkirinê bi nav kir.
Parêzgerê Ereb makazegonê bin pê dike
Her wiha parlamenterên bi boneya “Xala 140an a Makezagona Iraqê guherandina sînorên îdarî, erdnîgarî û demografîk ên deverên ku di çarçoveya vê xalê de cih digirin, qedexe dike” 105 îmze komkiribûn û radestî Parlementoya Iraqê kiribûn. Ligel vê rewşê jî Serokê Encûmena Parêzgeha Diyale Omer Kuruyî bi biryarek nû Gulale wekî nave bi nav kir. Omer Kuruyî angaşt ku piştî serlêdana ji bo navçebûna Gulale gihîşt Bexdayê, ew bi fermî bibe navçe
Ji sedî 70ê kurd e
Gulale bi navê xwe yê din Celewla girêdayî navçeya Xaneqînê ye û yek ji wan bajarokên Başûrê Kurdistanê yê dikeve nav Xala 140an a Makezagona Iraqê. Navçe di aliyê îdarî de girêdayî parêzgeha Diyala ye. Li gorî serjimêriya sala 1975an ji sedî 70ê niştecihan Kurd bûne.
Navçeya Gulale di sala 2014an ketibû bin kontoral leşkerî ya Hêzên Pêşmerge bes di 16ê Cotmeha 2017an de Pêşmergeyan xwe kişandibû û cardin ketibû bin kontrola Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Di encama êrişan de heta niha gelek kurd ji Gulela koçber bûne. Niha jî piraniya şêniyên bajarok ji Ereb, Kurd û rêjeyek kêm jî ji Tirkmenan pêk tê.


