Bi dronan êrîşî baregeha Koalîsyonê kirin
Bi dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Xerab El Cîr a li bajarê Rimêlanê kirin. Dengê teqînan ji baregehê hat bihîstin.

Herî kêm 6 dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li gundewarê bajarê Rimêlanê yê bakurê Cizîrê kir. Li gorî agahiyan, herî kêm 6 dronan êrişî baregehê kiriye, lê agahiyên têkildarî zereran de nehatine bidestxistin. Di baregeha navborî de hêzên Amerîkayê hebûn, lê vê mehê jê vekişiyabûn.


