Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê kirin
Bi dronên xwekuj êrişî Surdaş a li Silêmaniyê, Xelîfan û Koyê yên Hewlêrê kirin.

Piştî bêdengiya çend rojan a ji êrişên li ser Herêma Kurdistanê, careke din bi dronên xwekuj êrişî Herêma Kurdistanê kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin êriş li ser sînorên Silêmaniyê û Hewlêrê pêk hatin. Li gorî nûçeya ROJNEWSê bi dronan êrişî Kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê kirin. Kampa Sûrdaş kampeke taybet ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û kesûkarên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê lê dijîn. Li gorî dîmenên belav bûne, dronan kabîneyeke nava kampê kiriye hedef.
Li aliyê din hate ragihandin ku bi drona xwekuj li Xelîfanê ya Hewlêrê jî êrîş kirine. Hat ragihandin ku bi dronan êrişî nêzîkî Kampa Azadî ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, hatiye kirin.
Heta niha têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatiye girtin.
Hê jî ti aliyekê êriş negirtiye ser xwe.


