Bi hezaran kesan li Wan, Amed, Êlih û Îzmîrê Newroz pîroz kirin

Bi hezaran kesên ku li Amed, Wan, Êlih û Îzmîrê di pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê de li hev kom bûn, di saetên şevê de bi meşaleyan agir geş kirin û li dora agir Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Bi hezaran kesan li Wan, Amed, Êlih û Îzmîrê Newroz pîroz kirin

Bi hezaran kesên ku li bajarên Wan, Îzmîr, Amed û Êlihê kom bûn, bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin û li dora agirê Newrozê gavend gerandin. 

Wan 

Aktîvîstên TJAyê, Rêveberên DEM Partiyê û saziyên civakî li navçeya Artemêtan di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de bi şiara “Azadî û Yekitiya Demokratîk”, bi cil û bergên neteweyî meşeke bi 77 meşaleyan li dar xistin. Kom li Kiz Kalesiyê ya dîrokî kom bûn û heta Meydana Artemêtan meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Newroz a te pîroz be ey Serok Apo” berzkirin. Girseya ku gihişt Meydana Artemêtan, li dora agirê Newrozê xelekên govendê gerandin. Piştî pîrozbahiyeke bi coş û gerandina govendan, çalakî bi dawî bû.

Amed 

Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Amedê, li taxa Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû pîrozbahiya Newrozê li dar xistin. Rêveberên DEM Partiyê, saziyên sivîl û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Girseyê piştî agirê Newrozê pêxist, li ber def û zirneyê li dora agir govend gerandin.

Piştî fitarê ciwan li ber Dibistana 24 Kasimê kom bûn. Ciwana li def û zirnê dest bi gerandina govendê kirin. Ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan agirê Newrozê pêxistin. Girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Newroz pîroz be”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Newroza tê pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.

Di pîrozbahiyê de dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li ser pîrozbahî ya Newrozê da guhdarkirin. Ciwanan heta derengiya şevê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dawî kirin.

Êlih 

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê de li navçeya Hezo, li bajarokê Giresîra û  li xaçerêya Koçeran a taxa Baglarê bi boneya hatina Newrozê agir hat vêxistin. Di şahiyê de endam û rêveberên DEM Partî û DBPê û Aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, endamên gelek saziyan û ji gel gelek welatî li qadê kom bûn û govendê gerandin. Kesên ku li wan qadan bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azad” û “Newroz pîroz be” berz dikirin. Ciwanên ku li wir kom bibûn gelek caran xwe di ser di agir de diavêtin û bi kêfxweşî şahiya Newrozê pîroz dikirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş xwest Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û got: “Em careke din li vir Newroza gelê xwe yê Êlihê pîroz dikin û bang dikin ku roja 22yên mehê herkes li qadê be û em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin.”

Newroz bi gerandina govendê, tilîliya û bi dirûşmeya “Newroz pîroz be” bi dawî bû.

Îzmîr 

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çîgliyê, li Taxa Guzeltepe ya navçeya Çîgliyê bi beşdariya gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatiyan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be!” hatin berzkirin. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê, Rojîn Çetrez axivî û diyar kir ku wan agirê Newrozê di serdemeke Îsraîl û DYAyê herêm kiriye gola xwînê de pêxistiye. Rojîn Çetrez anî ziman ku polîtîkayên şer herî zêde jin, zarok û sivîlan dike armanc û got:  “Li herêma me şer gur dibe, li welatê me jî krîzên aborî û civakî kûrtir dibin. Kedkar xizan dibin, karker bi mûçeyên kêm re rûbirû ne û ciwan bêparêzî û bêpêşerojî dimînin. Tevî vê tabloya tarî jî, têkoşîna gelan a ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk her ku diçe mezin dibe.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina sloganan bi dawî bû.